Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Komên Idlibê yên xwecihî ji Tehrîr el-Şam vediqetin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanan li gundewarê Idlibê li bajarê Binişê xwepişandin li dijî Tehrîr Şam hefteya bûrî organîz kirin. [Wêne ji Ehmed Hesûn hatiye wergirtin]

Ciwanan li gundewarê Idlibê li bajarê Binişê xwepişandin li dijî Tehrîr Şam hefteya bûrî organîz kirin. [Wêne ji Ehmed Hesûn hatiye wergirtin]

Alozî li gundewarê parêzgeha Idlibê li bajarê Binişê li bakur û rojavayê Sûrîyayê serdest e, piştî endamên Tehrîr el-Şam roja Înê (2ê Şibatê) bajar dorpêç kirin daku niştecîyan ciza bike ji ber wan xwepişandîn li dijî hevbendîya tund organîz kirin.

Niştecîyên Binişê li dijî Tehrîr el-Şam protesto dikin weke hewldanekê da ku encumena xwecihî, ya bajar li ser bingeha fermaneke ku ji alîyê "Hikûmeta felatê" ya komê hat weşandin, ji hev bixin.

Hikûmeta Felata Niştimanî, ya ku di 2ê Mijdarê de hat damezrandin, ji alîyê gelekan ve weke enîya Tehrîr el-Şam tê reçavkirin.

Herwiha niştecî şeva Înê protesto kirin ji ber komê ala şoreşa Sûrî şewitand, ala ku wan li qada giştî hildabû, çalakvan Ehmed Hesûn yê di komîteya hevahengîya Binişê de got.

Parçebûna ji Tehrîr el-Şam

Komeke çekdar ya xwecihî ya bi rêveberîya Ebû Ducana yê Binişî roja Yekşemê veqetandina xwe ji hevbendîya tund îlan kir, Hesûn got.

"Ev yek tê weke encamekê ji ber binpêkirina ku teqrîben rojane ji alîyê endamên tehrîr el-Şam ve dibin," wî ji Dyaruna re got.

"Ev kom berê di nav Artêşa Sûrî ya Azad de bû, lê zor li endamên wê hat ji alîyê Tehrîr el-Şam ve ku sûnd bixwin ku dilsozîya xwe ji wê re bikin, rê li ber wan nema yan ew dê dilsozîyê jê re bikin yan jî dê çekên xwe deynin û ji devrê herin," wî got.

Hesûn dibêje sedema alozîya di navbera niştecîyên Binişê û Tehrîr el-Şam de ji ber kesayetên navdar li bajar red dikin ku encumena xwecihî ji hev biixin.

Encumena xwecihî berdewam dike li gorî xwesteka niştecîyan û kesayetên navdar îdara kar û barên bajar dike, yên ku piştgirîya vê tedbîrê kirin," wî got.

Vê yekê Tehrîr el-Şam bêzar kir û hişt ku kom hejmareke mezin ji endamên xwe bişîne daku bajar dorpêç bikin û bigirin ser malên wî daku li niştecîyên tê xwestin bigerin, niştecîyên bi awayekî eşkere komê red dikin, wî anî ziman.

Endamên Tehrîr el-Şam çalakvanekî ciwan ê bi navê Husam Horanî kuştin, dema wan hewl dida ku wî bigirin.

Vê yekê hişt ku şerekî yekser di navbera endamên komê de çêbibe, dema hinek niştecîyan girte ser mexfera polîs ya girêdayî Tehrîr el-Şam û endamên wê ji bajar derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500