Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berevanîya Sivîl a Îraqî 4,800 kelaş li Mûsilê tên derxistin

Xalid Taî

Tîmên Berevanîya Sivîl a Îraqî li kelaşan digerin li nava kavilên avahîyên wêranbûyî li Mûsilê di 26ê Gulana 2018an de. [Wêne ji Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Tîmên Berevanîya Sivîl a Îraqî li kelaşan digerin li nava kavilên avahîyên wêranbûyî li Mûsilê di 26ê Gulana 2018an de. [Wêne ji Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Îraqî dora 4,800 laş di nava kavilan de li Mûsilê dîtine ji dema ku bajar ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Tîrmeha 2017an de hat rizgarkirin.

"Me xebatên mezin di vê derbarê de pêk anîne û me pêşketinek dirust kiriye tevî zehmetîyên ji ber qasên mezin ên kavilan ên ku şer li pey xwe hiştibûn, ku dora bi milyonên tonan bûn," birêveberê berevanîya sivîl eqîd Husam Xelîl Abid ji Diyaruna re Înê (15ê Gulanê) ragihand.

Wî got ku astengîyeke din li ber van xebatan ew e xeterîya bombeyên bidestçêkirî û mînên neteqandî yên li avahîyên wêranbûyî tên dîtin.

Tîmên berevanîya sivîl dora 4,800 dîtine li navenda bajarê Mûsilê û çend gundan li bajarê Tel Eferê û bajarokê Ayediyayê li rojavayê parêzgeha Nînewayê.

"Piranîya kelaşan li beşê rojavayî yê Mûsilê, bi taybetî Bajarê Kevin hatine dîtin, ku şer û pevçûnên pir dijwar [li dijî DAIŞê] li wir qewimîbûn, ev yek jî bi alîkarîya şaredarîya bajêr pêk hat," Abid got.

Dora 2,500 ji laşan ên welatîyên ku di operasyonan de hatine kuştin in.

Wî got ku ew bi alîkarîya xizm û cîranên wan hatin dîtin û naskirin, ên ku em ji wendabûna wan xeberdar kirin.

Wî dîyar kir ku dora 2,300 kelaşên mayî yên endamên DAIŞê ne, yên ku di şer de hatine kuştin, yên mayî hîn nehatine naskirin.

xebat "li ber qedandinê ye"

Tîmeke Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Nînewayê Pêncşemê termekî nenaskirî ji bin kavilên xanîyekî li devera li nêzî Mizgefta Mezin a Bajarê Kevin dît.

Abid got ku ev laş radestî beşê bijîşkîya tawanzanî tên kirin, û li gorî testa DNA û destnîşankirina nasnameya laşan, ew wan radestî malbatên wan dikin bû wan bi axê bispêrin.

Hinek laşên nenaskirî di hinek gorên taybet de hatine veşartin û samplên DNA li ser dosyayekê ne bo alîkarîkirin di naskirina wan de di demeke din de.

"Nûvekirina van gorên nenaskirî erkê dadgeh, birêveberîyên polîs û tendirustîyê ye," li gorî Abid.

Wî da zanîn ku xebatên derxistina laşan berdewam in, û teqez kir ku ev xebat "ber bi qedandinê ve diçe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500