Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Balafirên şer ên Îraqî armancine DAIŞê li Sûriyê kirin hedef

Diyaruna û AFP

Hêza asmanî ya Îraqî roja Pêncşemê (19ê Nîsanê) ''êrîşeke kujêner'' pêk anî li dijî bingehên ''Dewleta Îslamî'' li Sûriyê, ofîsa Serokwezîr Heyder Ebadî ragihand.

Hêza asmanî ya Îraqî roja Pêncşemê (19ê Nîsanê) ''êrîşeke kujêner'' pêk anî li dijî bingehên ''Dewleta Îslamî'' li Sûriyê, ofîsa Serokwezîr Heyder Ebadî ragihand.

Êrîş li dijî DAIŞê bi fermana Ebadî pêk hat "ji ber xeteriya ew li ser xaka Îraqê çêdikin", daxuyaniyê got.

Vîdyoyek ku hêza asmanî belav kiriye diyar dike ku balafirên şer ên f-16 êrîşê dikin.

"Ev lêdanên asmanî geşekirina karînên hêzên me yên çekdar di nêçîrkirin û hêrtina terorîstan de nîşan didin," daxuyaniyê da zanîn.

Şervanekî Îraqî ala niştîmanî li ba dike û ber bi navgînên ku endamên hêzên Îraqî hildigrin dimeşe, navgîn di biyabana Enbarê re li nêzî sînorê bi Sûriyê re bi pêş dikevin, roja 25ê, Mijdara 2017an, bo jinavbirina paşmahiyên ''Dewleta Îslamî''. [Ehmed Rubeyî/AFP]

"Bi dirêjahiya xwebatên wan ên li dijî çeteyên terorîst, hêzên me yên qehreman û şervanên me jiyana gelekan parastin û pilanên DAIŞê çepel kirin û maşîna mirinê ya rêxisitna terorîst ji hev xistin," daxuyaniyê got.

"Ev êrîşên asmanî dê alîkariyê bikin di jinavbirina çeteyên DAIŞê de li herêmê piştî me ew li Îraqê ji nav birin," daxuyaniyê wiha jî got.

Êrîşa asmanî ya li sûriyê hat piştî rojekê ji gotara Ebadî ji kombûneke şervanên êlan li parêzgeha Diyalayê "Em dê dûvçûna li DAIŞê ne bi tenê li Îraqê, lê belê li herêmê bidomînin".

"Ev ne misyoneke hêsan e, lê belê divê em efsaneke din durist bikin piştî serkeftina şikûmend," wê di gotara Çarşemê de got.

Di kanûna Yekem de, Îraqê serkeftina li dijî DAIŞê ragihand, piştî wê êrîşeke berfireh sala 2014an dest pê kiribû û dora sêyeke xaka Îraqê dagir kir. Lê hîna tundrû hinek molgehan li biyabanê bi dirêjahiya sînonê bi Sûriyê re kontrol dikin.

Îraqî li ser qayimkirina sînorê xwe kar dike di rêya derbasbûnên bi dizî yên DAIŞ ji Sûriyê, bi taybetî li wî parçeyê sînorî yên 600 kîlometrî yê ku ji bakurê rojavayê Nînewayê heta bi Rutbayê li rojava dirêj dike, berpirsiyaran ji Diyaruna re eşkere kir.

Wan got ku hêzên Îraqî xendeqek li aliyê Îraqî yên sînor kolaye ku ji bajarê Rewayê li Enbarê heta sînorê bi Sûriyê re û li xwarê bi Qaimê re dirêj dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500