Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Serokêwezîrê Îraqî yê destnîşankirî bi pêkanîna hikûmetê tê sipartin

AFP

Serokwezîrê nû yê Îraqî Adil Ebdul Mehdî (yê duyem ji alîyê çepê ve) ji avahîya parlemanê Îraqê derdikeve tev serokê nû hatiye hilbijartin Berhem Salih li Bexdayê roja 2yê Cotmehê. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Serokwezîrê nû yê Îraqî Adil Ebdul Mehdî (yê duyem ji alîyê çepê ve) ji avahîya parlemanê Îraqê derdikeve tev serokê nû hatiye hilbijartin Berhem Salih li Bexdayê roja 2yê Cotmehê. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Siyasetvanê Îraqî yê bi ezmûn û Serokwezîrê destnîşankirî, Adil Mehdî îro Çarşemê (3yê Cotmehê) dest bi erkê zehmet ê pêkanîna hikûmeta dahatû kir, û ew dixwaze ku zorîya nakokîyên tûj bibe û alîyên siyasî yekrêz bike.

Bi bizaveke nişkayî, bi tenê çend demjimêran paş hilbijartina wê, roja Sêşemê serokê nû Berhem Salih Ebdul mehdî bi pêkanîna hikûmetekê di nava 30 rojan de erkdar kir.

Salih, 58-salî, postê serokê Îraqê êvara Sêşemê di proseseke dengdanê de li parleman wergirt, û da zorîya hevrikê xwe yê serekî Fûad Husên bi 219 dengan li hember 22 dengan.

Ew kesekî nerm e û weke cîgirê serokwezîrê Îraqê, heyama Nûrî Malikî, kar kiriye û weke serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî.

Adil Mehdî, 76- salî ye û ji pêkhateya Şîa û bi esil ji Bexdayê ye, weke aborînasekî serbixwe tê naskirin û ew berê wezîrê neftê bûn, û dê karibe ku ezmûna xwe ya dirêj di gorepana diplomasî ya Îraqê de bikar bîne.

Gelek blokên cuda di parlemanê Îraqê de çavên wan li desthilatê yepaş hilbijartinên parlemanî yên ku 12ê Gulanê bi rê ve çûn, û ew danûstanidnê li ser pêkhatina hikûmeta nû dikin.

Sîstemeke parvekirina desthilatê

Li Îraqê sîstem pergala pişkan e û ew hatiye dîzayinkirin bo rê li ber dîktatorîyê bigire.

Postê serok, yê ku Salih nû dadigire, ji Kurdan re hatiye terxankirin ji yekemîn hilbijartinên Îraqî ve sala 2005an.

Li gorî pergala parvekirina desthilatdarîyê, postê serokwezîr di destê Şîa de ye, û serokê parleman di destê Sûnîyan de ye -- postê ku meha borî Mihemed Helbûsî ew dagirtiye.

Ebdul Mehdî, yê ku cîgirê berê yên serokê Îraqî bû, selmandîye ku ew xwedan karînên siyasî yên mezin e û kesek kêmpeyda ye ku tifaq li ser wî heye. Ew herwiha xwedan pêwendîyên baş e bi hejmark ji serkirdeyên Kurd re.

Weke aborînasekî, lê wî herwiha piştevanîya Amerîkayê û serokên Ewropayê bi dest xist. Di sala 2014an de, wî postê wezîrê neftê wergirt li jêr serokatîya Ebadî, û piştî du salan wî îstîfa kir.

Bi tenê 30 roj li pêş wî hene ku di wan de hêzên Îraqî yên siyasî nêzî hev bike û hikûmetekê pêk bîne. Eger bibinket, divê kesekî din were hilbijartin bo vî erkî.

Di bersiva nameke pîrozbahîyê de ji alîyê serokwezîrê niha, Heyder Ebadî, Ebdul Mehdî dîyar kir ku ew nîgeran e ji ber erkê li pêşîya wî, û anî ziman ku ew "erkekî giran e".

Tu vê mijarê diecibînî?

14 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ne biryareke baş e.

BERSIV BIDE

Amêrîka Îraq wêran kir û malmûlkên wî dizîn. Wêrankirina beşa mayî ji Îraqê spart kesên din ên dizîya malûmilkên welat dikin. Îraq ji kambax ber bi kambaxtir ve diçe. Amêrîka Îraq û cîhan tevde wêran kirine, û gel birçî kirine, û malûmilkên wan dizîne. Gava ew çi welatî dagir dike, desthilatîyê radestî xelk û dizên ku di xizmeta wê de ne dike herwiha kesên nenetewhez û kesên guh li welat nakin.

