http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/08/20/feature-03

×
×
Mafên Mirov |

Qerebûyên qurbanîyên Nînewayê yên DAIŞê tên dayîn

Xalid Taî

Serokê komîteya qerebûyên Nînewayê Dadwer Muzefer Mehdî Salih d4ê Gulanê de şandeyekê ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov a Îraqî amade dike. [Wêne ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov a Îraqî hatiye wergirtin]

Qerebûyên darayî gihaştin 36,000 niştecihên parêzgeha Nînewayê ya Îraqî yên zîyan li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dîtine yan di dema şerê qewitandina rêxistinê de, berpirsinan got.

Komîteya qerebûyan a Nînewayê Sêşemê (20'ê Tebaxê) ragihand ku wê "qerebû pêşkêşî 6,000 welatîyî kiriye," serokê komîteyê Dadwer Muzefer Mehdî Salih wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku endamên van malbatan ên jîyana xwe ji dest daye, her wiha ên êş ji ber destê DAIŞê kişnadine yan jî di heyama operasyonên serbazî yên ji bo qewitandina rêxsitinê ji parêzgehê hatibûn destpêkirin de.

Salih da zanîn ku "komîteyê 30,000 rêkar ji kesên xwedî erd re jî pêk anîye yên ji hêla terorîstan xerab bûn an jî ji ber şaştîne leşkerî," ku bi taybetî nîşan bi mal, erd û siwareyên tayebt kir.

Wî dîyar kir ku qerebûyên darayî li ser qonaxan ango qestan tê dayîn, piştî erêkirina komisyona qerebûyan a navendî li Bexdayê li ser muameleyan û pereyên xwestî jî hatin tarxandin.

Salih anî ziman ku qerebû li gorî qanûna hejmar 20 a 2009an hatine dayîn -- a bi rêya qanûna hejmar 57 a 2015an hatiye rastkirin-- ku maf dide hemû qurbanîyan ku pereyên qerebûnan bistînin.

Li jêr qanûna Îraqî, ji mafê xizmê mirî û kesên pir birîndar bûne pênc milyon dînarên Îraqî (4,200 dolar) weke qerebû werbigirin.

Ev kesên êş kêm dîtine jî dikarin ji 4.5 hata 2.5 milyon dînarê Îraqî bistînin ango (3,775 to 2,095 dolar) ji her kesekî re.

Ev kesên qerebûyan werdigirin her wiha mûçeykî mehane jî distînin.

Zîyanên gihaştine samanên taybet

Wî dîyar kir ku rêjeya qerebûyên kesên samanên wan ên taybet xerabûne "li qaseya xerabûna samanan bixwe vedigere."

Wî destnîşan kir ku ev yek belkî her tiştî bigire nava xwe ji xanîyekî nîvxerabûyî heya jidestdayîna avahiyeke bazirganî bi temamî.

Salih da zanîn ku "500 rêkar heya niha hatine qedandin û ji hêla komîteya qerebûyan a navendî hatiye erêkirin, û ew aniha li benda van kesan e ku pereyên xwe ji Wezareta Darayî bikişînin."

Komîteya qerebûyê ya Nînewayê "bi şev û roj dixebite da rêkarên hemû kesên hatine, bi dawî bike, û heya jê tê dixwaze hejmareke mezin xelas bike," Salih got.

Wî eşkere kir ku komîte "her meh bi sedan xwestek bi dawî dike, ku paşê tê ber destê komîteya navendî bo taqîkirin û erêkirinê."

Salih got ku piştî xwestek tên erêkirin, "rêkarên xerckirin û belavkirina pereyan li ser kesên sûdwer dest pê dikin."

Wî bang li hemû niştecihên parêzgeha Nînewayê kir ku dibînin ew hêjayî van qerebûnan ne li gorî qanûnê, teqez kir jî ku karê komîteyê "dê dewam bike bo parastina mafên darayî yên hemû qurbanîyan."

Tu vê mijarê diecibînî?
20

5 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha
| 2019-08-27

Ew kesên hembêza xwe ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re vekirin ew bi xwe ne yên aniha li ser kursîyan in. Piştî rizgarkirina deveran ji DAIŞê, rewşên xwe çareser kirin weke kesên bi DAIŞê bandorbûyî lê belê kesên bi rastî bandor li wan hatiye kirin rewşa wan nehatiye çareserkirin.

BERSIV BIDE
| 2019-08-26

500 dosya ji nava bi hezarên dosyayên piştî "rizgarkirinê" bi du salan!!! Ma ev ne serkeftinek e?! Helbet!

BERSIV BIDE
| 2019-08-25

Em xelkê Şengalê ne. Me ji bîr nekin!

BERSIV BIDE
| 2019-08-22

Xelkên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin armanckirin, di nav wan Êzîdî, Xristyan, Şîiî, eger li Tele Fer, Şingal, Şebekê be dê şûndanê wergirin. Xelkên Mûsilê pêşwazîya DAIŞê kirin û ew dê şûndanê wergirin. Heta malbatên DAIŞê dê şûndanê wergirin berî xelkên Mûsilê bi xwe. Tiştekî dirust li vî welatî tune ye.

BERSIV BIDE
| 2019-08-22

Ew kesên ku pêşwazîya endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirin malbatên wan bûn. Ew aniha li kampan dijîn, û piranîya wan revîyane Kurdistana Îraqê. Xelkê Mûsilê binketîyên mezin bûn ji ber ku ew rastî du tehedîyan hatin. Ev ji bo zelalkirinê ye.

BERSIV BIDE