Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Turkîya bi hemû hêza xwe êrîş dike berî danûstandinên bi Rûsyayê re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamên opozîsyona çekdar tankeke ku wan ji hêzên rejîma Sûrî desteser kir seh dikin li gundewarê Idlibê. [Wêne li ser Telegram hatiye belavkirin]

Endamên opozîsyona çekdar tankeke ku wan ji hêzên rejîma Sûrî desteser kir seh dikin li gundewarê Idlibê. [Wêne li ser Telegram hatiye belavkirin]

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan Duşemê (2yê Adarê) ragihand ku ew hêvî dike ku bigihine rêkeftinekê derbarê agirbestekê li Sûrîyayê dema ew bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re vê heftîyê bicive.

Piştî çend heftîyan ji tundîyê li parêzgeha Idlibê, Turkîya Yekşemê operesyoneke serbazî ya tam li dijî hêzên Sûrî yên Rûsya piştgirîya wan dike li bakur û rojavayê Sûrîyayê teqez kir piştî êrîşa asmanî ya roja Pêncşemê ku Turkîyayê gazin kir ku rejîma Sûrî 34 leşkerên Turkî kuştin.

Lê Enqerayê israr kir ku ew naxwaze ku yekser şer bi Moskoyê re bike.

Ofîsa Erdogan berî vê teqez kir ku ew dê lûtkeyekê bi Putin re li Moskoyê Pêncşemê li dar bixe daku ew zêdebûna tundîyê nîqaş bikin.

Çekdarên komeke opozîsyona ku Turkyîa piştgirîya wê dike li gundekî li gundewarê Idlibê belav dibin, gundê ku wan ji hêzên rejîma Sûrî vegerand. [Wêne li ser Telegram hatiye belavkirin]

Çekdarên komeke opozîsyona ku Turkyîa piştgirîya wê dike li gundekî li gundewarê Idlibê belav dibin, gundê ku wan ji hêzên rejîma Sûrî vegerand. [Wêne li ser Telegram hatiye belavkirin]

"Ez hêvî dikim ku (Putin) dê tedbîrên pêwîst li wê deverê pêk bîne, mîna agirbestekê û ku em dê çareserîyekê ji vê meseleyê re bibînin" Erdogan di gotareke liser televîzyonê ji endamên partîya xwe re li Enqerayê got.

Di heman demê de, rejîma Sûrî roja Duşemê soz da ku ew dê li hember hêzên Turkî yên êrîşî hêzên wê yên Rûsya piştgirîya wan dike derkevin, mîdyaya dewletê ragihand.

Wezîrên derve yên Yetkîtîya Ewropayî dê civîneke lezgîn li dar bixin vê heftîyê daku şerê li Sûrîyayê yê xirab nîqaş bikin, serokê siyaseta karên derve di Yekîtîya Ewropayî de Josep Borell roja Yekşemê got.

Şerê li Idlibê "gefeke cedî ye li ser aştî û aramîya navdewletî" ligel encamên mirovî yên yên xeternak û tiştê ku dê di pey re were, wî di daxuyanîyekê de got.

Yekîtîya Ewropayî "hewcedarîya wê heye ku xebatên xwe du taq bike daku karibe vê krîza mirovî ya tirsdar bi hemû alavên berdest çareser bike", wî got.

Rejîma Sûrî careke din dikeve Seraqibê

Hêzên rejîma Sûrî, ligel alîkarîya cewî ya Rûsî, careke din derbasî bajarokê Seraqibê yê li bakur û rojavayê Sûrîyayê bû roja Dûşemêpiştî berî çend roja çekdarên opozîsyonê ji wan standibû, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Lê peyvdarê opozîsyonê Nacî Mustefa angaşt ku hêzên rejîmê tenê beşek ji bajarê reşan vegerandiye, bajarê ku bi temamî ji niştecîyên xwe vala ye.

Rewangehê got ku rejîma Sûrî hêzên xwe yên taybet û çekdarên hevalbend ji Hizbulaha Lubnanê weke piştevanî ji devera Seraqibê re derengî roja Yekşemê belav kirin weke amadekarî daku bigire ser bajarok.

