Nûçeyên Iraqê
Civak

Ji DAIŞê ber bi pêşangehê ve:Hunerên enbarê vedigerin

Sêf Ehmed li Enbarê

Modileke Îraqî komeke kincan ya nûjen nîşan dide li gel kincine nerêt di pêşangeheke modeyê ya 18ê Tebaxê de li Bajarê Geştyarî yê Hebanîyayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Modileke Îraqî komeke kincan ya nûjen nîşan dide li gel kincine nerêt di pêşangeheke modeyê ya 18ê Tebaxê de li Bajarê Geştyarî yê Hebanîyayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wênekêşek wêneya dikişîne dema ku modileke Îraqî bi fistanekî dizaynkirî xuya dike di pêşangeheke modeyê de li Enbarê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wênekêşek wêneya dikişîne dema ku modileke Îraqî bi fistanekî dizaynkirî xuya dike di pêşangeheke modeyê de li Enbarê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Modileke Îraqî kincekî fireh yê dizaynkirî di pêşangeheke 18ê Tebaxê de nîşan dike li Şanogeha Babîlonî ya Hebanîyayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Modileke Îraqî kincekî fireh yê dizaynkirî di pêşangeheke 18ê Tebaxê de nîşan dike li Şanogeha Babîlonî ya Hebanîyayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Zarokekî hincekê modilan li xwe dike di pêşangeheke modeyê de li Enbarê, pêşangeha ku kincan ji bo hemû emiran dihewîne. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Zarokekî hincekê modilan li xwe dike di pêşangeheke modeyê de li Enbarê, pêşangeha ku kincan ji bo hemû emiran dihewîne. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Geştyarên Îraqî û niştecîyên xwecihî li pêşangeheke modeyê li gel performeke mûzîkî li Şanogeha Babîlonî ya Bajarê Geştyarî yê Hebanîyayê temaşe dikin di 18ê Tebaxê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Geştyarên Îraqî û niştecîyên xwecihî li pêşangeheke modeyê li gel performeke mûzîkî li Şanogeha Babîlonî ya Bajarê Geştyarî yê Hebanîyayê temaşe dikin di 18ê Tebaxê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Modilên û dizaynerên cilan ên Îraqî di pêşangeheke modeyê de beşdar bûn li Bajarê Geştyarî yê Hebanîyayê -- bûyera yekem di vî warî de li Enbarê ji çaxê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di havîna 2014an de girte ser parêzgehê.

Pêşangeha 18ê Tebaxê li Şanogeha Babîlonî dijberîyeke mezin ji rojên ku DAIŞê şirovekirinên xwe yên ji şerîetê re li ser gel sepandin û ew kesên ku ne pabend bûn bo qanûnên wê yê tund derbarê kincan pêşkêş kir.

"Vegera ewlehî û aramîyê li Ebarê û alîkarîya ji alîyê welatîyan bi ajansên ewlekarî re da ku ewlehîyê li deverên rizgarkirî biparêzin, bandora vê yekê hebû di vegera çalakîyên çandî, wêjeyî, û hunerî," grînendeyê giştî yê Bajarê Geştyarî Mueyid Meşûh ji Diyaruna re ragihand.

Ev çalakî pêşangehên modeyê yên nûjen dihundirîne, wî got, pêşangeha ku kincên jin û zarokan nîşan da, "modilên ji hemû parêzgehan dihundirîne û dizaynên kincan yên dizaynerên Îraqî yên ku berdewam nûjenîyê dişopînin".

Modileke Îraqî fistanekî şevê nîşan dide di pêşangeheke 18ê Tebaxê de li Şanogeha Babîlonî ya Hebanîyayê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Modileke Îraqî fistanekî şevê nîşan dide di pêşangeheke 18ê Tebaxê de li Şanogeha Babîlonî ya Hebanîyayê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Pêşangeha modeyê serkeftineke mezin bû," wî got û rêjeya beşdarbûnê ya bilind destnîşan kir.

"Bendora vegera aramîyê hebû ku jîyan û çalakîya çandî vegere normal," wî anî ziman û not kir ku çalakî û bûyerên hunerî li Enbarê nemabûn dema ku DAIŞê parêzgeh kontrol kir.

Li gel pêşangeha kincan, wî got, pêşangeha modeyê bi mûzîkê re hevrê bû li gel performên koma mûzîkê ya Enbarê ya ku pêşwazîya kesên beşdarbûyî dikir.

