Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şênîyên Idlibê tama rehetîyê dikin piştî mirina Bexdadî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev otombîla peretî li pêş komavahîya ku serokê DAIŞê yê kuştî Ebû Bekir Bexdadî xwe lê vedişart li gundewarê Idlibê tê dîtin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Ev otombîla peretî li pêş komavahîya ku serokê DAIŞê yê kuştî Ebû Bekir Bexdadî xwe lê vedişart li gundewarê Idlibê tê dîtin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Hestekî rehetîyê li herêma Idlibê berqerar e piştî operasyona serbazî ya serkeftî ya kuserokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Ebû Bekir Bexdadî, kuşt, çalakger û şênîyan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku mirina Bexdadî ne bitenê mizgînîya DAIŞê dide, belê ya hemû komên terorîst ên din ên ku li Sûrîyayê cih digirin, di nav de Tehrîr el-Şam.

Çalakger dibînin ku van koman ziyan gihand şoreşa Sûrîyayê, û di encamê de gelê Sûrîyayê jî, û hişt ku ew bibin nêçîra terorîzmê.

Serokê DAIŞê yê ku li dûrî çavan bû di êrîşekê de roja 27ê Cotmehê ku hêzên taybet ên Amerîkî li bakurê-rojavayê Sûrîyayê pêk anîn mir.

Du endamên komeke tundrew parastina konekî dikin li gundewarê Idlibê ku paşmahîyên kelaşê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li wir hatine komkirin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Du endamên komeke tundrew parastina konekî dikin li gundewarê Idlibê ku paşmahîyên kelaşê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li wir hatine komkirin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Rêxistinê xelefê wî bi nav kir "Ebû Brahîm Haşimî el-Qureşî".

Serokê nû yê DAIŞê"ne naskirî ye" û xuyayî ye ku navûdengîya wî kêm e, berpirsekî bilind ê Amerîkî roja 7ê mijdarê ragihand.

''Serketina azadîyê''

"Kuştina serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî serketineke azadîyê ye li ser terorîzmê," şênîyê Maeret Numanê Hanî Numan wiha got.

"Ev nameyke ji hemû kesên ku dixwazin rêya terorîzmê bişopînin, ya ku li dijî aqil û hemû nirxên mirovî û olî ye," wî got.

"Kuştina Bexdadî dê terorîstên li herêmê bitirsîne û bihêle ku ew birevin, û dê bihêle ew bibin armancên hêsan ji Hevpeymanîya Navdewletî re," wî ji Diyaruna re got.

Numan got ku şênîyên Idlibê dixwazin kuştina rêberên din ên terorîstan û bidawîhatina hebûna hemû komên tundrew bibînin, "ên ku jîyan li wan kirine dojeh".

"Ew pir bi pereş in ku vegerin jîyana xwe ya asayî," wî got.

Wî got ku yek ji serencamên herî xerab ên cihgirtina komên tundrew di şerê Sûrîyayê de ew e ku vê yekê "pêvajoya şoreşê ji rê bir û hişt ew bi terorîzmê were tawanbarkirin".

Numan got ku van koman hemû kesên ku li dijî nerînên wan bûn ji nav birin, di nav de sivîl, sîyasetvan, çalakger û şervan, ku hinek ji wan kuştin, û hinek girtin û hejmareke mezin neçar kirin ku ji deverên li jêr kontrola wan birevin.

DAIŞ rastgotinê ji dest dide

"Sivîlên Idlibê bi mirina serokê DAIŞê kêfxweş in," çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî daxuyand ku lê ew "kêfxweşîya xwe vedişêrin ji tirsa komên terorîst ên li herêmê berbelav in, di nav de Tehrîr el-Şam û Huras el-Dîn".

"DAIŞê xwe li pişt dereweke mezin a nezelalîyê, nehênî û desthilatê veşart, û ev derew li dora serokê wê Bexdadî jî hatibû çêkirin, ê dihat nîşandan ku ew naşike," wî got.

Idlibî got ku piştî kuştina wî ev hemû hate rûxandin û rêxistinê bawerîya xwe di nava sivîlan de ji dest da, "bi taybetî ku Bexdadî li ser bingehaagahîne pir bi dîqet hat kuştin".

"Gendelî di nava DAIŞê de pir e û pere xema herî mezin a mîrên rêxistin û endamên wê ye, ne bawernameya olî ya ku wan angaşt dikir," wî got.

Sivîl dibînin ku "mirina Bexdadî nameyek bû ji hemû terorîstên li herêmê re ku dest ji tundrewîyê berdin", çalakgerê ji Idlibê Museb Esaf got.

Ew bawer dikin ku mirina wî "dê ciwanên Sûrî ji tevlîbûnê, karkirinê yan jî şerkirina di nava rêzên DAIŞê yan komên din ên terorîst sar bike", wî ji Diyaruna re got.

"Name zelal e: tu terorîst dê ji cezayê nefilitin ji ber tawanên wan ên di derheqê xelkê û mirovahîyê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500