Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Zêdekirina fişara ewlehî çalakîyên DAIŞê yên di sînor re felc dike

Xalid Taî

Fermandarê Zêrevanîya Sînor a Herêma 2, lîwa Cîhad Ehmed Berdî, roja 9ê Tîrmehê serpreştîya xebatên ewlekirina zincîra sînorî bi Sûrîyayê re dike li navendeke çavdêrî û wêneyên asmanî. [Wêne ji Fermandarîya Zêrevanîya Sînor a Herêma 2ê hatiye wergirtin]

Fermandarê Zêrevanîya Sînor a Herêma 2, lîwa Cîhad Ehmed Berdî, roja 9ê Tîrmehê serpreştîya xebatên ewlekirina zincîra sînorî bi Sûrîyayê re dike li navendeke çavdêrî û wêneyên asmanî. [Wêne ji Fermandarîya Zêrevanîya Sînor a Herêma 2ê hatiye wergirtin]

Tevî hebûna çalakîyên "Dewleta Îslmaî" (DAIŞ) li deverên sînorî yên Îraqî, operasyonên serbazî hewlên derbasbûna bi dizî yên ji hêla rêxistinê ve bi bin xistin, şareza û berpiran ji Diyaruna re ragihand.

Zêdekirina operasyonên ewlehî ji hêla hêzên Îraqî û hevpeymanîya navdewletî ve bû sedema girtina çekdarinan û kêmkirina karîna wan a xwevedizîna di sînor re. Lê belê, wan hîn bi temamî operasyonên qaçaxîyê yên DAIŞê ji nav nebirine.

Roja 16ê Hezîranê, Navenda Siyaseta cîhanî got ku torên paşmahîyên DAIŞê hîn dikarin qaçaxîya pêdivî, kesan, neft, çek û dermanên hişbir di sînorê bi Sûrîyayê re encam bidin, û ew rojane 100,000 dolar bi dest dixin.

Li gorî mukurhatinên endamên DAIŞê yên hatine girtin, pereyan alîkarîya hêsankirina tevgera wan di sînorê Îraq-Sûrîyayê de dikir.

Fermandarine artêşa Îraqî roja 14 Tîrmehê serdana xaline pişkinînê li parêzgeha Nînewayê, yên nêzî sînorê bi Sûrîyayê re dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Fermandarine artêşa Îraqî roja 14 Tîrmehê serdana xaline pişkinînê li parêzgeha Nînewayê, yên nêzî sînorê bi Sûrîyayê re dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Ev çalakî bi piranî li herêma di navbera sînorên Îraq-Sûrîya- Turkîyayê de ye, şirovekarê warê ewlehî Sermed Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku paşmahîyên DAIŞê rêyên axî yên baş bi kamîrayan nayên çavdêrîkirin bo qaçaxîya neft, çek, dewar û dermanên hişbir bi kar tînin.

Beyatî da zanîn ku ev qaçaxî ne li ser asteke berfieh ku dahateke baş ji tundrewan re bîne weke mîna berê dema ku endamên DAIŞê dikarîn bi kêfa xwe di sînor re çûnûhatinê bikin û samanên mezin li bajarên li jêr kontrola wan bûn li jêr destên wan bûn.

Wî got ku kontrolkirina sînor bi hewcedarê xebatên ewlehî yên astbilind û bicihkirina alavên koleçan û çavdêrîkirinê yên bêhtir e, û herwiha girtina valahîyên ewlehî û asêkirina sînor bi têla direh û kospan.

"Me pêşketineke girîng di çend salên dawî de pêk anîye lê em hîn ne gihiştine qonaxa ferzkirina kontrola tam li ser tevahîya sînor," wî got.

Piştgirîya xelkê

DAIŞê piştgirîya komelgehên xwecihî li deverên sînorî ji dest daye, ku vê yekê hiştîye ku pir azarê di tevgerên xwe de bikşînin ji tirsa eşkerebûna torên qaçaxîyên yên ku ew bi kar tînin, û wiha wan çavkanîyên darayî yên mayî ji dest dan.

Endamên DAIŞê di navbera xeterîya hêzên ewlekarîyê û hişyarîya xelkê ku xeberdanê li wan dike bêçare mane, endamê parleman Bedir Ziyadî, endamê komîteya ewlehî û berevanîyê ya parleman, teqez kir.

Bi saya piştgirîya xelkê, "hêzên me êdî dikarin her çalakî û tevgerekê li ser sînorê bi Sûrîyayê re bişopînin", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku operasyonên qaçaxîyê bi temamî bi dawî nebûne, lê ew bi demê re kêm dibin û êdî paşmahîyên DAIŞê nikarin bi selametî çalakîyên xwe yên neyasayî bikin.

Wî got ku ew dibin armanca operasyonên serbazî yên dijwar û topbarankirinên pir ji tunêl û veşartgehên wan ên li nêzî sînor re.

"Hevpeymanîya navdewletî û hevkarên din berdewam in di parvekirina agahîyên hewalgirî de û alîkarîkirina bi me re di warê armanckirina xetên îmdadê yên DAIŞê û bertengkirina çavkanîyên wan ên darayî," wî got.

Aniha Îraqî sîstemeke çavdêrîyê ya zîrek bi kar tînin bo ewlehkirina piranîya sînorê xwe bi Sûrîyayê re. Ew ji burcên çavdêrîyê, xalên pişkinînê yên bi kamîra û teknolojîya destnîşankirina ji dûr ve xemilandî, û herwiha dronan pêk tê.

Ziyadî got ku hevahengîya serbazî pir girîng e bo kontrolkirina devera sînorî û nehiştina samanên DAIŞê, û banga bihêzkirina hevkarîyê bi hêzên Peşmerge re di vê derbarê de kir.

Dahatên kêmtir

Operasyonên parêzî yên ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî û hevpeymanîya navdewletî pêk tînin hewlên DAIŞê yên zêdekirina dahatên ji qaçaxîya di sînor re beravêtî dikin, xebîrê di warê ewlehî de Muhemed Rezaq Rubeyî ragihand.

Çavkanîyên dahatê yên tundrewan zuha bûne û ew êdî bi milyonan qezenc nakin mîna carên berê berî rûxana tiştê wan nav lê kir "xîlafe".

Rubeyî got ku paşmahîyên DAIŞê li hinek valahîyên ewlehî yên li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re digerin bo bi awayekî neyasayî derbasî Îraqê bikin û xew bi alîkarîya şanên razayî li biyabana rojavayî bi cih bikin.

Wî teqez kir ku "ew lawaz in û bi hêsanî tên girtin û têkbirin".

Wî got ku pir girîng e ku fişareke bêhtir li ser pêgehên terorîst ên ku xwe li deverên sînorî vedişêrin were kirin bo bêbeşkirina wan ji peydakirina penageheke ewleh.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê tenê zane bê çi li Îraqê diqewime.

BERSIV BIDE