Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û tîmên SWAT alîkayê bi hev re dikin bo derxistina DAIŞê ji Elbû Sêf

Xalid Taî

Hêzên Îraqî yên bijare di 14ê Tebaxê de li bermahîyên "Dewleta Îslamî" û veşartgehên wan li daristanên himbiz li dirêjahîya çemê Dicleyê li başûrê Mûsilê digerin. [Wîne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên bijare di 14ê Tebaxê de li bermahîyên "Dewleta Îslamî" û veşartgehên wan li daristanên himbiz li dirêjahîya çemê Dicleyê li başûrê Mûsilê digerin. [Wîne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên hevbeş ji nîvê meha Tebaxê ve operasyonên paqijkirinê û maliştinê li deverên daristanî yên himbiz li dora çemê Dicleyê, li başûrê Mûsilê cîbicî dikin daku li her endamên "Dewleta Îslamî" yên mayî û malên ewle bigerin.

Operasyon têne cîbicîkirin weke alîkarî di navbera hêzên komando yên Fermandarîya Operasyonên Nînewayê û tîmê SWATê yê polîsê parêzgeha Nînewayê.

Herwiha hêzeke endazyarî ya pispor di belavkirina teqemenîyan de di kampanya ewlekarî de beşdar dibe.

Di 5ê Îlonê de, 16 bermayîyên DAIŞê di operesyoneke ewlekarî de li nîvê girava Elbû Sêfê hatin girtin û çek û cebirxaneyên wan hatin desteserkirin, berdevkê operasyonên Nînewayê eqîd Mihemed Cibûrî ji Ajansa Nûçeyan ya Îraqî re got.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî çemê Dicleyê li ser lingan qut dikin weke beşekî ji operasyona paqijkirina girava Elbû Sêf li başûrê Mûsilê ji bermayîyên DAIŞê di 17ê Tebaxê de. [Wîne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî çemê Dicleyê li ser lingan qut dikin weke beşekî ji operasyona paqijkirina girava Elbû Sêf li başûrê Mûsilê ji bermayîyên DAIŞê di 17ê Tebaxê de. [Wîne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Sê malên ewle yên ku endamên DAIŞê berê bo niştecîbûnê bi kar tanîn hatin wêrankirin di operesyona 17ê Tebaxê de li Elbû Sêfê û deverin din li dirêjahîya çemê Dicleyê li bşûrê Mûsilê.

Berî sê rojan, hêzeke komando ji fermandarîya Nînewayê, bi piştgirîya hêza cewî ya Îraqî, giravên navîn yên çemê Dicleyê teftîş kirin li gundê Îmam Xerbî daku li li bermahîyên DAIŞê bigerin.

Hêzê çar malên ewle hilweşandin û du qeyikên endamên DAIŞê bi kar tanîn ruxandin.

"Derfet nîne ku careke din xwe bidin hev"

Gelek caran operesyonên ewlekarî yên taybet berî şandeyên koleçanî tên, operasyonên ku hêza cewî ya Îraqî û balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî wan cîbicî dikin daku tevgerên gumanbar li devera operesyonê destnîşan bikin, birêveberê medyaya Fermandarîya Operasyonên Nînewayê emîd Fîras Beşar Sebrî got.

Operasyonên nûjen "veşartgehên DAIŞê yên berdayî" yên "bi awayekî tam hatine wêrankirin û şewitandin" ku DAIŞ nema dikare careke din wan bi kar bîne", wî ji Diyaruna re got.

"Tenê hejmareke piçûk ya bermayîyên DAIŞê li deverên armanckirî hene," wî got, û anî ziman ku dibe ew xwe li deverên daristanî yên himbiz û yên giya li wan çêdibe li ser kenarên çemê Dicleyê û giravên bi awayekî xwezayî çêdibin li nîvê çem vedişêrin.

"Hêzên me didin pey wan ji cihekî heta cihekî din", wî got, û pişrast kir ew dê derfetê nebînin ku careke din xwe bidin hev.

Piştgirîya niştecîyên xwecihî faktorekî "sereke" bû di dîtina bermahîyên DAIŞê û veşartgehên wan de, Sebrî got, û not kir ku "wan kêmanî nexistîyê daku her agahîyên ligel wan hebin dabîn bikin, agahîyên dibe ku hêzên me bibin da ku li armancên dijmin bixin"

Xebatên ewlekarî yên çalak

Deverên Qeyarîyayê yên li ser kenarên çemê Feratê û giravên navîn yên bi awayekî xwecihî weke "al-Hewanic" têne naskirin, operasyonên berdewam bo girtina ser veşartgehên DAIŞê û ruxandina qeyikên wan bo revînê bi kar tanî hat dîtin, birêveberê navçeya Qeyarîyayê, Salih Hesen Cibûrî got.

"Hêzên Ewlekarîyê di meha Tebaxê de, bi piştgirîya niştecîyên xwecihî, herî kêm pênc terorîst ên ku xwe li Hewanicê vedişartin kuştin," wî ji Diyarunare got.

Herwiha wan gelek endamên DAIŞê yên din jî yên xwe li gundên Şura û biyabana Hetrayê vedişartin kuştin, wî got.

"Rewşa ewlekarî baş e," Cibûrî got. "Dibe ku delandinên sade li vir û wir hebin lê ne tirsnak in û hêzên me dikarin hemû deveran misoger bikin li gel alîkarîyeke asmanî û xebatên istixbaratî yên bi dîqet."

Endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şebîb piştgirîya xwe ji operasyonên ewlekarî re li başûrê Mûsilê derbirîn kir.

"Hêzên ewlekarî çavdêrîya çi hewldana ji alîyê DAIŞê ve da ku sûdê ji himbizbûna şînkayî ya li derdora çemê Dicleyê bigirin dikin û yek ser ew şanên wan û veşartgehên wan wêran dikin," wî ji Diyaruna re got.

Xebatên ewlekarî li başûrê Mûsilê "girîng û çalak in", wî got, û not kir ku ew di "sepandina ewlekarîyê de beşdar dibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500