Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka alavên cezayê yên nû îlan dike bo armanckirina terorîstan

Faris Omran

Amerîka ceza li ser toreke şehnê ya mezin ya ku Feyleqê Pasdaran bi rê ve dibe sepandin, tora ku fêdê li hevalbendên welat ên herêmî dike, di nav wan de rejîma serokê Sûrî Beşar Esed. [Wêne ji Kompanîya Neftê ya Nîştimanî ya Îranî hatiye wergirtin]

Amerîka ceza li ser toreke şehnê ya mezin ya ku Feyleqê Pasdaran bi rê ve dibe sepandin, tora ku fêdê li hevalbendên welat ên herêmî dike, di nav wan de rejîma serokê Sûrî Beşar Esed. [Wêne ji Kompanîya Neftê ya Nîştimanî ya Îranî hatiye wergirtin]

Amerîka Sêşemê (10ê Îlonê) alavên nû bo nûkirin û bihêzkirina cezayên li dijî terorîzmê ragihandin, Wezareta Derve ya Amerîkî got.

Herwiha wê cezayên nû li ser tekekes û pêgehên ji 11 rêxistinên terorîst îlan kirin, di nav wan de Feyleqê Pasdaran, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaîda.

Alavên nû dê derfetê bidin hikûmeta Amerîkî ku bi awayekî baştir serkirdeyên rêxistinên terorîst armanc bike û bide dûv tekekesên di rahînankirina terorîstan de beşdar dibin, Wezîrê Gencîneyê Steven Mnuchin got.

Herwiha ew dê rê bidin ku "cezayên din bisepînin ser sazemenîyên darayî yên biyanî yên ji qesd diravkarîyan radayî yên mezin pêk anîn an hêsan kirin ji kesên cezakirî re û wan kesên ku bi taybet ji Terorîstê Cîhanî yê Destnîşankirî re kar dikin an li şûn wê kar dikin armanc bikin", wî got.

Hêzên Feyleqê Pasdaran di nimayeşeke serbazî de tên dîtin di Nîsana 2019an de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Feyleqê Pasdaran di nimayeşeke serbazî de tên dîtin di Nîsana 2019an de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev tedbîr dê derfetê bidin Wezareta Derve û ya Gencîneyê ku "bi awayekî yekser serkirdeyên rêxistinên terorîst û desgehên girêdayî wan armanc bikin bê ku serkirdeyê terorîst bi ti kirarên destnîşankirî ve girêdin", Wezîrê Derve Mike Pompeo got.

Wezareta Derve roja Sêşemê navê 12 serkirdene terorîst yên destnişankirî îlan kir.

Pompeo got ku di nav wan de "walîyê Îraqê" yê DAIŞê û emîrê berê yê bombeyên bidestçêkirî, çar endamên berz ên encumena Cîhad Hizbullah û serkirdeyên Hemas û şaxê DAIŞê li Fîlîpîn û Afrîqaya Rojavayî û Talîbanê.

Herwiha cezayan Huras el-Dîn, şaxekî Qaîdayê ye li Sûrîyayê, armanc kir.

Ligek van pêngavan, Wezareta Gencîneyê 15 terorîstên girêdayî DAIŞê, Qaida, Feyleqê Pasdaran û hin rêxistinên terorîst ên li jêr heman desthilatdarîyê destnîşan kirin.

Armanckirina tora şehnkirina neftê ya Feyleqê Pasdaran

Ev cezayên nû tên piştî cezayên 4ê Îlonê li ser tora şehnkirinê ya Amerîka got ku Feyleqê Pasdaran bi rê ve dibe û not kir ku wê bi milonên bermîlan neft bo fêda Serokê Sûrî Beşar Esed firoşt, AFP ragihand.

Cezayan 16 pêgeh, 10 tekekes û 11 gemîyan dan ber xwe.

Wezareta Derve got ku Hêza Quds piştgirîya Esed û milîsa Hizbulaha Lubnanî kir bi rêya şehên nefta xav, piranîya wê ji Sûrîyayê re.

"Rejîma Îranî mifayê ji rêxistinên terorîst dike weke kenala xwe ya sereke bo şaşwazkirin û firoştina bi sed milyon dolaran ji neftan ne qanûnî da ku acindeyên xwe yên kirêt temwîl bike," said Sigal Mandelker, wekîlê wezareta Gencîneyê bo karûbarên terorîzmê û hewalgirîya darayî, ragihand.

