Hêzên Iraqî 250 malbatên ku ji deverên bin destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) reviyane ji Felûce derxistin, fermandariya operasyonên Enbarê roja Çarşemê (1ê Hezîranê) got.
"Hêzên hevbeş di çend rojên borî de 250 malbat ji deverên bin destê DAIŞ derxistin û birin başûr, rojava û bakurê Felûce," fermandarê operasiyonên serbazî yên Enbarê Lîwa Îsmaîl el-Mehelawî di konferanseke çapemenî de got.
"Bi hevkariya komîteyên hikûmetê li Enbarê, hêzên ewlekariyê ew malbat birin deverên ewle li el-Xalidiya û Amiriyat el-Felûce, û pêdiviyên bijîşkî û xwarin ji wan re peyda kirin," wî got.
"Hêzên hevbeş berî her tiştî girîngiyê didin parastina sivîlan li hemû deverên Felûce û herwiha vekirina korîdorên ewleh ji bo derketina wan tevî ku girûpa terorist wan weke mertalên zindî bikar tîne," wî got jî.