Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwenîşanderên Reqayê milîsên hevalbendên Pasdaran red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecîyên bajarê Reqayê derdikevine xwenîşandanan li dijî rejîma Sûrî û daxwaza çûna Pasdaran û milîsên hevalbendên wê dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayê ya Reqayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên bajarê Reqayê derdikevine xwenîşandanan li dijî rejîma Sûrî û daxwaza çûna Pasdaran û milîsên hevalbendên wê dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayê ya Reqayê hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarê Reqayê yê Sûrî vê dawîyê xwenîşandaneke mezin li dar xistin daku rejîma Sûrî şermezar bikin û daxwaza çûna Pasdaran û milîsên hevalbendên wê bikin.

Xwenîşandan hatin dema ku pêlek ji malbatên ku ji ber bêqanûnîya li deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî û hevalbendên wê direvin gihane beşinan ji gundewarên parêzgehên Reqa û Dêra Zorê, karkerê firoşgehekê li Reqayê bi navê Hemed Meter ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha xelk ji gundewarê Reqa û Dêra Zêrê jî di xwenîşandanan de beşdar bûn.

Meter destnîşan kir ku gelek malbatan dest pê kiriye ji deverên li jêr kontrola rejîmê digihine gundewarê Reqa û Dêra Zorê, bi taybet gundewarê rojavayî yê Dêra Zorê.

Wî got ku malbat dest ji wan deveran berdidin bo ji ber rewşa bêqanûnîyê ya berbelav a ji ber belavbûna milîsên girêdayî Pasdaran birevin, milîsên ku bacan li ser niştecihên sivîl disepînin.

Meter got ku kêmbûna derfetên kar, ligel buhabûna nirxan, a ku hişt piranîya kel û pelan zêdeyî taqeta kirînê ya piranîya niştecihan be, hişt ku ev pêla dawî a bêwarîyê çêbibe.

Wî anî ziman ku hestên li dijî rejîmê û Pasdaran gelekî li Reqa û Dêra Zorê berbelav e û teqez kir ku rejîma Sûrî hewl daye ku nakokîyan di navbera niştecihên xwecihî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) de biçîne, lê ew yek neçû serî.

Rûspîyên êlan dibêjin ku ew li rex QSD rediwestin û ew nêt dikin ku piştgirîya wan û Encumena Serbazî ya Dêra Zorê di xebatên wan de bo misogerkirina aramîyê li herêmê û nehiştina vegera "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi çi awayî bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500