"Îran berdewam kirarên hêrsker dike da ku aramîya herêmê û cîhanê xilûl bike. Kirara Wezareta Gencîneyê li dijî torên petrolê ya berfireh bi awayekî zelal dîyar dike ku ew alîyên nefta Îranî dikirin bi awayekî yekser piştgirîya milîsa Îranê û çengê terorîst, Hêza Qudis a Feyleqa Pasdaran dikin," Mnuchin got.

Divê ceza "weke hişyarîyeke xurt bin ji çi kesê difikire ku firoştina neftê ji Hêza Gudsê re hêsan bike, ji ber dê serencamên lezgîn hebin", wî got.

Wezareta Derve bi awayekî cuda got ku dê 15 milyon $ weke xelat pêşkêş bike bo agahîyên ku dê karibin mîkanîzma darayî ya Hêza Qudis a Feyleqê Pasdaran asteng bikin.

Cezayan "jêdereke sereke ya qezencan" qut kir

Cezayên nû beşkin ji planeke Amerîkî da ku rola Îranî herêmî kêm bike ya ku gefekê li ser welatên Rojhilata Navîn çêdike, pisporê siyasî Enmar Durûbî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku pêwîst e ku kiryarin bêtir werin pêkanîn da ku rê li ber pêşketina wê bigirin û li dijî çalakîyên wê derkevin, çalakîyên wê yên gefê li ewlehîya wan welatan dixwe.

Ceza "pabendîya Amerîkayê bo berdewamkirina kirara cezayî li dijî Feyleqê Pasdaran" destnîşan dike, şirovekerê siyasî Xazî Feysel Husên ji Diyaruna re ragihand.

"Ev tor beşekî jîndar bû ji qezencên aborî yên Îranê û û çalak bûn di şehnkirina nefta xav ya Îranê û berhemên petrolê bo rejîma Beşar Esed di rêya deryayê re," wî got.

Îranîyan "qezencên bi sed milyonên dolaran ji vê çalakîya bazirganîya ne qanûnî wedigirt a ku bi timamî ji bo temwîlkirina Feyleqê Pasdaran re dihat şandin û bo ardûkirina operasyonên wê yên terorîst", Husên, ê ku diplomatekî berê bû, got.

"Ceza dê jêdereke sereke bo qezencên temwîlkirina rejîma Îranî û şaxên wê bigire, ev yek dê bêtir li wan asê bike û çalakîyên wan sînor bike, çalakîyên armanc dikin ku tevlihevîyê li dervey sînorê wan belav bikin " wî got.

"Amerîka bi ser ket di rêya zincîra cezayan da ku berjewendîyên Îranî bi 100 kompanîyên li seranserî cîkanê kêm bike," wî got.

"Van kompanîyan bi awayekî erênî bersiv da li hember qeydên ku li ser Îranê hatin sepandin yên nahêlin ku ti partî yan desgeh, eger kompanî yan tekekes ti şêweyê piştgirî ya hêsankirinê ji rejîma Îranî re dabîn bike ," wî got.

Divê rejîma Îranî "li siyaseta xwe vegere û û xeterîya bigihêje wê ji berhengarîya civaka navdewletî û hewldanên wê yên berdewam ku bandorê li aramî û ewlehîya cîranan bike bibîne," Husên hişyarî da.

Aborîya Îranê rastî hilweşanê tê

Serkirdeyên Îranî "bi tenê berpirs in ji îzole û paşveçûna aborî ya ku îro xelkên wan derdê wê dikişînin ji ber siyaseta wan a xirab", wî got.

"Aborîya Îranî rastî paşveçûneke mezin tê ji ber gelek pîşesazî û xetên berhemkirinê nema kar dikin û betalî di nav ciwanan de zêde bûye dora heft milyonan," Husên got.

Wî got ku zêdeyê vê yekê, bênirxbûn,wate inflasyon, hişt ku feqîrtî belav bibe, û raport destnîşan dikin ku dora 35 milyon Îranî li jêr xeta feqîrtîyê dijîn.

"Xelkên Îranî nema şert û mercên jîyana xwe tehmûl dikin, herwekî ku serkirdeyên wan pirsgirêkên wan paşguh dikin û nêt dikin ku welatê wan bikişînin dijberîyê bi cîhanê re," wî got.

Wî got ku nerazîbûnên li dar li bajarên Îranê "delîlekî dîyar in li ser enerîya gel ya ku zêde dibe herwekî ku serkirdeyên Îranî gazincên wan ên xwecihî paşguh û red dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500