Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Hevpeymanîya Navdewletî piştgirîya sektorê tendirustîyê li Dêra Zorê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tê payîn ku xebatên nûavakirinê li Nexweşxaneya Ebû Hemam li parêzeha Dêra Zorê di demeke nêz de, bi piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî, werin destpêkirin. [Wêne ji vîdyoyeke Navenda Dêra Zorê ya Ragihandinê hatiye kişandin]

Tê payîn ku xebatên nûavakirinê li Nexweşxaneya Ebû Hemam li parêzeha Dêra Zorê di demeke nêz de, bi piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî, werin destpêkirin. [Wêne ji vîdyoyeke Navenda Dêra Zorê ya Ragihandinê hatiye kişandin]

Hevpeymanîya Navdewletî bi hevahengî bi Birêveberîya Xweser re, piştgirîyeke girîng dide sektorê xizmetguzarîyê li parêzgeha Dêra Zorê ya l rojhilatê Sûrîyayê, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî ragihand.

Herêma ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji alîyê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi piştevanîya hevpeymanîyê hatiye rizgarkirin û ji alîyê Kurdan ve tê birêvebirin, gazinan ji ziyan û paşguhkirina zêde dike.

Tu alîkarîyeke berbiçav ji çi alîyekî din ku wêranîya gihiştiye sazî, dezgehên tendirustî û binesazîyê di heyama şerê derxistina DAIŞê de çaksaz bike tune bû.

Berpirsê Heyva Sor a Kurdî Azad Dudekî ji Diyaruna re ragihand ku Hevpeymanîya Navdewletî sozên xwe bo xelkên Dêra Zorê û yên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi cih tîne, ligel xuyakirina encamine berbiçav bo van xebatên hevpeymanîyê.

Di nava van xebatan de destpêkirina xebatên nûavakirinê li Nexweşxanya Hecînê di 12ê Cotmehê de.

Dudekî dîyar kir ku dê nexweşxane xizmetên tendirustî pêşkêşî hemû niştecihên Dêra Zorê bike, bi hevahengî bi Desteya Tendirustîyê ya Birêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.

Wî anî ziman ku şandeyeke mezin a hevpeymanîyê li merasîmên vekirinê amade bû, ligel amadebûna kesayetine payebilind ji herêmê.

Dudekî ragihand ku tê payîn karê projeya nûavakirina Nexweşxaneya Şiêtat di çend rojên bên de were destpêkirin. Bi vegera wê bo xizmetê, nexweşxane dê bikeve xizmeta navçeya Şiêtat û gundên derdorê.

Biryar e ku Nexweşxanya Ebû Hemam jî were nûavakirin.

Peydakirina pêwîstîyeke sereke

Dudekî got ku piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî ji alîkarîkirina di nûavakirin û çaksazîkirina dezgehên bijîşkî de û peydakirina alavên tendirustî û pêdivîyên pêwîst bo pêşkêşkirina xizmetguzarîyan pêk tê.

Wî da zanîn ku ev alîkarî pêwîstîyeke sereke li navçeyê çareser dike, ku divabû niştecih êşa çûna bo herêmên din da xwe derman bikin bikşînin.

Dudekî anî ziman ku xebatên nûavakirinê bilez tên pêkanîn û bi piştgirîya niştecihên deverê, ku ew bi xwe ji van xebatan razî ne.

Li beramberî wê, wî destnîşan kir ku li navçeyên din ên Dêra Zorê yên ji alîyê milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve tên kontrolkirin niştecih bi temamî rastî rewşine cihê tên .

Dudekî dîyar kir ku li van deveran, xizmetguzarîyên tendirustîyê kêm in, û milîsan dest danîye ser nexweşxanyan, mîna Nexweşxanya Şîfa, û wan bo xizmetên xwe bi kar tînin, tiştê hişt sivîl bêdermankirin bimînin.

Wî destnîşan kir ku milîsan herwiha mal jî li van deveran desteser kirin bo bicihkirina hêzên xwe û xurtkirina desthilata xwe li deverê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500