Hewlên dawî yên Tehrîr el-Şambo berfirehkirina kontrola xwe li deverên parêzgehên Idllib, Hema û Helebê rastî berxwedaneke gelêrî hat, çalakvanekî xwecihî ragihand.
Hevbendîya tundrew çekdarên komên din ên rikber ji herêmê derxistin, û ew li pey kesên ku wê red dikin dikeve, li gorî lîsteyekî ku navên wan tê de berhevkirî ne, çalakvanê Idlibî Museb Esaf.
Esaf got ku redkirina berfireha gelêrî li dijî Tehrîr el-Şam rexên derveyî yên parêzgeha Idlibê digire nava xwe û herwiha beşê rojavayî yê parêzgeha Hemayê jî.
Esaf got ku lê ev tişt ne nû ye, û da zanîn jî ku niştecihên xwecihî li dijî îdyolojîya tundrew derketin, a ku ew ji destpêka damezrandina xwe pê bang dike, weke Enîya Nusrayê ya girêdayî Qaîdayê, û di rêya yekgirtin û veguhertina nîşanên xwe weke Tehrîr el-Şam .
Esaf dîyar kir ku hêrseke berfireh heye li hember pêdagîrîya Tehrîr el-Şam li ser derxistina hemû çekdarên komên opozîsyonê yên wê red dikin.
Esaf got ku kirinên hevbendîyê yên hovane di şer de, di nav de operasyonên maliştinê di rêya guleberdana ketoberî re, herwiha vê kiryarê hişt ku hevbendî ji hêla sivîlan neyê qepûlkirin li devrên ku ew hewl dide wan kontrol bike.
Esaf anî ziman ku Tehrîr el-Şam hay ji hêrsa gelêrî ya li dijî wê heye, û hewl dide vê yekê di rêya rûniştina bi kesayetine bibandor re li deverên ku ketine dest wê li gundewarê rojavayî yê Helebê dorpêç bike.
Wî got ku ev hevdîtin gefên yekser û cezayên kambax hindirandin, eger xelkê hewl da ku xwepêşandanan li dijî wê li dar bixin.
Esaf da zanîn ku hevbendîya tundrew "ji encumenên xwecihî xwest ku karê xwe berdewam bikin, lê nabe ku tu biryarê bistînin bêyî li nûnerê Tehrîr el-Şam ê li dever an li bajarokê ku encumena xwecihî wê bi rê ve dibe."
Herwiha fermanin ji encumenên xwecihî re derxist ku têkevin jêr desthilatîya rêxistinê ya bi navê hikumeta rizgarîyê , wî anî ziman.
Rûtengijîn li ser şiwitandina alê
Esaf destnîşan kir ku torên civakî bi tevgereke li dijî Tehrîr el-Şam teqîyaye, ji çaxa ku hatiye ragihandin ku hevbendîya tundrew lîsteyeke bi navê dijberên xwe kom kiriye da ku bêhtir bi karîgerî li pey wan bikeve.
Esaf got ku herwiha Tehrîr el-Şam ala şoreşa Sûrîyayê qedexe kirû ya xwe li şûnê ferz kir , weke çawa ev yek li deverên ku li jêr kontrola wê bûn, kir berî şerê dawî.
Wî got ku "wêneyeke endamên Tehrîr el-Şam ku li ser alaya şoreşa Sûrîyayê rawestîyane, û wênene din ku ew alayê dişewitînin derdixe, hêrseke mezin li cem sivîl û çalakvanan çêdikirye."
Esaf anî ziman ku "rewş li gundewarê Idlibê ne li ser hev e ji ber rikandina rêxistinê ya derbasbûna Mearet Nûmanê."
Wî diyar kir ku ciwanin ji deverê, ligel endamên komên çekdar ên li wir, hemû rêyên ku tên bajêr girtine bo şerekî giran, eger rêxistinê biryar da ku bi hêzê derbasî bajêr bibe.