Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hewl dide ku komên çekdar bîne jêr kontrola dewletê

Xalid Ta'î

Wesayîtên zirxî û buldozerên Heşda Şaebî li bajarokê Teleferê, li rojavayê Mûsilê, pêşdikevin piştî ku hikûmetê destpêkirina operasyona vegerandina bajarok ji "Dewleta Îslamî" ragihand roja 26ê Tebaxa 2017anîlan kir. [Ehmad Rubeyî/AFP]

Wesayîtên zirxî û buldozerên Heşda Şaebî li bajarokê Teleferê, li rojavayê Mûsilê, pêşdikevin piştî ku hikûmetê destpêkirina operasyona vegerandina bajarok ji "Dewleta Îslamî" ragihand roja 26ê Tebaxa 2017anîlan kir. [Ehmad Rubeyî/AFP]

Hikûmeta Îraqî zincîrek ji gavan daye ber xwe bo komên çekdar ên ku piştgiriya hêzên Îraqî kirin di şerkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bînin li jêr kontrola xwe û çekên wan rêxistin bikin.

Ev gavên ha girîng in bo misogerkirina aramiyeke mayinde piştî ku DAIŞ ji Îraqê hate derxistin, berpirsiyaran ji Diyaruna re got.

Birayara nû dê çekên Heşda Şaebî bixe jêr kontrola hikûmetê daku tenê li gorî pîvanên qanûnî werin bi kar anîn, pîvanên ku hemû sazîyên dewletê li gor wan tên birêvebirin.

Roja 15ê Kanûna Yekem, Serokwezîr Heyder Ebadî piştrast kir ku hikûmetê "dest bi bicîanîna stratîjiya xwe ya kontrolkirina çekan kiriye".

Hikûmeta Îraqî "pêbend e bi hiştina aramiyê û aştiya civakî herwiha bi berhengarbûna rayên terorîzmê û şerkirina gendeliyê", wî di daxuyaniyekê de got.

"Hikûmet kar dike li ser danîna Heşda Şaebî di çarçoveyeke qanûnî hikûmî de," wî got, û da zanîn ku "hebûna xwebexşan [şervanên heşda Şaebî] li tenîşt hêzên ewlekariyê siyaseteke hikûmetê ya sabît e".

Di axiftina roja 9ê Kanûna Yekem de, Ebadî pêdagirî kir li ser girîngiya karkirina di dema tê de li ser "damezrandina serweriya zagonê û nehiştina xwedîtiya çekan li derveyî kontrola hikûmetê".

Hikûmet dixwaze ku "serweriya zagonê" qayimtir bike

Kontrolkirina çekan "biryareke çarenivîsaz e", Parlemantarê Îraqî Hamid Mutleq, yê ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parleman de dixebite, ji Diyaruna re got.

Em dibînin ev gav erênî ye ji ber ku têgihiştina tam a bi siberojê [şopên wê] û arezûya qayimkirina serweriya zagonê bo parastina yekîtî û seqamgîriya welat nîşan dide," wî got.

"Em piştgiriya vê biryarê dikin û aniha em dixwazin ku qonaxa nûavakirinê dest pê bikin piştî bihûrandina qonaxa terorîzmê," Mutleq.

Wî pêşinyaz kir ku divê kar li ser himbêzkirina şervanênxwecihî yên ku piştgiriya hêzên ewlekariyê di cengan de kirin bê kirin daku ew bibin "hêzên fermî" di gavên piştre de.

"Şevanên sewiyebilind dê tevlî hêzên ewlekariyê û saziyên dewletê bibin, lê yên temenmezin û astnizim dê werin rêzgirtin û mûçeyên xanenişîniyê wergirin," wî got.

Hêzên zêdetir pêwîst in

Hikûmet dixwaze mafên hemû xwebexşan biparêze daku xizmet û qurbanîyên ku di şerê dijî DAIŞ kirin binirxine," parlementerê Îraqî Macid Xerawî , yê ku di komîteya berevanî û ewlekarîyê ya parleman de kar dike, got.

Divê ev kesên xwebexş bibin "beşek ji sîstema ewlekarîyê li gorî çarçoveya qanûnî û li jêr çavdêrîya hikûmetê," wî got.

"Hewcedarîya wezaretên berevanî û karê hundir bi hêzên bêtir heye yên pisporîya wan a şer ya çespanî heye daku erdê rizgarkirî û sînoran biparêzin," wî ji Diyaruna re got.

Êrîşên ji alêyê endamên DAIŞê yên bi dizî di sînorê Sûrî re derbasî Iraqê bûne bi awayekî tam nerawestiyane, Xerawî got, wî anî ziman ku hîn komên DAIŞê û kesên wan hemêz dikin di hundirê welat de hene.

"Gelek hêz û çek û teknolojya serbazî ya nû ji vê gefê re tê xwestên, herwiha gelek rahênana zexm gerek e," wî got.

Xerawî hişyarî da li dijî ku "sûdê ji beşdarbûna hêzên [PMF] di şerê li dijî terorîzmê bigirin ji bo berjewendîyên biserketinê" ji ber dema hilbijartinê Gulana 2018an nêzîk dibe.

"Bêçekdarkirina civakê"

Piştî serkeftina me li dijî DAIŞê, aniha hikûmet dixwaze hemû çekan bixe jêr kontrola dewletê de, lêkolîner Hişam Haşîmî, pispor e di lêkoînên derbarê tevgerên tund de got.

"Hikûmet di warê bêçekdarkirina civakê de kar dike daku xelkên Iraqî û hemû cîhanê misoger bike ku ew dê komên çekdar û çekê nerewakirî qedexe bike," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hebûna komên mîna van "stratîjîya aramî û nûavakirinê lawaz dike".

"Hin komên çekdar ên mezin vê dawîyê îlan kirin ku wan çekên xwe danîn, bi taybet çekên giran, û xistin jêr kontrol û birêveberîya hêzên ewlekarîyê de," Haşimî got.

Zêdey vê yekê, hikûmet dest bi proseya organîzkirina PMF kiriye, hejmara wan û belavkirina wan ya coxrafî destnîşan dike, herwiha kampên wan ên serbazî û swênkarên depokirinê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500