Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî teqezîyê li ser têkbirina êrîşên DAIŞê dikin

Xalid Taî û AFP

Çekdarine Îraqî li paşmahîyên DAIŞê li deverên dûr ên parêzgeha Selahedînê digerin di vê wêneya ku 29ê Nîsanê li ser enternetê hatibû belavkirin de. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya Lîwaya Komando ya Fermandarîya Operasyonên Samerayê hatiye wergirtin]

Çekdarine Îraqî li paşmahîyên DAIŞê li deverên dûr ên parêzgeha Selahedînê digerin di vê wêneya ku 29ê Nîsanê li ser enternetê hatibû belavkirin de. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya Lîwaya Komando ya Fermandarîya Operasyonên Samerayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî "dikare û amade ye çi çalakîyeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk bibe, berpirsekî serbazî Duşemê (4ê Gulanê) ji Diyaruna re got.

Îraq gelek êrîşên DAIŞê yên di çend rojên dawî de li ser hêzên ewlekarîyê çêbûne dîtine, ku şirovekar dibêjin paşmahîyên rêxistinê qedexekirina derketina derve ya bo vayrusa Koronayê, vekişîna hêzên hevpeyamanîyê û gurkirina nakokîyên sîyasî da êrîşên kujer pêk bînin, keysbaz dikin.

Êrîş li deverine dûr ên di navbera parêzgeha Diyala û Selahedînê de pêk hatin.

Êrîşên herî tund li devera Mikêşîfa ya Selahedînê çêbû, ku şeş çekdarên Hêzên Heşda Şabî ji Lîwaya 35an sibeha Şemîyê ji alîyê milîsên DAIŞê ve hatin kuştin, Şana Ragihandinê ya Ewlehî ragihand.

Li Diyala, berpirsine serbazî yên Îraqî di 2yê Gulanê de rewşên ewlehî yên parêzgehê giftûgo dikin piştî bilindkirina asta êrîşên paşmahîyên DAIŞê. [Wêne Wezareta Hundir hatiye wergirtin]

Li Diyala, berpirsine serbazî yên Îraqî di 2yê Gulanê de rewşên ewlehî yên parêzgehê giftûgo dikin piştî bilindkirina asta êrîşên paşmahîyên DAIŞê. [Wêne Wezareta Hundir hatiye wergirtin]

Bi hatina endamine din ên Lîwaya 35an, bo têkbirina êrîşa destpêkê, sê çekdarên din jî bi bomebeyeke bidestçêkirî hatin kuştin û çar birîndar bûn.

Êrîşeke din jî li ser hêzeke Lîwaya 41ê pêk hat û çekdarek li gundê Tel Deheb li navçeya Yesreb li Samerayê hat kuştin.

Paşmahîyên DAIŞê Yeşkemê du êrîş pêk anîn; a yekem li nêzî navenda artêşa Îraqî li gundê Eyn Leyla li devera Dalî Ebas li Diyalayê, tê de leşkerek birîndar bû.

Ya duyem navendeke Lîwaya 21ê ya Hêzên Heşda Şabî li gundê el-Eys li devera Celam Dûr li Selahedînê kir armanc, di encamê de 3 çekdar birîndar bûn, li gorî Şana Ragihandina Ewlehî.

Amadekarîyên têkbirina êrîşan

Bilindkirina asta êrîşên terorîst bertekek li dijî "zexta ku hêzên ewlekarîyê li ser paşmahîyên DAIŞê pêk tîne" ye, peyvdarê Fermandarîya Oeprasyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî anî ziman.

Wî ji Diyaruna re got, "operasyonên me yên leşkerî yên vê dawîyê derbeyên biêş li pişta dijmin xistin li gelek deveran".

Xefacî anî ziman ku "fermandarîya operasyonên Selahedîn, Diyala, Samera, Enbar û Cezîra gelek êrîş pêk anîne, di encamê de hejmareke mezin a terorîstan hate kuştin, veşartgehên wan ên razî hatin wêrankirin û agahîyên hewalgirî yên girîng hatin bidestxistin".

Wî dîyar kir ku operasyonan "bi giranî zext li DAIŞê kir, ku hemû paşmahî û şanên xwe yên razayî bo pêkanîna êrîşine cihê seferber kirin".

