Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Jineke tundrew ji ber kolekirina keçeke Êzîdî li Almanyayê tê dadgehkirin

AFP

Wêne ji dadwer Norbert Sakuth ê ku serokatîya rûniştina dadgehkirinê dike hatiye girtin, berî destpêkirina dadgehkirina Omeyma A., jina stranbêjê rapê yê berê û endamê DAIŞê Denis Cuspert, ku herwiha bi bernavê Deso Dogg tê naskirin, li Dadgeha Herêmî ya Bilind ya Hamburgê, roja 2yê Cotmehê. Omeyma A. bi sê sal û nîv zindan hat cezakirin ji ber cihgirtina wê di kolekirina keçeke Êzîdî de li Sûrîyayê. [Georg Wendt/POOL/AFP]

Wêne ji dadwer Norbert Sakuth ê ku serokatîya rûniştina dadgehkirinê dike hatiye girtin, berî destpêkirina dadgehkirina Omeyma A., jina stranbêjê rapê yê berê û endamê DAIŞê Denis Cuspert, ku herwiha bi bernavê Deso Dogg tê naskirin, li Dadgeha Herêmî ya Bilind ya Hamburgê, roja 2yê Cotmehê. Omeyma A. bi sê sal û nîv zindan hat cezakirin ji ber cihgirtina wê di kolekirina keçeke Êzîdî de li Sûrîyayê. [Georg Wendt/POOL/AFP]

Dadgeheke Almanî Înê (2yê Cotmehê) jina stranbêjekî rapê yê ku tevlî rêzên tundrewan bûbû bi sê sal û nîv zindan ceza kir ji ber cihgirtina wê di kolekirina keçeke Êzîdî de li Sûrîyayê.

Jina Alman- Tûnisî ya ku dadgehê navê Omeyma A. lê kiriye, ya 36-salî, bi tevlîbûna di nava rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ji hêla dadgeheke herêmî li Hamburgê hatiye sûcdarkirin.

Dadweran jî ku wê erkê xwe weke dê binpê kiriye dema ku wê her sê zarokên xwe yên biçûk birin navçeyeke şer, û wê yasaya kontrolkirina çekên şer ji ber bikaranîna Kelaşinkovê binpê kiriye.

Di destpêka 2015an de, ew jin û her sê zarokên xwe tev mêrê wê yê yekem çûn deverên li jêr kontrola DAIŞê li Sûrîyayê.

Piştî mirina wî, ew bi stranbêjê rapê yê ji Berlînê, yê ku tevlî rêxistina terorîst bûbû re, zewicî.

Stranbêjê rapê Denis Cuspert, ku bêhtir bi bernavê "Deso Dogg" tê naskirin, di sala 2014an de tevlî DAIŞê bû. Li gorî raportên rojnamevanî, ew di êrîşeke asmanî de sala 2018an li Sûrîyayê hat kuştin.

Dadweran dît ku tilîya kesê gunehbar di revandina keçeke 13-salî ya Êzîdî de heye.

Di dadgehê de, Omeyma A. got ku wê "berî pênc salan xeletîyeke mezin kiriye", televîzyona dewletê NDR ragihand, dema ku ew tev mêrê xwe yê yekem çû Reqayê, paytexta DAIŞ li Sûrîyayê.

Wê angaşt kir ku keça Êzîdî "mêvan" bû li mala wan.

"Ez lêborîna xwe jê dixwazim ku min nikarî alîkarîya wê bikim," jinê got.

Lê ofîsa dozgerîya giştî got ku wê tu carî xwe ji rêxistina tundrew qut nekiriye.

Parêzerê wê angaşt kir ku ew li mal dima û guh dida zarokên xwe bêyî ku piştgirîya tundrewîya her du mêrên xwe bike.

Du dadgehkirinên din li Almanyayê tên pêkanîn ji ber tawanine ku li dijî Êzîdîyan hatine pêkanîn.

Jineke Alman ji Nîsana 2019an de ji ber tawanên şer weke sûcdarekê di girtîgehê de ye, ku ew tê tawanbarkirin ku wê hiştiye ku keçeke Êzîdî ya pênc salî ji tîna li Îraqê bimire.

Têkildarî heman tawanê, kesekî Îraqî ji Nîsana dawî ve li Frankfurtê tê dadgehkirin ji ber kuştin û cînosaydê, li dijî endamekî DAIŞê, ku ev yek kêmpeyda ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500