Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Kampanîyeke Îranî kampa serbazî li Diyalayê berfireh dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Nişaneke ku wêneyê serkirdeyê bilind ê Îranî yê berê Rûhulah Xumeynî li ser e li parêzgeha Diyalayê ya Îraqê nirxên "şehadetê" pîroz dike. [Facebook]

Nişaneke ku wêneyê serkirdeyê bilind ê Îranî yê berê Rûhulah Xumeynî li ser e li parêzgeha Diyalayê ya Îraqê nirxên "şehadetê" pîroz dike. [Facebook]

Jêderin Îraqî li parêzgeha Diyalayê ji Diyaruna re gotin ku kampanîyeke Îranî kar dike da ku kampeke serbazî li bakurê Baqûbayê berfireh bike û ji nû ve ava bike, kampa ku di van salên dawî de ji alîyê milîsên ku Îran piştgirîya wan dike hatiye desteserkirin.

Çavkanîne Îraqî, bi mercê ku nasnameyên wan neyên eşkerekirin axivîn, gotin ku kampa berê ya Eşref, ku dora 18 kîlometran li bakurê Baqûbayê ye, tê nûkirin bo piştgirîkirina milîsên ser bi rejîma Îranî ve, yên ku li jêr sîwana Heşda Şaebî tev digerin.

Wan got ku ligel Rêxistina Bedir a alîgira Îranê, ev in milîsên heyî: Ketaib Hizbula, Hereket el-Nuceba û Esaib Ehil el-Heq.

Kamp rûbereke dora 50 kîlometrên ducar dide ber xwe û avahîyên niştecihbûnê, fêrgehekê, navendeke tendirustî û siwênkarine din dide ber xwe.

Kamp aniha bi navê Kampa Ebû Munteder Muhemedawî tê naskirin, piştî ku serokê operasyonên milîsa Bedir, ê ku di şerên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de di sala 2015an de hat kuştin.

"Gelekî pirovaksyonbar e"

Kompanîya Îranî, ya ku jêderên Îraqî dibêjin ku ew bi navê Xedîr Xum e, bi dehan karkerên Îranî anîne.

Kamp li ser şahrêya ku diçe Xalisê, cihê ku hin niştecîyan ji Diyaruna re got ku ew ne dilxweş in ji ber hebûna kompanîyê, dikeve.

Niştecîyê Xalisê Ismaîl Beyatî ji Diyaruna re got ku di 14ê Kanûna Duyem de, destpêka betlenaya dawîya hefteyê ya dirêj, karkerin ji kompanîyê serdana bazara Xalisê kirin da ku xwarinê bikirin û heta êvarê li kafêya xwecihî rûniştin.

Dîmen "ji niştecîyan re proveksyonbar bû ", wî got. "Ew dizanin ku kes ji wan ne xweş e tevî wê yekê jî ew hîn tên, li jêr parastina Haşda Şaebî, ya ku gelekî kirêt e."

"Ew karker mûçeyeke bi qasî 500$ her meh werdigirin, mûçeya ku karkerê Îraqî bêtir hêjayî ye ku wergire," wî got.

Niştecîyekî Xalisê yê din, Husên Casim, ji Diyaruna re got ku ev demeke dirêj e ku ew bê kar e.

“Em dikarin van karan bikin,” wî wiha derbarê berfirehkirina kampa Muntezer Muhemedawî de got.

Binpêkirina qanûna Îraqî

Kamp "qanûna Îraqî binpê dike û gefeke ji ewlehîya gundên nêzîk ew, û ew hatiye amadekirin da ku weke depoyeke cebirxane û çekên mezin be", Muqedem Mihemed Kerawî ji Fermandarîya Operesayonên Diyalayê got.

"Qanûna Îraqî qedexe dike ku teqemenî yan materyalên gefbar ji jîyanê re hebin bi dûrahîya kêmtir ji 40 kîlometran ji bajêr," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku herwiha kompanîya Îranî depoyeke biçûk nêzîkî zevîyekî neftê li ser şahrêya li Xaneqînê çêdike da ku ji milîsên çekdar re bike baregehek.

Kompanîya Îranî "qanûnên xwecihî yên li Îraqê bi wan tê kirin binpê kirin bi tecawizkirina torên dabînkirina av û enerjîyê û avêtina gilêşên hişk", endamê encumena navçeya Xalisê Mihemed Rubeyî, yê xwest ku bernavekî bi kar bîne, got.

Herwiha Kompanî qanûna Îraqî ya derbarê kompanîyên biyanî binpê dike, qanûna ku li gorî wêdivê 60% ji karkerên wê Îraqî bin, wî ji Diyaruna re got.

Çi avahî yan berfirehkirina baregehên serbazî li Îraqê divê ji alîyê Îraqîyan ve werin çêkirin, parlementerê Îraqî ji parêzgeha Diyalayê Raed Dehlekî ji Diyarunanre got.

Wî got ku Îraq dikare bi xwe projeyên xwe ava bike û bi pêdivîyan dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gotareke Baesî ye û pir kevin bûye heta wê radeya ku rizî bûye!

BERSIV BIDE

Her 12 bingehên Amerîkî li Îraqê xeterîyeke mezin li ser yekîtîya xaka Îraqê durist dikin û ew sîwaneke sergirtinê ji CIA û Mesûd û sîxwerên CIA peyda dikin bo ew li seranserê Îraqê tev bigerin. Lê Îran, ya ku pereyan dide û çekan ji Îraqîyên dilsoz re peyda dikin, ew e ya ku xak û xwîna Îraqîyan diparêze û rûmeta jinê misoger dike, piştî ku berî aniha li qehbexaneyên Kendavê, Ewropa û Amerîka bûn, ew dibêjin ku qaşo ew xîyaneteke bo berfirehkirina serbazgeha bo parastina serwerîya Îraqê!!! Lê ev armanca dagirker, xayîn û pêxwasan e.

BERSIV BIDE