Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Dergûşên ku ji ber DAIŞê nêzî qedera mirinê bû, dibin nêçîra bedxwarinê

AFP

Jineke bêwar a Sûrî zarokekê li kampa Holê li parêzgeha Hesekê roja 6ê Sibatê hildigire. [Fadil Sîna/AFP] 

Jineke bêwar a Sûrî zarokekê li kampa Holê li parêzgeha Hesekê roja 6ê Sibatê hildigire. [Fadil Sîna/AFP] 

Xebatkarên nûjdarî yên Sûrî dergûşekê li klînîkekê li kampa Holê li parêzgeha Hesekê roja 6ê Sibatê derman dikin. [Fadil Sîna/AFP]

Xebatkarên nûjdarî yên Sûrî dergûşekê li klînîkekê li kampa Holê li parêzgeha Hesekê roja 6ê Sibatê derman dikin. [Fadil Sîna/AFP]

Jineke bêwar a Sûrî dergûşekê hildigire û ew li hember klînîkekê li kampa Holê roja 7ê Sibatê rawestîye. [Fadil Sîna/AFP]

Jineke bêwar a Sûrî dergûşekê hildigire û ew li hember klînîkekê li kampa Holê roja 7ê Sibatê rawestîye. [Fadil Sîna/AFP]

Wêneyê jin û zarokên Sûrî yên bêwar li kampa penaberan a Holê li parêzgeha Hesekê roja 7ê Sibatê hatiye kişandin. [Fadil Sîna/AFP]

Wêneyê jin û zarokên Sûrî yên bêwar li kampa penaberan a Holê li parêzgeha Hesekê roja 7ê Sibatê hatiye kişandin. [Fadil Sîna/AFP]

Bêwarên Sûrî kampa Holê li parêzgeha Hesekê, ya dikeve bakurê rojhilatê Sûrîyayê, roja 6ê Sibatê li ber xwe birin. [Fadil Sîna/AFP] 

Bêwarên Sûrî kampa Holê li parêzgeha Hesekê, ya dikeve bakurê rojhilatê Sûrîyayê, roja 6ê Sibatê li ber xwe birin. [Fadil Sîna/AFP] 

Bêwarin Sûrî alîkarîya mirovî li kampa Holê li parêzgeha Hesekê roja 7ê Sibatê werdigirin. [Fadil Sîna/AFP]

Bêwarin Sûrî alîkarîya mirovî li kampa Holê li parêzgeha Hesekê roja 7ê Sibatê werdigirin. [Fadil Sîna/AFP]

Ew ji dawîn asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di nava xeterîyeke mezin de revîn, lê dergûşên hestû û çem li kampa bêwaran a Holê li bakurê rojhilatê Sûrîyayê rûbirûyî pêşbazîya jîyanê li hember bedxwarinê dibin.

Otombîlên barhilgir rojane jin û zarokên ji dawîn asêgeha DAIŞê li Deşta Feratê direvin vediguhezin kampa Holê.

"Ew bi tenê çerm û hestû ne dema ew dighêjin vir," Nûjdarê Zarokan di Heyva Sor a Kurdî de Dr. Entar Sîno ji AFP re li klînîkeke meydanî li Holê ragihand.

Ew rastî rewşên dijwar hatin li dawîn asêgeha li jêr kontrola DAIŞê li nêzî Baxûzê, li nêzî sînorê bi Îraqê re, ji ber kêmpeydabûna xwarin, av û dermanan.

Jinên Sûrî li ber klînîkekê li kampa bêwaran a Holê li parêzgeha Hesekê, li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, bendewarîyê dikin, roja 7ê Sibatê. [Fadil Sîna/AFP]

Jinên Sûrî li ber klînîkekê li kampa bêwaran a Holê li parêzgeha Hesekê, li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, bendewarîyê dikin, roja 7ê Sibatê. [Fadil Sîna/AFP]

Xebatkarên Heyva Sor bi lez dergûşan fehs dikin –- bi taybetî yên biçûktir ji salekê -- ji ber dest û lingên wan ên lawaz, çermê zuha, û nîşanên zikçûnê, Sîno wiha got.

"Tîm tevahîya konê pêşwazîyê radimal. Eger ew haleteke bedxwarinê dibînin, ew yekser zarokê dixin ambûlansekê de," Sîno ragihand.

