Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam şêniyên gundewarê Idlibê ceza dike ji ber neqebûlkirina dayîna bacên nû

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bazara bajarê Erîha li gundewarê parêzgeha Idlibê, aloziyên di navbera şêniyan û endamên Tehrîr el-Şam de gurtir kirin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Bazara bajarê Erîha li gundewarê parêzgeha Idlibê, aloziyên di navbera şêniyan û endamên Tehrîr el-Şam de gurtir kirin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Bi rêya "hikûmeteke felatê", Tehrîr el-Şam, encumena xwecihî ya bajarê Erîhayê li gundewarê parêzgeha Idlibê têk da, û kehrebe ji ser bajêr qut kir bo cezakirina şêniyên wê ji ber qebûlnekirina dayîna baceke nû ya komê, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

HikûmetaFelatê a Niştîmanî,2ê Mijdarê hat damezrandin, ji aliyê gelekan ve wekî eniyeke Tehrîr el-Şam, ku hevbendiyeke tundrûya ne û Eniya Nusra ya berê tê de serdest, tê dîtin.

"Alozî di navbera gelê Arîha û endamên Tehrîr el-Şam de mezin bû piştî ku encumena xwecihî ya bajar hat têkdan û bi encumeneke nû ya ku hikûmeta felatê ew aniye holê hat pevguhertin," çalakvanê ku li Idlibê dijî, Museb Esaf, ê ku xwest ku bernavekî bikar bîn ji ber sedemên ewlehî, got.

"Qeyranê dest pê kir piştî ku şêniyên deverê qebûl nekirin ku 'baceke xizmetguzariyê' ya nû ji aliyê komê ve hat sepandin," wî got.

Teknîkvanekî Encumena Xwecihî ya Erîha çakirina stûnên kehrebê performans dike. Tehrîr el-Şam kehrebe ji bajarê li gundewarê parêzgeha Idlibê qut kir daku şêniyan ceza bike ji ber qebûlnekirina dayîna baceke zêdetir. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Teknîkvanekî Encumena Xwecihî ya Erîha çakirina stûnên kehrebê performans dike. Tehrîr el-Şam kehrebe ji bajarê li gundewarê parêzgeha Idlibê qut kir daku şêniyan ceza bike ji ber qebûlnekirina dayîna baceke zêdetir. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Tehrîr el-Şam ferman kir ku divê her malek 1,500 pawinên Sûrî ($2.91) bide wekî baca xizmetguzariyê, tevî ku wan her meh bihayên av û kehrebê didin encumena xwecihî, Esaf got.

"Encumena xwecihî biryara hikûmeta felatê ya têkdana wê red kir," wî got, wî da zanîn jî ku encumenê roja Çarşemê (6ê Kanûna Yekem) daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku ew dê karên xwe dewam bike û bi tenê şêniyên bajar desthilatiya wan heye ku wê ji hev bixin.

Aloziyên mezin

Tehrîr el-Şam rêveberê kehrebayê li Erîhayê, Mustefa Sana îstîfa rakir ji ber qebûlnekirina wî ji komkirina baca nû û endamekî din ê komê di şûna wî de bi performanskirina komkirinê erkdar kir.

Esaf got ku piştî têkdana encumena xwecihî, komê kehrebe qut kir ji ser bajar wekî tolhildanekê.

Wî got ku endamên Tehrîr el-Şam herwiha hewl dan ku hinek şêniyên ku qebûl nekirin ku baca nû bidin bigrin, "lêbelê şênî di rûyên wan de sekinîn, û vê yekê hişt ku alozî bi awayekî dramatîkî mezin bibe".

Aloziyê girte bazara Erîhayê dema ku endamên komê hewl dan ku sîwanan ji serê kişkan rakin û ji firoşyaran re gotin ku divê ew daxwaza ruxseta kar bikin ji encumena nû û bacên tên ser milê wan bidin.

"Tehrîr el-Şam hewl dide bi rêya van tedbîran ku dahata xwe bi çi rêyê be zêde bike li ser hesabê xelkên deverê," wî got.

"Ceneratorên kehrebê yên di xizmetê de li seranserê Erîha û bajarên din ji aliyê komê ve tên birêvebirin û herwiha firne jî," wî got, û wî da zanîn ku tevî daketina berçav di buhayên neftê de, komê ne bihayê kehrebê û ne jî yê nan kêm nekiriye.

Wî anî ziman jî ku ev yek girjî di navbera şêniyan û Tehrîr el-Şam de zêde dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500