Dora 23 çekdarê opozîsyonê û yên tundrew di êrîşa asmanî ya Rûsî de û pevçûnên şevê de hatin kuştin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Rewangeh dibêje ku bêtirî 90 leşkerên rejîmê di bombebarandina Turkî de hatine kuştin ji roja Înê ve, û herwiha 10 çekdarên Hizbulah a hevalbend.

Seraqib li ser xaçerêya çarêyên M4 û û M5 dikeve, rêyên ku Şamê bi asêgeha rejîmê ya li ser beravê Laziqîyayê bi Helebê ve girê dide.

Turkîya du balefirên şer ên Sûrî tîne xwar

Roja Yekşemê, mîdyaya dewleta Sûrî ragihand ku hêzên rejîmê balrfireke bê balefirvan a Turkî nêzî Seraqibê anî xwar.

Êrîşên Turkî yên bi balefirên bê balefirvan 19 leşkerên rejêmê kuştin roja Yekşemê, Rewangehê got, di êrîşên li ser karwanên serbazî li devera Cebel Zawîyayê û baregehekê li nêzî Maeret Numanê.

Raport piştî bi çend saetan ku Turkîyayê du balefirên şer ên Sûrî anîne xwar hat.

"Sîstemeke dijî balefiran ya ku yek ji balefirên me yên bê balefirvan a serbazî anî xwar û du sîstemên dijî balefiran hatine wêrankirin û du balefirên rejîmê yên SU-24 ên êrîşî balefirên me dikirin anîn xwar," wezareta berevanîyê ya Turîkyayê ragihand.

Herdu balefirên şer ên SU-24 ên Hêza Cewî ya Sûrî li devera Idlibê naîn xwar dema wan xwe amade dikir ku êrîşeke asmanî li nêzî Seraqibê bi cih bînin, çalakgerê xwecihî Heysem Idlibî ji Duyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek çalakgeran ketina balefiran û daketina balefirvana bi paraşûtan hatine xwar ser erdê dît û belge jî kir.

Ligel du balefirên şer, rejîma Sûrî û hevalbendên xwe pêdivîyên serbazî di van şerên dawî de ji dest dan, wî got, di nav wan de bi dehan navgînên serbazî û tank.

Çekdarekî alîgirê Feyleqa Pasdaran hat kuştin

Idlibî got ku herwiha bi dehan çekdarên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di van şerên dawî de li beşinan ji Idlibê hatin kuştin.

Li gorî jêderên xwecihî, wî ji Diyaruna re got ku 12 çekdar ji Hizbulaha Lubnanê di nav mirîyan de ne û bi dehan çekdarên din ên Hizbulah hatine birîndarkirin.

Raport dibêjin ku laşên mirîyan li bin molozên avahîyên ku rastî bombebarandina giran hatin dorpêçkirî dimînin.

Raport di mîdyaya xwecihî û Îranî de mirina 18 çekdaran ji milîsa Zeynebiyûn ku (ji çekdarên Pakistanî pêk tê) û sê jimilîsa Fatimiyûn ku (ji çekdarên Afxanî pêk tê) teqez dike, ku herdu Îran piştgirîya wan dike, Idlibî got.

Wî ragihand ku çalakgeran mirina bi dehan endamên hêzên rejîma Sûrî, çi efser û çi leşker, belge kir, ligel raportên seretayî yên destnîşan dikin ku bêhtir ji 50 kesan di şerê Idlibê de hatin kuştin.

Idlibî teqez kir ku gelek kesên din jî hatine kuştin di bombebarandina topavêjê de ji alîyê komên çekdar ên Turkîya piştgirîya wan dike û êrîşên asmanî yên bi balafirên bê balefirvan tên bicihanîn, yên bi navê dronan tên naskirin.

Wî da zanîn ku van hêzan roleke mezin di rawestandina pêşketina hêzên rejîma Sûrî û milîsên alîgirên wan de gerand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500