Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şaneke DAIŞê li parêzgeha Sulêmanî tê têkbirin

Xalid Taî

Neh endamên DAIŞê ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî ve di 29ê Îlonê de li parêzgeha Sulêmanî hatin girtin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergitrin]

Neh endamên DAIŞê ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî ve di 29ê Îlonê de li parêzgeha Sulêmanî hatin girtin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergitrin]

Hêzên Îraqî neh endamên şaneke razayî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Sulêmanî girtin, peyvdarê artêşa Îraqî Yehya Resûl Sêşemê (29ê Îlonê) di daxuaynîyekê de ragihand.

Rersûl dîyar kir ku Ajansa Dijî Terorîzmê bi hevahengîya bi yekîneya dijî terorîzm a Sulêmanîyê re çekdar girtin, ku ew girêdayî "Wîlayet Îraq- Sektorê Başûrî" yê rêxistinê bûn.

Resûl anî ziman ku "kesên girtî li gorî madeya 4an a Yasaya Dijî Terorîzmê fermanên girtinê di derheqê wan de hatine derxistin".

Ev operasyona herî dawî ye di çarçoveya zincîrek ji operasyonên taybet ên Ajansa Dijî Terorîzmê de, yên di vê mehê de, ku heta niha 26 endamên DAIŞê hatine girtin.

Hêzên bijarte yên Îraqî di 21ê Îlonê de operasyoneke taybet pêk tînin ku bû encama girtina endamekî DAIŞê li bajarê Mûsilê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergitrin]

Hêzên bijarte yên Îraqî di 21ê Îlonê de operasyoneke taybet pêk tînin ku bû encama girtina endamekî DAIŞê li bajarê Mûsilê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergitrin]

Girtinên roja Sêşemê pêk hatiin "deskeftîyeke girîng e û peyameke baş dide" xelkê Îraqê ku hêzên ewlekarîyê hişyar in, emîdê malnişînî Ednan Kenanî ku berpirsekî berê yê Ajansa Dijî Terorîzmê bû got.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku operasyon "karê hewalgirî yê Ajansa Dijî Terorîzmê yê pêşketî û karê ajansên din ên ewlekarîyê raber dike".

Zêdekirina hevkarîyê

Kenanî dîyar kir ku DAIŞê ji çaxa têkçûna xwe ya berî sê salan, hewl da şanên razayî di hundirê bajaran de weke stratejîyeke demdirêj bo gefan li ewlehîyê bixwe ava kir. Rêxistin herwiha xwe dispêre paşmahîyên ku ji şer revîyane û xwe li deverine kêmewlehî girtine.

Lê di encama pêngava ewlehî ya berfireh de, tora rêxistinê ya şanan tê jihevxistin, wî got.

Operasyona li Sulêmanîyê herwiha encameke hevahengîya di navbera hikumeta federal û herêma Kurdistanê de bû. Herdu alîyan berîya çend mehan hevahegîya xwe xurt kir û çar navendên hevbeş ava kirin bo çalakîya DAIŞê ya li deverên di navbera herdu alîyan de bihundirînin.

Kenanî da zanîn ku "hevkarî û pevguhertina agahîyan pêwîst e bo fişara li ser terorîstan berdewam be û derfeta xwerêxistinkirinê nebe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500