Hevdem ku xuya dibe ku hikûmeta yekîtîyê ya Lîbyayê li ser erdê heye, qelşek di navbera zilamê Lîbyayî yê xurt Xelîêfe Hefter û çeteyên Kremlên piştgirîya wan dike der dikeve, çeteyên hatine şandin daku alîkarîyê pê re bikin di hewldanên wî de bo kontrolkirina welat, li gorî çend jêderan.
Derz û nakokî çêbûn ji ber deynê Koma Wagnerê yê li ser Hefter, ew kom jî rêxistineke nîvserbazî ya taybet e ku xizmeta ajandayên Serokê Rûsî Vladimir Putin dike, jêdereke serbazî ya nêzîkî Hefter ji malpera Arabîc Post re eşkere kir. Deyn digihe 150 milyon dolaran.
Jêderê got ku Hefter red kir ku tiştê li gor peymanê li hev kirine bide dema ew sala par bi dawî bû, ne ji ber ku pere lê kêm ketine lê ji ber Rûsyayê tiştê li ser milê xwe li gorî rêkeftinê bi cih neanî.
Jêderê got ku Koma Wagnerê "çekdarên nû" yên ne çalak û ne pispor ji Sûrîya, Bêlarûsya û Sirbyayê şandine Lîbyayê.
Hejmareke kenalên medyayî yên Erebî ronî avêtin ser hewldanên gelek ên Koma Wagnerê bo tecnîdkirina ciwanên Sûrî.
Jêderê got ku hevalên Hefter berdewam bi çeteyên Wagnerê yên bo Lîbyayê hatine şandin pevdiçûn, ji ber nepisporî û neçalakbûna wan.
Herwiha serkirdeyên serbazî yên alîgirê Hefter tirsa xwe derbirîn kir ku Koma Wagnerê nikare berevanîyê bike li dijî dronê Hikûmeta Lihevkirina Niştimanî.
Erd ji dest Hefter diçe
Di dema du rojan de di Nîsanê de, Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî heft bajarok ji Artêşa Niştimanî ya Lîbyayî, yên hevalbendê Hefter, standin. Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî di 13ê Nîsanê de îlan kir.
Di heman demê de, eqîd Muhemed Qanûnû got ku berevanîya cewî ya Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî rê li ber balefirên girêdayî Hefter girtin li devera Ebû Graynê û du balefirên Çînî û helîkoptereke MI-35 ya Rûsî anîn xwar, El-Cezîre ragihand.
Şirovekaran got ku serkeftinên li ser erdê nîşan didin ku guhertin di stratejîya Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî de ji berevanîyê bo êrîşkirinê hene.
Roja Duşemê (18ê Gulanê), Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî gelek serkeftin li dijî hêzên alîgirê Hefter îlan kirin.
"Em bi serbilindî rizgarkirina baregeha Wetîyayê îlan dikin," ya 140 kîlometran dikeve başûr û rojavayê Trablusê de, Serokwezîrê Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî fayiz Serac got.
"Serkeftina îroj ne dawîya şer e, lê ew me bêtir nêzî serkeftinê dike dema ku hemû bajar û dever dê werin rizgarkirinû hewldanên zordarîyê yên gefê li demokrasîyê dixwin biçewisînin," wî di daxuyanîyekê de got.
Di heftîyên dawî de, hêzên girêdayî Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî êrîşên asmanî li dijî çekdarên Hefter zêde kirin, êrîşên armanc dikin ku xetên îmdadê li dora Wetîyayê bigirin.
Peyvdarê hêzên Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî Muhemed Gnûnû got ku wî sê sîstemên dijî balefiran ên Rûsî li baregeha cewî wêran kirin di 17ê Gulanê.
Destdanîna ser Wetîyayê ya ku hat ragihandin tê piştî dorpêçkirineke ku çend heftîyan dirêj da ya ji alîyê hêzên Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî li ser baregeha ku ji alîyê hêza Hefter ve dihat bikaranîn.
Zilamên Hefter gazinan dikin ku xesarên gelek bi awayekî rêjeyî ji ber neçalakbûna çeteyên Koma wagnerê ne, li gorî raporteke Arabic Post.
Segvan û çekdarên Koma Wagnerê li Terhûna û Qesi Binxeşirê li başûrê Trablusê ne, li gorî malperê, dema kutrêlxwerên komê li keştîgehênTubrik û Dirnayê ne alîkarîyê bi piştgirîya lojistî û topavêjê dikin.
Bilindkiirna Mosko ji şerê Lîbyayî re
Tê gotin ku kontraktorên Koma Wagnerê pêşnîyarên Kremlinê dikin di gelek şerên biyanî de di nav wan de, Sûrîya, Ukranya, Komara Afrîqyaya Navîn û Lîbyayê.
Di nav 800 û 1,200 çekdaran ji Koma Wagnerê piştgirîya Hefter dikin, yên ku zêdey salekê êrîş dike li dijî Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî, Encumena Ewlekarî ya NY di 6ê Gulanê de ragihand.
Putin red kir ku Rûsî li erda Lîbyayê hebin.
Piştgirîya Rûsî ji Hefter re "hişt ku şer gelekî mezin bibe û rewşa mirovî jî li Lîbyayê xirab bibe", Chris Robinson, berpirsekî di Wezareta Derve ya Amerîkî de ê ku giranîyê dide tevgerên Rûsîayyê, got.
"Gelek caran bi awayekî xapînok tê destnîşankirin ku Wagner kompanîyeke ewlekarî ya taybet a Rûsî ye, lê bi rastî ew alaveke hikûmeta Rûsî ye ku Kremlin wê bi lêçûnên kêm û rîskeke kêm bi kar tîne daku bigihe armancên xwe," wî di 7ê Gulanê de ragihandibû.
Wî got ku wêneyên "çekên gelekî giran û pêşketî" li Lîbyayê yên ji alîyê Koma Wagnerê destnîşan dikin ku ew ne tenê kompanîyeke taybet e.
Piştgirîya Koma Wagnerê ji hêzên Hefter re ne rêzdar e ji serwerîya Lîbyayê û ewlehîya wê ya herêmî re, Balyozê Amerîkî li Lîbyayê Richard Norland ji rojnameya El-Quds El-Erebî ya li Londonê re di 16ê Gulanê de ragihand.
Negengaz e ku Kremlin dê xeta xwe derbarê Lîbyayê biguhere, ya ku tevlî Sûrîyayê bû weke cihekî bo hejmûna Moskoyê ya ku li deverê nûdibe, Henry Wooster, cîgirê alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkî li Mexrib û Misrê, got.
"Divê tu kes nefikire ku Rûsya dê rahêje xwe û aniha dev ji deverê berde piştî ku wan weberhînan di şerê Lîbyayê de kiriye," wî got.