Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

NY: 170,000 kes li çolê dijîn li bakur û rojavayê Sûrîyayê

AFP

Wêne ji kurekî bêwar ê Sûrî re hat kişandin li kampekê li Sermedayê li bakur û rojavayê parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûrîyayê di 17ê Sibatê de. [Ramî Seyid/AFP]

Wêne ji kurekî bêwar ê Sûrî re hat kişandin li kampekê li Sermedayê li bakur û rojavayê parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûrîyayê di 17ê Sibatê de. [Ramî Seyid/AFP]

Keçeke Sûrî radihêze selikekê li Sermedayê li parêzgeha Idlibê di 17ê Sibatê de. [Ramî Seyid/AFP]

Keçeke Sûrî radihêze selikekê li Sermedayê li parêzgeha Idlibê di 17ê Sibatê de. [Ramî Seyid/AFP]

Jineke bêwar radihêje zarokekê li kampekê li Sermedayê li parêzgeha Idlibê di 17ê Sibatê de. [Ramî Seyid/AFP]

Jineke bêwar radihêje zarokekê li kampekê li Sermedayê li parêzgeha Idlibê di 17ê Sibatê de. [Ramî Seyid/AFP]

Bêwarên Sûrî li motorekî siwar in dema ew digihine kampa Dêr Belûtê li gundewarê Efrînê li dirêjahîya sînorê bi Turkyayê re. [Ramî Seyid/AFP]

Bêwarên Sûrî li motorekî siwar in dema ew digihine kampa Dêr Belûtê li gundewarê Efrînê li dirêjahîya sînorê bi Turkyayê re. [Ramî Seyid/AFP]

Tê texmînkirin ku 170,000 ji dora 900,000 sivîl zor li wan hatiye ku dev ji malên xwe berdin pêleke bêwarbûnê ya mezin li bakur û rojavayê Sûrîyayê ku li çolê dijîn, NY roja Pêncşemê (20ê Sibatê) got.

Bêwarbûna herî mezin ji çaxê ku şerê navxweyî li Sûrîyayê dest pê kir berî dora neh salan di demsala zivistanê de tê, ku pileya germahîyê jêrî sifir Celsius e û berf li hin navçeyan bariyaye.

"Şert û mercên zivistanê yên dijwar êşa van kesên perîşan zêde dikin ên ku ji ber tundîyê ji malên xwe reviyan, piranîya wan gelek caran bêwar bûn di her neh salên şer de" NY got.

Di raporta xwe ya dawî de, Ofîsa NY bi Hevahengîkirina Kar û Barên Mirovî got ku pênceyek ji wan xelkên vê dawîyê bêwar bûn razayî bûn.

Keçek radihêje stilekê dervey penageheke demkî de, cihê ku Sûrî lê bêwar bûn ji ber pêşketina hêzên rejîmê lê bi cih bûne li gundewarê gundê Seharayê, li qeraxa parêzgeha Helebê ji alîyê rojava ve, di 15ê Sibatê de.. [Ibrahîm Yûsif/AFP]

"Dora 170,000 kesan ji wan kesên vê dawîyê bêwar bûne tê texmînkirin ku li çolê dijîn an di avahîyên ne tamakirî de," wê got.

NY got ku kampên ku hin ji wan penaberên din dihewîne mişt bûne û ku gelek malbatan kon li ser erdê vedan bê xizmetguzarîyên giştî mîna evdestan.

Hewcedarî heye ku nehêlin bobelateke mirovî çêbibe

Mezinê hevahingerê kar û barên mirovî yê NY Mark Lowcock destpêka vê hefteyê hişyarî da ku hewcedarî bi agirbestekê heye da nehêlin bobelateke mirovî ya berfireh çêbibe ku berî vê di şerê Sûrîyayê de nehatiye dîtin.

Lê di dengdana roja Çarşemê de li Encumena Ewlehîyê, Rûsyayê biryareke ku daxwaza agirbestekê dike qedexe kir.

Bi piştgirîya balefirên şer ên Rûsî, rejîma Sûrî û hêzên hevalbendên wê nêzîkî asêgeha dawî ya opozîsyona çekdar bûn.

Tevgereke kelbetanî ya hêzan ku di rêya xwe de ber bi Idlibê ve diçin ji başûr ve û ji Helebê ve ber bi rojhilat ve ku zona şer piçûk dikin.

Herwiha ew zorê li dora sê milyon kes dike ku ber bi devereke dorpêçkirî û mişt xelk ve herin nêzî sînorê bi Turkyayê re.

NY bang li Turkyayê kir ku pêşwazîya gelek penaberan bike, ew dibêje ku rewş gelekî awarte ye.

Turkya ya ku berî vê mêvandarîya hejmara herî mezin a penaberên Sûrî dike dora 3.6 kes, naxwaze ku herikîneke komele ya din ber wê ve here.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500