Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên ewlekarîyê û yên êlan veşartgehên DAIŞê yên li biyabana Enbarê wêran dikin

Xalid Taî

Hêzeke êlên Îraqî di 2yê Îlonê de li deverine li nêzî qeraxên çemê Feratê li rojavayê parêzgeha Enbarê li paşmahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Hêza Êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzeke êlên Îraqî di 2yê Îlonê de li deverine li nêzî qeraxên çemê Feratê li rojavayê parêzgeha Enbarê li paşmahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Hêza Êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Berpirsekî hêzên Îraqî anî ziman ku hêzên Îraqî bi piştevanîya êlên herêmî vê heftîyê çend operasyonên lêgerînê li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana rojavayî ya parêzgeha Enbarê pêk anîn.

Cîgirê fermandarê hêzên heşda êlên Enbarê lîwa Tariq Esal ragihand ku hêzan newal û deverên biyabanî yên li nêzî sînorê Îraqî-Sûrî ramaliştin, û du kesên xwestî û herwiha heftên din ku têkilîya wan bi terorîzmê re heye girtin.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku wan 15 veşartgeh di nav de stargeh û deverên biçûk ku ji alîyê DAIŞê ve dihatin bikaranîn dîtin, ku pêdivîyên lojistîk, çek, cebilxane û teqemenî di wan de hebûn.

Esal dîyar kir ku hemû veşartgeh tevî tiştên di hundirê wan de hatin wêrankirin, da zanîn jî ku du otombîl hatin desteserkirin.

Helîkoptereke artêşa Îraqî biyabana li rojavayê Enbarê di 23yê Îlonê de pişkinînin dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Helîkoptereke artêşa Îraqî biyabana li rojavayê Enbarê di 23yê Îlonê de pişkinînin dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku bêhtir ji 7,000 kîlometrên çargoşe ji erdên biyabanî di operasyonê de hatin ewlehkirin.

Esal daxuyand ku pêngavên ewlehî yên hevbeş yên li biyabanê berdewam "gefa terorîstan li bajarên Enbarê têk bir".

Wî got "ji dawîya 2017an, herî kêm heftîyek bêyî pêkanîna operasyonekê ku li wir derbas nebûye," da zanîn jî ku eger demeke kurt jî operasyon rawestin dibe ku çekdar çalakîyên xwe bi serbestî berdewam bikin.

"Hişyarîya berdewam pêwîst e"

Esal destnîşan kir ku "fişarên ewlehî hiştin hejmara paşmahîyên DAIŞê kêm bibin û karînên wan qels bibin, lê hewldanên wan ên bo xwenûrêxistinkirinê berdewam in.

Wî got ku operasyonên ewlehî giranî dan deverên ku hertim DAIŞê dixwest lê bimîne, di nav de biyabana ku ji Rewa û Hedîsa dest pê dike û heya bi bajarokê Bêcî li parêzgeha Selahedînê, biyabana li başûrî Rutba û deverên li bakurê Nuxeybê berfireh dibe.

Wî anî ziman ku "terorîst xwe dikin şivan û masîgir da karibin nêzî qeraxên Feratê û golên Sersar û Hedîsayê bimînin, ku ev cih xwarinê ji wan re peyda dikin û wan nêzî bajaran dikin".

"Em hertim herêmê koleçan dikin û wan derdixînin," Esal got.

Wî got ku balafirên hevpeymanîya navdewletî heya asteke mezin beşdarî xebatên koleçanê yên li biyabanê bûn û agahîyên deqîq derbarê veşartgehên DAIŞê dan hêzên ewlekarîyê.

Esal ragihand ku sînorê bi Sûrîyayê re "hîna çavkanîyeke nîgeranîyê ye" tevî rêkarên tund ên bo parastina wan deveran, ku hinek deverên xwedî ewlehîyeke kêm li alîyê Sûrî yê sînor hene, li berambera navçeyên Xerş, Sewab, Helkûm û bakurê dergehê sînorî yê Welîd.

Wî da zanîn ku "xebatên me bo xurtkirina ewlehîyê li ser sînor û bo rêgirtin li ber hewldanên xwevedizînê di sînor (ê Sûrîyayê) re berdewam in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500