Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Komên hevalbendên Îranê li Amaraya Îraqê tên armanckirin

AFP

Endamine Hêzên Heşda Şebî weke pasvan radiwestin di rêveçûneke şînî de bo Wîsam Elyawî, fermandarekî milîsa Esaib Ehil el-Heq, li Bexdayê di 26ê Cotmehê de. [Ehmed Rubêiî/AFP]

Endamine Hêzên Heşda Şebî weke pasvan radiwestin di rêveçûneke şînî de bo Wîsam Elyawî, fermandarekî milîsa Esaib Ehil el-Heq, li Bexdayê di 26ê Cotmehê de. [Ehmed Rubêiî/AFP]

Li başûrê Îraqê xwenîşandan û tundî tên dîtin roja Sêşemê (10ê Kanûna Yekem) dema ku xwepêşandanên ku di 1ê Cotmehê de dest pê kirin berdewam in bê hedan, jêderên ewlekarî got.

Polîs got ku bajarê Emarayê yê li başûrê welat bi çar teqînên teqrîben hevdem hat hejandin, teqînên ku du avahîyên komên çekdar ên alîgirê Îranê armanc kirin.

"Sê bombeyên dengî du avahî û maleke serkirdeyê Esaib Ehil el-Heq aramnc kirin û teqenenîyeke bidestçêkirî mala fermandarekî Ensar Ellah el-Ewfiya armanc kir," polîs got.

Esaib Ehil el-Heq yek ji komên herî desthilatdar e di Hêza Heşda Şebî de, toreke ji komên çekdar ku Ensar Ellah el-Ewfiya jî herwiha yek ji pêkhateyên wê ye.

Jêderên bijîşkî ragihand ku sê di teqînan de hatin birîndarkirin.

Di sala 2014an de hat damezrandinda ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bike piştî ku rêxistinê dest danî ser rûberine berfireh li bakurê Îraq û cirana wê Sûrîyayê, Hêza Heşda Şebî ji gelek milîsan pêk tê, gelek ji wan Îran piştgirîya wan dike..

Li gorî jêderên ewlekarî, êrîş li dijî koman hatin bicihanîn ji ber dilsozîya wan ji Îranê re, ya ku desthilatdarîya wê li Îraqaê zêde dibe, bi taybet di rêya komên çekdar re yên ku wê demeke dirêj temwîl kirin û rahênan kirin.

Komên çekdar bi tundîyê bersûc in

Êrîşê Sêşemê demeke kurt piştî xwinrijandina vê dawîyê li gelek bajarên Îraqî tê, herî dawî 24 hatin kuştin, di nav wan de çar zabitên polîs, di êvara Înê de li orta Bexdayê.

Dewlet û xwepêşander zilamên çekdar bi bicihanîna tundîyê bersûc dikin, ê yekem dibêje ne gengaz ku wan kesên berpirs nişan bide, lê yê dawî dezgehên alîgirê Îranê destnîşan dike.

Ji 1ê Cotmehê ve, Bexda û başûr mişt xwepêşandanên dijî gendelîyê, xizmetguzarîyên giştî yên qels, kêmbûna kar û destwerdana siyasî ya berçav ji alîyê Îranê ve bû.

Bêtirî 450 kesî hat kuştin û bêtirî 20,000an birîndar bûn di tevgerên xwenîşandanê yên bêhempa de yên çaksazîya rejîma siyasî daxwaz dikin.

Xwenîşander ji gelek bajaran li başûr roja Sêşemê tevlî bi hezaran xwepêşanderên ku ev du meh in li Meydana Tehrîrê civiyane bûn, meydana ku navenda xwepêşandanan e li paytextê.

"Em hatine da ku em piştgirîya birayên xwe bikin li Bedayê," çalakekî di tevgerê de li Nasirîyayê, Heyder Kazim, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi Xwedê, Lanet li Asaib û Îranê be! Ew gewad in!

BERSIV BIDE