Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam ciwanekî sêdar dike û çalakger daxwaza serbestberdana girtîyan dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çalagerekî Sûrî li tenîşt tabloyeke dîwaran a ku wî li Idlibê wênekêş kiriye, ku qala girtîyên di zindana Iqabê ya Tehrîr el-Şam dike. [Wêne ji Kampanyaya "Nebedîyên di Zindanên Tehrîr el-Şam de" hatiye wergirtin]

Hevbendîya Tehrîr el-Şam Duşemê (20ê Nîsanê) ciwanekî Sûrî sêdare kir, ku wê ew li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê girtibû bi tohmeta kufrê û alîgirîya ji rejîma Sûrîyayê re, ligel çend tohmetên din, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku çavkanîyên herêmî teqez kirin ku tu têkilîyên wî bi rejîmê re nebûn û ew ne alîgirê wê bûn, lê tê gotin ku tiştên sivkatîyê bi serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî dikin di telîfona wî de hatin dîtin.

Ev karê hovane yê Tehrîr el-Şam di demekê de tê ku bangewazîyên serbestberdana girtîyan û eşkerekirina çarenivîsa kesên nebedîkirî zêde dibin ji hêla çalakger û sivîlan ve, çalakgerê Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî got ku piranîya van girtîyan dijberên hevbendîya tundrew in.

Muhemed Aqib Hemam Tano yê 19-salî li ser destê Tehrîr el-Şam hat sêdarekirin. [Wêne ji Watan FM hatiye wergirtin]

Muhemed Aqib Hemam Tano yê 19-salî li ser destê Tehrîr el-Şam hat sêdarekirin. [Wêne ji Watan FM hatiye wergirtin]

Posterekî li ser dîwarekî li bajarê Idlibê daxwaza serbestberdana girtîyên di destê Tehrîr el-Şam de dike. [Wêne ji Kampanyaya "Nebedîyên di Zindanên Tehrîr el-Şam de" hatiye wergirtin]

Posterekî li ser dîwarekî li bajarê Idlibê daxwaza serbestberdana girtîyên di destê Tehrîr el-Şam de dike. [Wêne ji Kampanyaya "Nebedîyên di Zindanên Tehrîr el-Şam de" hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam Muhemed Aqib Hemam Tano yê 19-salî sêdare kir piştî girtina wî bi şeş mehan bi tohmeta kufrê.

Ew bi yekê hat tohmetbarkirin piştî ku tundrew li telîfona wî gerîyan û nameyên li dijî Tehrîr el-Şam û Colanî tê de dîtin.

Idlibî dîyar kir ku berî niha Tehrîr el-Şam daxwaz ji serokê encumena Sermînê kiribû ku biçe ba wan û laşê ciwanekî din, bi navê Hesen Salih Ebas, ji wan wergire, yên ku tê gotin ku heta bi mirinê hatibû eşkencekirin.

Ev nûçe bû sedema pêleke berfireh a hêrsê, û çalakger û sivîlan kampanyayek dest pê kir, ku bang li Tehrîr el-Şam dike ku girtîyan serbest berde û çarenivîsa kesên nebedîkirî eşkere bike.

"Piranîya girtîyên di zindanên Tehrîr el-Şam de xebatkarên hawarçûnê û mîdyavan in, yan jî alîgirên hêzên ser bi Artêşa Sûrî ve, yên ku dijberî komê ne," Idlibî got.

Wî daxuyand ku Kampanyaya "Nebedîyên di Zindanên Tehrîr el-Şam de" bû cihê bayexeke mezin di mîdydaya civakî de, û da zanîn ku çalakger belavokan belav dikin û tabloyan li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam wêne dikin.

Idlibî daxuyand ku Tehrîr el-Şam herî kêm 6,000 girtîyan di çar zindanên serekî dihêle: Îqab, Şahîn, Harim û Zindana 500, û çarenivîsa 2,000 kesên din ne dîyar e.

Wî got ku ligel sêdaredana dawî, tê gotin ku Tehrîr el-Şam kesekî din bi navê Fewzî Nîhad Hacûz di meha Adarê de sêdare kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500