Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Komên Heşda Şaebî yên Necefê pabendîya xwe bi dewletê re dupat dikin

Faris Oemran

Komên Heşda Şaebî yên girêdayî Necefê li konferqansekê li Kerbelayê di destpêka Kanûna Yekem de amade dibin. [Wêne ji Alkafeel Global Network hatiye wergirtin]

Komên Heşda Şaebî yên girêdayî Necefê li konferqansekê li Kerbelayê di destpêka Kanûna Yekem de amade dibin. [Wêne ji Alkafeel Global Network hatiye wergirtin]

Komên çekdar ên girêdayî desthilata olî li Necefê Pêncşemê (3ê Kanûna Yekem) konferansa xwe ya hevahengîner a yekem ku xwest milîsên girêdayî Îranê bi dûr bixin bi dawî kir.

Berpirs û fermandarine serbazî yên beşdarî konferansa ku sê rojan dewam kir bûne, ku li merqeda Ebas li Kerbelayê hatibû lidarxistin mijarên rêxistinî û birêveberî yên girêdayî koman nîqaş kirin.

Herçar komên girêdayî Necefê -- Lîwayê Ensar el-Merciyya, Lîwayê Elî Ekber, Firqeya Ebas a Şer û Firqeya Îmam Elî ya Şer-- pabendîya xwe bi desthilata dewletê û sazîyên wê dubare kirin.

Girêdana xwe bi hêzên Îraqî re nû kirin û bang li hikumetê kir ku pêvajoya tevlîbûna wan bo hêzên ewlekarîyê temam bike.

Nûnerên çar komên Heşda Şaebî yên girêdayî Necefê li komxebateke koferansê 3yê Kanûna Yekem amade dibin. [Wêne ji Alkafeel Global Network hatiye wergirtin]

Nûnerên çar komên Heşda Şaebî yên girêdayî Necefê li komxebateke koferansê 3yê Kanûna Yekem amade dibin. [Wêne ji Alkafeel Global Network hatiye wergirtin]

Adarê, van koman biryar da ku tevlî hêzên Îraqî bibin di gavekê de ku nîşan bi dabeşkirina di navbera wan û komên Hêzên Heşda Şaebî de kir yên dilsozên Îranê ne, û bi navê komên alîgir tên nasîn.

Hikumetê 19ê Nîsanê biryar da ku wê ji milê birêveberî û di astê operasyonan de bi fermandarîya hêzên çekdar ve girê bide, bi gavekê dê paşê bigihîne serî.

Konferans xwedî peymeke belî bû ku komên Merciyya (desthilata olî) li rex dewleta Îraqî ne, çalakgerê sîyasî û serokê partîya Îtîlaf el-Muwatin Xeys Temîmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku ev hewldaneke nû ji alîyê desthilata Necefê ye ku veqetîna komên xwe ji milîsên dilsoz ên fermanên xwe ji Rêber Bilind Elî Xameneyî digirin piştrast dike.

Wî da zanîn ku konferansê teqez kir ku desthilata Necefê "rewabûn"a van milîsan betal kir û hewl dide wan bixe bin sîya xwe û rê li ber çi hewldana wan ku Heşda Şaebî bo çalakîyên xwe bi kar bînin bigire çalakîyên ku piştevanîya ajendeyên Îranê dikin.

Temîmî daxuyand ku "konferans herwiha li ser daxwaza gelek alîyên Deshilata Bilind hat da helwesta xwe ya redkirina van milîsên ku xelkê dikujin, direvînin û ziyanê digihînin ewlehîya welat bînin ziman".

Wî anî ziman ku Îtîlaf el-Muwatin bang li desthilata olî ya li Necefê kir ku fitwekê li dijî milîsan derbixe, weke ya di 2014 de ku erkê jîhadeke giştî li dijî "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) derxist.

Herwiha beşdarên konferansê têbînî da, ku nabe endamên Heşda Şaebî tevlî çalakîya sîyasî, li partîyekê an jî beşdarî tu hilbijartinan bibin, li gorî yasa û destûra Îraqî.

Îran bi niyaz e piştgirîyê bide wekîlên xwe di hilbijartinên Hezîranê de , weke tiştê di 2018 de kir, da sîwaneke sîyasî ji wan re peyda bike bo ew karibin çalakîyên xwe yên dikevin xizmeta rejîma Îranî berdewam bikin, Temîmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500