Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

"Dawîn Operasyonên Hişyarîyê" paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê dikin armanc

Xalid Ta'î

Leşkerine Îraqî tên dîtin ku kampeke DAIŞê wêran dikin li biyabanê li nêzî sînorê bajarokê Qayîmê li rojavayê Enbarê. [Wêne ji Firqeya 8ê ya Pyade hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî tên dîtin ku kampeke DAIŞê wêran dikin li biyabanê li nêzî sînorê bajarokê Qayîmê li rojavayê Enbarê. [Wêne ji Firqeya 8ê ya Pyade hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên hevbeş Yekşemê (7ê Cotmehê) pêngaveke ewlehî ya mezin pêk anîn daku paşmahîyên DAIŞê têk bibin li biyabana parêzgeha Enbar û devera Cezîrayê ya di navbera Nînewa û Enbarê de.

Pêngava bi navê "Dawîn Operasyonên Hişyarîyê", yekîneyin ji fermandarîyên Enbar û Cezîrayê û çekdarên êlan dihundirîne, herwiha bi piştevanîya artêşa Îraqî û firokeyên hevpeymanîyê.

Pêngav bi serperiştîya yekser a fermandarê hêzên çekdar Heyder Obadî pêk tê, Wezîrê Berevanîyê Irfan Heyalî û Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, peyvdarê Wezareta Berevanîyê lîwa Tehsîn Xefacî ragihand.

Xefacî ji Diyaruna re got ku "ev pêngav berdewamîya pêngavên borî ye, û parastina deverên biyabanî armanc dike li bakur-rojavayê Enbarê û li dirêjahîya sînor bi Sûrîyayê re."

Leşkerine Îraqî li biyabana Enbarê belav dibin da li pey paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bikevin di Tebaxê de. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî li biyabana Enbarê belav dibin da li pey paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bikevin di Tebaxê de. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Îraqî hatiye wergirtin]

"Pêngav hişyarîya dawîn e bo terorîstan ku xwe radestî hêzên me bikin an dê bên kuştin," wî got. "Tu bijareyeke din tune ye."

Xefacî got ku "divê paşmahîyên DAIŞê agadar bin ku hêzên ewlekarîyê dê wan sax nagire eger wan xwest ku ew di penagehên xwe de veşartî bimînin li biyabanê," û da zanîn jî ku "hêzên me dê li her deverê bi dûv wan kevin."

Xefacî ragihand ku xebatên hêzan baldarîyê li ser wêrankirina asêgehên DAIŞê yên raz dikin û maliştina deverên biyabanî bi temamî ji çi paşmahîyên rêxistinê.

Asta performansê baş e

Xefacî da zanîn ku paşmahîyên DAIŞê hewl didin newal û kendûkozên deverê yên dijwar keysbaz bikin daku ji hêzên Îraqî birevin, lê belê ev hêz "şiyan û pisporîya wan bêhtir bûye di şopandina molgehên terorîstan û têkbirina wan li deverên cudakirî."

Tevî hinek êrîşên sînordar li dijî sivîlan ku DAIŞê meha borî pêk anîbû li rojavayê Enabrê, rêxistin "hîn li jêr zexteke serbazî ye, ku hemû çavkanîyên wê xerc bûne," wî got.

Xefacî ragihan ku "hêzên me gelek terorîst girtin û kuştin, stargeh, alav û çekên wan wêran kirin, û wan ji çi hêzê tazî kirin di pêngavên ewlehîyê de li biyabana rojavayî."

"Operasyonên me yên êrîşkirinê berdewam in bi armanca têkbirina dawîn terorîstî û bo xurtkirina ewlehîyê li hemû deverên welat," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gundê Afîtayê li navçeya Obêdî ye.

BERSIV BIDE

Xwedê we biparêze, ey lehengên artîşa Îraqî!

BERSIV BIDE

Xwedê gelê Îraqê biparêze!

BERSIV BIDE