Lê geşta wan li vir bi dawî nabe.

Medîkên li Holê, ya ku bêhtir ji 25,000 bêwaran di heftîyên dawî de gihiştinê paş ku operasyonên serbazî dijwartir bû, karînên wan tune ne ku zarokên bi bedxwarinê derman bikin û divê wan bişînin nexweşxaneyan li bajarê Hesekê, dejmirekê dûrî kampê.

Sîno got ku ev yek dihêle ku her kêlîyeke bi nirx be.

"Ew bi mirî digihêjin. Lê dema ew bi wan re digihêjin û wan dişînin nexweşxaneyê li Hesekê, ew jîyana wan diparêzin," wî got.

"Ew ne bi tenê di heman rojê de. Belê di heman xulekê de."

''Şîr têra wan nake''

Zêdetir ji 37,000 kesî ji asêgeha DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê revîyan di demekê de ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) wê dorpêç dike.

Gelek bi rojan di biyabanê re meşîyan daku xwe bighînin xaleke kombûnê ku QSD ava kiriye, û li wê derê ew tên pişkinînkirin, û xwarin û av ji wan re tê pêşkêşkirin û paşê ew bi otombîlên barhilgir bo Holê tên veguhestin, di geşta ku bi demjimêran dirêj dike de.

Lê dibe ku ew geşta di biyabanê re kujêner be -- herî kêm 35 zarokên sawa di rê de mirin yan paş demeke kurt ji gihiştina wan, li gorî NY.

Yek ji xebatkarên kampê got ku wî dît hinek jinan zarokên mirî bi xwe re ji otombîlan dadixistin û nedizanîn ku ew di rê de mirine.

Rewşa Ehmedê sê mehî jî xerab bû, dayîka wî Istebraq, ya bi regez Îraqî wiha got.

"Min zaroka xwe şîr dida dema ez li Baxozê bûm, lê şîr ne bes bû," jina 22 salî wiha got.

Ew berî 20 rojan revîya bûn û bo Holê hatibûn veguhestin.

"Rewşa wî pir xerab bû, dema em gihiştin kampê, wan ew yekser ji devera pêşwazîyê veguhezt nexweşxaneyê," wê got.

Destûr jêr hat dan ku ew bi wî re biçe Hesekê lê rê nedane wê ku vegere.

Desthildarên Holê rêkarên ewlehî yên tund disepînin ji ber tirs heye ku şervanên DAIŞê di nav sivîlan de reviya bin.

Bedxwarineke dijwar

Bedxwarina dijwar dikre jîyana zarokan bixe xeterîyê de, nemaze zarokên pêçekê.

Li seranserê Sûrîyayê, 18,700 zarokê ku temenê wan li jêr pênc salan e ji ber Bedxwarina dijwar dinalin, li gorî Programa Xwarinê ya Cîhanî.

Heyva Sor a Kurdî got ku wê bi dehan haletên bedxwarinê ji Holê veguhestine Hesekê di heftîyên borî de, û aniha 29 ji wan tên dermankirin.

Lê ew zarokên biçûk dibe ku li kampa Holê jî tûşî kêmxwarinê bibin, Rêxistina Nûjdarî ya Mar Efram, ya ku klînîkeke zarokan li Holê bi rê ve dibe wiha got.

"Eger ew zuha bûbin û tûşî zikçûna berdewam bûbin, em wan yekser dişînin nexweşgehê," perestar Mereh Şêxî ragihand.

"Ew pir bi lez e. Eger tu demjimêrekê dereng bimînî, ew ji ber wan zarokan pir dirêj e," wê got.

Pêncşemê, Mar Efram daxwaz kir ku zarokeke ku rewşa wê tengav bû bo nexweşxaneyê bê veguhestin.

Zaroka bi navê Yeqînberî heftîyekê gihişte kampa Holê, dayîka wî Şama ew hildigirt.

"Ew 10 roj in ku em li vir in lê wezna wî dadikeve, û bilind nabe. Zikê wê diçe û vedirşe," Şama, ya 23 salî, ya ku bi nîgeranî li benda ambûlansekê bû bo biçe Hesekê, wiha got.

"Ez aniha dizanim ku ew tûşî bedxwarineke dijwar bûye. Ez pir bi tirs im," wê got, û Yeqîna pir lawaz û ya ku nedigirî jî di destê wê de bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500