Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

4 zarokên Albanî ji kampa Holê li Sûrîyayê bo welatê wan tên veguhestin

AFP

Jinek di 25ê Tebaxê de diçe hundirê kampa Holê ya li Hesekê li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê, ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê tê de ne. [Delîl Sulêman/AFP]

Jinek di 25ê Tebaxê de diçe hundirê kampa Holê ya li Hesekê li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê, ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê tê de ne. [Delîl Sulêman/AFP]

Heyva Sorê roja Duşemê (26ê Cotmehê) got ku çar zarokên Albanî yên ku li kampekê li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê ku malbatên tundrewan tê de dimînin di rê de ne diçin Lubnanê berî vegerandina wan bo welatê wan ê resen.

Zarok ber bi "Şamê ve diçin û paşê... ber bi Lubnanê, û ji Lubnanê, ew dê biçin Albanyayê", Rehef Ebûd, berdevkeke Heyva Sor a Sûrî, ji AFP re ragihand.

Ebûd dîyar kir ku zarokên ku di destpêkê de bo bajarê Qamişlo yê ku ji hêla Kurdan ve tê birêve birin hatibûn birin, "tendirustîya wan baş bû" piştî derketina wan ji kampa Holê.

Wê da zanîn ku operasyona derxistina wan li ser daxwaza hikûmeta Albanî pêk hat.

Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama ji bo vegerandina zarokan, ku biryar e roja Sêşemê pêk were, çû Beyrûtê.

"Em di pêvajoya vegerandina çar zarokên Albanî ji dojeha kampa Holê bo Albanyayê de ne, bi saya operesyoneke bi rastî aloz û piştî hewildanên bêhtir salekê dom kirin," Rama li ser Facebookê ragihand.

Ji dema berîya têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Adara 2019an de li Sûrîyayê, hêzên Kurdî gelek kampan li bakurê-rojhilatê wî welatî birêve dibin ku bi hezarên sivîlên ku ji şer reviyane tê de dimînin.

Kampa herî mezin kampa Holê ye, ku di heman demê de jin û zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê jî tê de dimînin.

Dibe hejmareke bêhtir ji zarokan were vegerandin

Berîya ku biçe paytexta Lubnanê, Rama dîyar kir ku "ev operasyon rê li ber operasyona duyemîn a vegerandina zarokine din jî, ku hîn li kampa Holê ne, bo welatên wan vedike."

Polîsê Albanî dibêje ku herî kêm 40 zarokên Albanî di kampa Holê de asê mane, çend ji wan sêwî ne.

Lê berdevka Heyva Sor ji AFP re ragihand ku tu agahî li dor zarokên din ên Albanî yên ku dibe werin vegerandin tune ne.

Şandeke fermî ya Albanî roja Pêncşemê hatibû bakûrê-rojhilatê Sûrîyayê û bi berpirsên Kurd re civîyabû, li gorî desteya karûbarên derve ya Birêveberîya Xweser a ku ji alîyê Kurdan ve tê birêvebirin.

Kurdan, bi piştevanîya hevpeymanîya di şerê li dijî DAIŞê de ya bi pêşengîya Amerîkayê, gelek caran daxwaz kiriye ku welatên resen ên çekdarên biyanî û malbatên wan welatîyên xwe vegerînin.

Lê gelek dewlet di bicihanîna vê yekê de hêdî tev digerin, ji bilî vegerandina sêwîyan.

Di Mijdara 2019an de, kurekî 11-salî yê Albanî bi navê Alvin Berîşa piştî ku ji kampê derket li Îtalyayê gehişt malbata xwe.

Destpêka vê mehê, hêzên Kurdî zêdetir ji 600 girtîyên Sûrî azad kirin ku ew ji ber têkilîyên bi DAIŞê re hatibûn girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500