Wî destnîşan kir ku milîs "dixwazin ewlehîyê têk bibin da karibin zexta li ser xwe sivik bikin, terorê çêkin û hinek moralên xwe yên ketî vegerînin, nemaze ligel raportên ku dibêjin serkirdeyê nû yê DAIŞê, tawankarê bi navê Ebdullah Qeredaş, derbasî Îraqê bûye".

Xefacî got, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş "her ku binpêkirineke ewlehî yan rewşeke awarte li welêt çêdibe, plan û tektîkên xwe dinirxîne da nehêle komên terorîst ji van tiştan sûd bigirin".

Wî daxuyand ku "rêkarên me her tên guhertin, û em ê operasyonên xwe li dijî paşmahîyên dijmin giran bikin da van binpêkirinan çareser bikin".

Xefacî teqez kir ku "em amade ne çi êrîşeke terorîst têk bibin di rêya xebatên leşkerî û hewalgirî re, dêmek şerê me îroroj bi wan re di bingeha xwe de şerê agahîyan e".

Êrîşine xwerû û seretayî

Çekdarên DAIŞê gundên wêrankirî bi kar tanîn da ber bi deverên bajarî ve biçin, û çavên wan li avakirina mekanîzmeyên çavkanîyên darayî, qaçaxeya rê û veşartgehan ku binesazîya herêmî û berpirsan bikin armanc da tirsê çêkin bûn, pisporê ewlehî yê Îraqî Hîşam Haşimî wiha ji AFP re ragihand.

Bi awayekî nîvco, dibe ku bilindkirina asta êrîşan girêdayî yekîneyên ewlehîyê bin yên bo sepandina qedexekirina derketina ya bo Koronayê têne belavkirin, ku zêdetirî 2,000 kes li Îraqê pê ketiye û bêhtirî 90 kesî jî jîyana xwe ji dest daye.

"Ev çekdar rastîya ku hêzên ewlekarîyê bi sepandina qedexekirinê ve mijûl in keysbaz kir û êdî bi awayekî bêhtir azad tev gerîyan," Ednan Xedban, şêxê êlekê li bajarê Baqûbayê got.

Dibe ku tundrew alozîya sîyasî li Bexdayê jî keysbaz bikin, ku mezintirîn serkirde balê dikişînin ser giftûgoyên nereht ên avakirina hikumeteke nû.

"Çekdarên DAIŞê xwedî sehkerên der barê rewşa sîyasî de. Her cara bi paş de diçe, çalakîya wan bi rengekî keyskirî zêde dibe", şarezayê warê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf got.

Wî ji AFP re anî ziman ku vekişîna hêzeke mezin a hevpyemanîyê jî ya Amerîka serperiştîya wê dike û xwedî 7,500 leşker e, rê li ber xurtkirina êrîşên DAIŞê vekir.

Tevî vê jî, analîzer û çavdêran got ku pêla dawî ya êrîşên DAIŞê nayê wateya ku rêxistin dikare careke din gefan li bajaran bixwe weke çawa di2014an de ev yek kir.

Ebû Rexîf anî ziman ku "DAIŞ dê nikaribe vegere qaseya xwe ya berê," weke îşaret bi "xîlafetê" ya rêxistinê li berine fireh ên Sûrîya û Îraqê ragihandibû.

Berpirsekî mezin ê hevpyemanîyê ji AFP re ragihand ku wî "êrîşine serkeftî bi asteke daketî" ji alîyê DAIŞê di çend hefteyên dawî de dîtiye lê ew weke "zêdebûneke mezin" bi nav nekir.

Berpirs got "ne tenê hejmara êrîşan lê belê çi kulîteya êrîşê ye? Gelo aloz e? Çi alav û tektîk hatin bikaranîn? Piranîya tiştê me dît xwerû û seretayî bû".

Sam Heller, analîzerekî serbixwe ku balê dikişîne ser komên tundrew, got ku guherandina vê dawîyê hema em dikarin bi çalakîya DAIŞê ya 2014an re berawerd bikin.

Li şûnê, dibe ku ev êrîş "nîşaneya helwesta herî tund a rêxistinê" be, û nayê wateya ku ev karînên nû û balkêş in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500