Fermandarekî Amerîkî Çarşemê (22yê Tîrmehê) ragihand ku vegera tirsa ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hîna li Îraqê çênebûye, tiştê dihêle hejmara hêzên hevpeymanîyê were kêmkirin.
Cîgirê fermandarê hêzên hevpeymanîya navdewletî Kenneth Ekman ji rojnamegeran re ragihand ku tevî DAIŞ bi temamî têk neçe jî lê belê rêxistin baş ji hev ketiye ji çaxa berine fireh ên Sûrîye û Îraqê berî çend salan kontrol dikir.
"Tiştê rê da me em vê yekê bikin ew eem hebûna xwe li vir li Îraqê kêm bikin," Ekman ji Bexdayê got.
Wî anî ziman ku "ez dibêjim bi demê re, hûn dê kêmbûna hêzên Aemîrkî hin bi hin bibînin".
Di dema heyî de derdora 5,200 leşkerên Amerîkî li Îraqê hene.
Têkilîyên herdu welatan ji çaxê rêzeêrîş li ser berjwendîyên Amerîkî yên li Îraqê pêk hatin ji hev ketin ango di dawîya 2019an de ku Waşington berpirsyarîya vê yekê girte ser Îran an milîsên wê yên nîvleşkerî li Îraqê.
Ekman got ku nîşana sereke ya kêmbûna gefa DAIŞê ew e ku ew nikare erdan kontrol bike, ligel kêmbûna çalakîyên wê jî "heya veguhere jirêderketineke biçûk ku tenê dikare xwe li deverên gundewarî û ... di şikeftan de veşêre".
DAIŞê gelek beşên Sûrîyayê û Îraqa cîran di 2014an e kontrol kirin, lê gelek pêngavên serbazî yên li dijî wê di dawîyê de dawî li kontrola wê ya li ser erdê anî.
Ekman da zanîn ku armanc aniha ew e ku her fişar li ser DAIŞê hebe û xurtkirina hêzên ewlekarîyê yên Îraqî berdewam bike.
Wî anî ziman ku wan gelek baregehên serbazî radestî hêzên Îraqî kirine û Şemîyê dê serbazgeheke rahînanê ya li nêzî Bexdayê were radestkirin.