Nûçeyên Iraqê

Iraq dê Rutba ji paşmayên DAIŞ paqij bike

Hêzên Iraqî dest bi operasiyonekê ji bo paqijkirina Rutba ya li rojavayê Enbarê ji mayînan û paşmayên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û alên wê yên reş kirin , ew jî piştî rizgarkirina wê meha borî, Wezareta Berevaniyê roja Înê (3ê Hezîranê) ragihand.

Armanca vê tevgerê xweşkirina rê ji bo vegera xelkê ye, wezaretê got.

"Bi hevkariyê ligel şaredariyê, nêzîkî 3,000 endamên artêş, polîs û yekîneyên rakirina mayîn û teqemeniyan dest bi operasyonekê kirin ji bo paqijkirina Rutba" ji paşmayên DAIŞ, berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Mewtinî re got.

"Armanc ew e ku xelk vegerin malên xwe daku bikaribin jiyana xwe ya asayî bijîn," wî got, anî ziman jî ku dibe operasyon dû mehan dom bike.

"Girîngî ji paqijkirina malan re ye, û piştre ji dibistan û rêveberiyên hikûmetê yên xizmetquzarî re ye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500