Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 4 kesên ku xwarin ji DAIŞê re bi qaçaxî dibirin digirin

Xalid Taî

Pagereke ewlekarîyê li veşartgehên "Dewleta Îslamî" digere li dirêjahîya beravên çemê Dicleyê li Şirqatê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Şirqatê hatiye wergirtin]

Pagereke ewlekarîyê li veşartgehên "Dewleta Îslamî" digere li dirêjahîya beravên çemê Dicleyê li Şirqatê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Şirqatê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî çar zilam li Şirqatê li bakurê parêzgeha Selahedînê girtin, bi tawana birina xwarinê bi qaçaxî bo paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di çemê Dicleyê re, şaredarê Şirqatê îroj Çarşemê (29ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzên polîs û hewalgirîyê qaçaxçî girtin piştî çavdêrîyeke baş ji çalakîyên wan re," şaredar Elî Dewdeh ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bo qaçaxçî xwe ji xwarinên cemdî yên xerabe xelas bikin, ew xwarinên zuha û qotîkirî di çemê Dicleyê de wer dikin, daku pêlên çem wan xwarinên bi ser avê ketî ber bi deverên dûr û paşguhkirî bibin, û wiha paşmahîyên DAIŞê dikarin wan hilbigirin.

Wî anî ziman ku tohmetbar mukur hatin ku wan her roj bi vî awayî xwarin ji DAŞê re rê dikir, û herwiha "belkî hinek ji wan negihaştin terorîstan lê belê ketin destên hêzên ewlekarîyê yan niştecihên xwecihî."

Hêzên Îraqî metiryalên teqîner û yên xwarinê di veşartgeheke "Dewleta Îslamî" de desteser dikin li Şirqatê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Şirqatê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî metiryalên teqîner û yên xwarinê di veşartgeheke "Dewleta Îslamî" de desteser dikin li Şirqatê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Şirqatê hatiye wergirtin]

Dewdeh ragihand ku tohmetbar dê li dadgehê hazir bibin li Selahedînê daku bi tawana piştgirî û alîkarîya komên terorî werin sizakirin.

Tundî berdewam e

Wî eşkere kir ku hêzên Îraqî roja Çarşemê herwiha pênc zilamên ku bo dadgehê xwestî bûn li rojhilatê Şirqatê girtin ji ber têkildarîya wan bi "tawanên terorî yên xeternak" re.

"Yek ji wan li taxa Somer li bajarê Mûsilê hatiye girtin piştî veşartgeha wî rastî êrîşa hêzeke taybet a polîsê Şirqatê û ajansa hewalgirîyê hat, bi hevkarî ligel hêzên ewlekarîyê li Mûsilê," wî got.

Dewdeh got ku tohmetbar, ê ku bi çandina bombeyên bidestçêkirî yên sivîlan dikin armanc tê tohmetbarkirin, hat dîtin li ser bingeha agahîyên ku jina wî dan, a ku li kampa Ced'ayê li Geyarayê, li başûrê Mûsilê, ye.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê çek, kemberên teqîner û bombeyên bidestçêkirî bi her pênc tohmetbaran re girtin, û dîyar kir ku gumanbaran li cihên raz mukur hatine, yên ku wan mêjerên mezin ên gelekdarîyan li wir vedişartin.

"Hîna hinek endamên DAIŞ li qiraxên Şirqatê belawela hene, bi taybetî li devera Cebel el-Nemil, gundê Kanûs, û deverên li nêzî biyabana Heder," Dewdeh da zanîn

Wî got ku ev endam rastî fişareke mezin tên ji alîyê hêzên Îraqî ve, û bingeh û stargehên wan tên wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bijî hêzên ewlekarîyê! Rûreşî û şermezarî ji dijminên DAIŞê re!

BERSIV BIDE