Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rêxistinên mafnasî binpêkirinên Tehrîr el-Şam qeyd dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamin ji Tehhrîr el-Şam dest bi xwenîşandinekê li Idlibê kirin piştî wan dest danî ser deverinan li parêzgehê [Wêne ji çalakvanê medyayê yê xwecihî Miseb Esaf]

Endamin ji Tehhrîr el-Şam dest bi xwenîşandinekê li Idlibê kirin piştî wan dest danî ser deverinan li parêzgehê [Wêne ji çalakvanê medyayê yê xwecihî Miseb Esaf]

Tehrîr el-Şam binpêkirinên mafên mirov de li deverên li jêr kontrola wan li parêzgeha Idlibê ya Sûrî encam dide, Tora Sûrî bo Mafên Mirov roja Şemîyê (21ê Cotmehê) ragihand.

Di raporteke nû de, tor binpêkirinên ji alîyê hevbendîya tundrew ve bûyî belge dike, hevbendîya ku Enîya Nusrayê ya berê serwerîya wê dike, ji nîvê Tîrmehê heta bi dawîya Tebaxê.

Ev binpêkirin bandora wê li karê encumena xwecihî ya sivîl heye, ew girtinên keyfî dike û nahêle rojnameger û çalakvan karê xwe bi awayekî azad bikin, torê got.

Raporta ku ji 13 rûpelan pêk tê, "Tehrîr el-Şam bipêkirinên berfereh li parêzgeha Idlibê dike," bang li encumenên xwecihî kir ku xwe biparêzin daku dest nedynin ser wan yan wan ji hev nixin.

Rojnameger Emar Ebdo ji alîyê Tehrîr el-Şam ve li gundewarê başûrî yê Idlibê hat girtin. Li gorî raporteke nû, hevbendîyê binpêkirin derbarê mafên mirov li deverinan ji parêzgeha li jêr kontrola wan dikir. [Wêne ji Tora Sûrî ya Mafên Mirov]

Rojnameger Emar Ebdo ji alîyê Tehrîr el-Şam ve li gundewarê başûrî yê Idlibê hat girtin. Li gorî raporteke nû, hevbendîyê binpêkirin derbarê mafên mirov li deverinan ji parêzgeha li jêr kontrola wan dikir. [Wêne ji Tora Sûrî ya Mafên Mirov]

Tehrîr el-Şam çalakvanê medyayê yê Sûrî Miseb Izo di meha Tîrmehê de li bajarê Idlibê kuşt. [Wêne ji Tora Sûrî ya Mafên Mirov]

Tehrîr el-Şam çalakvanê medyayê yê Sûrî Miseb Izo di meha Tîrmehê de li bajarê Idlibê kuşt. [Wêne ji Tora Sûrî ya Mafên Mirov]

Ev govanî di nav xwe de bipêkirinên hevbendîyê yên herî dijwar eşkere dikin, bi taybet ew binpêkirinên ku mafên mirov, azadîya kesane, karê medyayê û xebatên rêxistinên mirovî diçewisînin.

"Raportê hewlda ku wêneya reftarên Eniya Nusra li parêzgeha Idlibê zelal bike," Miseb Esaf, çalakvanekî medyayê yê xwecihî yê ku di raportê de beşdar bû, ji Diyaruna re got.

Raport bi taybet astengîyên ku rêxistin ji karê rêxistinên mirovî re û encumenên xwecihî re çêdike dihewîne, Esaf anî ziman, ew kodnavekî ji bo ewlekarîya xwe bikar tîne.

Wî got ku raport girtina keyfî ji kesên dijber re di nav xwe de digire, û herwiha kuştina herî kêm 10 kesên sivîl û du kesên ku zarok bûn, yek ji wan çalakvanê medyayê bû û herdu kesên din hatibûn êşkecekirin, qeyd dike.

Tehrîr el-Şam "şoreş revand"

"Raportê xwe spart îfadeyên dîdvanan" Esaf got.

Gelek agahî derbarê binpêkirinên rêxistinê de hene "eger şahid ji tolhildana ji alîyê Tehrîr el-Şam netisiyaba, ji ber hîn ew li deverên li jêr kontrola wê dijîn", wî not kir.

Raport Cotmehê hat weşandin lê karê berhevkirin û belgekirina agahîyan berî dora mehekî rawestiya, wî got.

Ji wî çaxî ve, gelek binpêkirin ji alîyê Tehrîr el-Şam li Idlibê hatin qeydkirin, bi taybet derbarê karê medyayê û Tehrîr el-Şam dide dû endamên Artêşa Azad a Sûriyêkomên ku veqetandina xwe ji hevbendîyê ragihandin," wî got.

Delîlên ku di raportê de hatine pêşkêşkirin piştrast dikin ku hevbendîya tundrew "şoreşa Sûrî ravand û gelê Sûrî diçewisîne", wî got, wî not kir ku rêxistinê bi awayekî çêtir ji rêjîmê bi Sûriyan re nedaye û nestandiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500