Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Amerîka soz dide ku nehêle Esed bi ser bikeve hevdem ku nirxê lîreya Sûrî kêm dibe

AFP

Ev wêneya ku di 17ê Hezîranê de hatiye kişandin pêşdera Banka Navendî ya Sûrîyayê li Meydana Seba Behratê dîyar dike. [Luey Bişara/AFP]

Ev wêneya ku di 17ê Hezîranê de hatiye kişandin pêşdera Banka Navendî ya Sûrîyayê li Meydana Seba Behratê dîyar dike. [Luey Bişara/AFP]

Amerîkayê roja Sêşemê (16ê Hezîranê) hişyarî da serokê Sûrî Beşar Esed ku ew dê tu carê serkeftina tam misoger neke û divê ew bigihe lihevkirineke siyaysî.

Hişyarîya ku berî rojekê ji sepandina sizayên nû yên ketine warê bicihanînê de, weke Qanûna Qeyser têne naskirin,, di demekê e hatiye ku Sûrya rastî qeyraneke aborî ya dijwar tê.

Balyozê Amerîkî li NY Kelly Kraft Esed han da ku li Biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2254 ya sala 2015an xwedî derkeve -- ya bang bo agirbestê, pêkanîna hilbijartinan û veguhestina siyasî li Sûrîyayê dike -- û bo giftûgoyên li jêr serperiştîya şandeyê NY Geir Pederen dike.

Eger rejîma Sûrî nikaribe vê rêya siyasî bibe serî, dê rê li ber Amerîkayê nebe ji bilî "rawestandina temwîkirina nûavakirinê û sepandina sizayan li dijî rejîmê û kesên piştgirîya wê dikin di warê darayî de berdewam bike".

Kraft got ku Amerîka "dê gavîne qutebir bavêje daku nehêle rejîma Esed serkeftina serbazî misoger bike", û da berê rejîmê û hevalbendên wê careke din bide proseya siyasî ya ku NY bi rê ve dibe.

Qanûna Qeyser hewl dide ku nehêle asayîkirina rewşa Esed gengaz be bêyî ku li ser binpêkirinên di warê mafên mirov de were muhasebekirin. Ew çi kompanîya bi Esed re bide û bistîne siza dike û alîkarîya Amerîkayê bo nûavakirinê qedexe dike.

Qanûn hat binavkirin piştî wênekêşekî serbazî yê Sûrî yê berê yê di sala 2014an de xwe xiste xeterîyeke gelekî mezin de û tev 55,000 wêneyên hovîtîyên di zindanên rejîma Sûrî de revîya.

Ligel girtina êrîşeke mezin ji alîyê hêzên Sûrî û Rûsî li ser Idlibê, dîsan xwendina destûrî ya bi piştgirîya NY ku armanc kir bigihe çareserkirineke aştîyane pêşketineke biçûk pêk anî.

Pedersen ji Encumena Ewlekarîyê got ku ew amade ye ku dest bi giftûgoyên derbarê destûrê de bike li Cinêvê di dawîya Tebaxê de.

Banka Navendî nirxê lîreya Sûrî kêm dike

Piştî ku sizayên nû roja Çarşemê dest pê kirin, Banka Navendî ya Sûrîyayê nirxê lîreya Sûrî li hember dolar kêm kir, û ev çend heftî ne ku nirxê lîreyê li bazara reş kêm bûye.

Benka Navendî nirxê guhertinê yê fermî ji 704 lîreyan heta 1,256 lîreyên Sûrî li hember dolarekî bilind kir, bi vî awayê nirxê ku ji Adarê ve dihat bikaranîn bilind kir.

Di destpêka vê mehê de, nirxê pereyên Sûrî gelekî li bazara reş kêm bû û gihişt dora 3,000 lîreyan li hember dolarekî, vê yekê hişt ku xwenîşandan, ên ku kêm caran li deverên li jêr kontrola rejîmê çêdibin, werin lidarxistin.

Berî şer, nirxê guhertinê 47 lîreyên Sûrî li hember dolarekî bû.

Roja Çarşemê, nirx li bazarên paralîl gihişt 2,600 heta 2,800 lîreyan li hember dolarekî, li gorî hinek bazirganan.

Zekî Mehşî, lêkolînerekî şêwirmend ê navdar di navenda lêkolînan CHatham House de, got ku Banka Navendî hewl dide ku qelşa di navbera nirxên bazara fermî û yên bazara reş de kêm bike.

"Ew hewl dide ku xelkê han bide ku kenalên fermî li şûn ên bazara reş bi kar bînin," wî got û destnîşan kir ku dibe ku nirxê lîreyê berdewam be di kûmbûnê de, lê dibe ku di nav de bo demine kurt nirxê wê bilind bibe.

Aborîya Sûrîyayê ku ev neh sal in ji ber şer tê wêrankirin, derdê bandora qeyrana darayî ya ku Lubanna cîran rastî tê dikişîne, qeyrana ku nema dihêle ku dolar biherikine deverên li jêr kontrola rejîmê.

Şirovekaran got ku ev kêmbûna vê dawîyê li bazara reş dibe ku ji ber nîgeranîyan be berî ku sizayine nû werine bicihanîn, û bêparmabûn ji xêra û kurxalê Esed Ramî Mexlûf, a ku aborîvanên mezin ên din xistine ber xirênîya mirinê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500