BERSIV BIDE

Çi hikumet e? Amêrîka û welatên Ereban çi dikin ji Îraqê re? Amêrîka, Rojhilata Navîn û Netenyahu çi dikin bo vê yekê? Herkes bo Amêrîka û Netenyahu dixebite. Herkes beşdarî vê şanoyê dibe. Bera ew kesên ku xwe zana dibînin têbigihêjin. Ez we pîroz dikim.

BERSIV BIDE

Tenê Xwedê dê me efû bike! Xwedê besî min e û Ew di xelasbûna me ji karûbaran de yê herî baş e! Heta kengî dê Îraq ji qonaxeke kambax têkeve yeka kambaxtir? Hikûmet xerab û bêkêr e.

BERSIV BIDE

Kêşe ew e ku ne kesekî tenê Îraqê bi rê ve dibe, di şûna vê yekê de, Îraq ji alîyê gelek kesan tê birêvebirin û her kesekî bi kêfa xwe û bi şêwazê xwe wê bi rê ve dibe.

BERSIV BIDE

Em dixwazin bibihîzin û bibînin wî çi bawernameyên akademî wergirtine, karîn û şiyanên wî çi ne, û wî ew ji kûderê bi dest xistine, berî em bernameya wî ya pêşeroja Îraqê guhdar bikin. Divê em bizanin wî çawa ew wergirtine, çi ye rola wî ya erênî, û wî çi kiriye ji Îraqê re van hemû salan dema ku ew serokwezîr bû. Divê em reçav bikin ku ew nehatiye hilbijartin. Gelo kesên zîrektir ji van kesan li Îraqê tune ne? Hûn kî dixapînin? Dema ew hikûmeteke ji serbixweyan dixwazin, hûn xwe kandîd dikin û dema ew hikûmeteke şaşikan dixwazin, hûn hemû şaşikan dideynin. Çawa ew dê Îraqê bi rê ve bibe çaxê ew nikare komeke biçûk a pasevanan pêk bîne û ne jî wê kontrol dike? We got ku pasvanên wî girtine ser Banka Azawîyayê. Ew çawa dikare vî welatî biparêze? Rehma xwedê li welatekî şikûmend be ku navê wî Îraq bû.

BERSIV BIDE

Ebdul Mihdî tiştekî nû zêde nake di dema bê de. Ew ji ber binketinê hat bijartin.

BERSIV BIDE

Xwezî tu partî nebane. Ji ber ku gelek partî li Îraqê hene, dê welat bi temamî were wêrankirin. Ji ber partî li pişt wêrankirina Îraqê ne, bi taybetî têkdana jîyana xizanên Îraqî. Wan hertişt dizî. Xwedê ji wan ne razî be! Ez mizgînîya nûçeyên baş ji were hildigirim, dê serkeftina Xwedê nêzîk be. Bila ew li benda vîna Xwedê bin. Xwedê yê herî mezin û hêzdar e. Ew dê bikevin agirekî mezin û geş de ji ber ew ne rast in û ne dadwer in. Xwedê dê wan ji nav bibe ji ber kirarên wan ên bed.

BERSIV BIDE

Ey Diyaruna, we Partîya Besê ya ku Îraq wêran kiriye dîtiye. Çima hûn partîyan li hev gur dikin? Wan ji we bêhtir dizî nekiriye.

BERSIV BIDE

Seyid Adil, Îkona mîdyayê, hêjayî vê yekê ye. Ew zilamekî rast e.

BERSIV BIDE

Em hêvî dikin ku kak Adil kabîneya xwe ya hikûmetê ji derveyî partîyan bibijêre.

BERSIV BIDE

Em ji Xwedayê mezin û mihreban dixwazin ku serok û siyasetvanên Îranê bi hêzê bike, û Îraqeke geş bê bunyadkirin ku cihê bêkarî, hejarî û xizanîyê lê nebe. Em herwiha ji Xwedê dixwazin ku me ji xêrnexwaz û neyaran bi dûr bihêle û bihêle ku em bi aştî û aramî bijîn, û derfetên kar peyda bibin, silav.

BERSIV BIDE

Çi tiştê nuh di vê nivîsarê de heye?1!

BERSIV BIDE

Adel "Zawiya"- tu xêr jê nayê.

BERSIV BIDE