Çalakîya geştyarî vedigere

Pêşangeha modeyê bi piştgirîya ji alîyê hikûmeta xwecihî ve hat organîzkirin, Elî Fehdawî, şêwirmendê parêzgerê parêzgeha Enbarê bo kar û barên çandî, got.

Hikûmeta xwecihî piştgirîya "hemû çalakîyên ku nûnerîya aştî, wêje û çandê dike û xizmeta welatîyên Enbarê dike", wî ji Diyaruna eşkere kir.

"Pêşangeha modeyê ya ku li Bajarê Geştyarî yê Hebanîyayê hat lidarxistin çalakîya yekem bû di vî warî de û modilên modeyê hundirand , di nav wan de jin û zarok, ên ku kincên hejmareke dizaynerên [Îraqî] dizayn kirin pêşkêş kirin," wî got.

Du dizayner, Meyar Amirî û Hind Îraqî, kincên "nerêt û yên nûjen" pêşkşê kirin, wî got.

"DAIŞ bi dawî bû," wî eşkere kir ûnot kir ku "aniha serkeftinek li dûv serkeftinekê li Enbarê tê bidihanîn, ya ku pêleke avahîyê û bûyerên çandî û wêjeyî, pêşangehên hunerî û karên şanoyî lê tên dîtin".

Çalakîyên hunerî qedexe bûn dema ku DAIŞê Enbar kontrol dikir, wî got.

"Çalakîya kêfxweşî û geştyarîyê vegeriyane havîngeha Hebanîyayê û Şanogeha Babîlonî û park careke din bo semînar, konferens û pêşangehên hunerî û bûyerên çandî tên bikaranîn," wî got.

"Xwestina mezin" ji modeyê re

"Beşdarbûna min di pêşangeha modeyê ya yekem de li Bajar Geştyarî yê Hebanîyayê hat ji alîyê birêveberîya Hebanîyayê ve û karê min ji dizaynên modeyê yê şevê û yên munasebatên jinan pêk hat," dizayner Amirî ji Diyaruna re got.

"Pêşangehên modeyê gelekî li Enbarê tên xwestin û hat xwestin ku pêşangehne zêde li Remadî û deverin din werin lidarxistin," wî got.

"Ji me hat xwestin ku em kincên ku jin û malbatên Enbarê ji wan hes dikin berhem bikin, di nav wan de sayas [yên nerêt ên Îraqî] û hincên şevê," wê got.

"Pêşangeha modeyê gelekê serkeftî bû û hejmareke modelan ji hejmareke parêzgeha pêşkêş kir," Semah Hisên, a ku yek ji modilan bû, got.

"Ew pêkanîneke mezin bû ji Enbara me ya em jê hes dikin," wê ji Diyaruna re got.

"Yawerîkirina mûzîkî çêjek û nirxekî ciwanî dane pêşkêşkirinên pêşangeha," wê anî ziman û not kir "ku planek heye ku pêşangeheke modeyê ya mezintir nêzî Gola Hebanîyayê li dar bixin".

"Em hatin handan ku em pêşangehan li parêzgehên din berfireh bikin ev yek serkeftina projeyê destnîşan dike," wê got.

"Ez hatim Hebanîyayê da ku ez pêşangehê li gel malbata xwe amade bibim piştî min reklamek li ser medyaya civakî dît," Niştecîyê Remadîyê Xemîs Salh got. "Rêjeya beşdarbûnê bilind bû û pêşkêşkirinê bijare bûn."

"Em hêvî dikin dê pêşangehên berfireh di pêşeroja nêz de hebin" wîDiyaruna re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir baş e!

BERSIV BIDE

Piranîya amadebûyîyan zilam in, erê ka jin? Divê jin ji zilaman bêhtir bin ji ber ku ev cilên jinan in. Wêne nîşan dide ku cih bi awayekî tam nehatiye organîzekirin ji hêla polîs ve, û heykel ji qesdîrê hatiye sazkirin.

BERSIV BIDE

Îslam ne bi tenê kinceke dema ku tu bixwazî tu li xwe bikî. Hûn li bajarekî Îslamî ne, û di welatekî îslamî de, û hûn bi jinên xwe re dîyar dibin li pêş xelkê. Ev şerm e.

BERSIV BIDE