Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Efxanî kuştina komirvanên Şîe li Bexlan şermezar dikin

Îzazula

Karkerekî Efxanî komirê li kamyonekê bar dike li derdora Mezarê Şerîf roja12ê Nîsanê. Çekdarên girêdayî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 6ê Kanûna Duyem de herî kêm 13 komirvan li Parêzgeha Bexlan kuştin, berpirsên Efxan dibêjin. [FERŞAD USYAN/AFP]

Karkerekî Efxanî komirê li kamyonekê bar dike li derdora Mezarê Şerîf roja12ê Nîsanê. Çekdarên girêdayî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 6ê Kanûna Duyem de herî kêm 13 komirvan li Parêzgeha Bexlan kuştin, berpirsên Efxan dibêjin. [FERŞAD USYAN/AFP]

BEXLAN, Efxanistan -- berpirsên û welatiyên Efxan kuştina herî kêm 13 komirvanan li Parêzgeha Bexlan bi tundî şermezar dikin.

Tu grûpê yekser berpirsyaretiya xwe ji kuştinan ranegihandiye, lê hikûmet dixe stûyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de, ya ku dibêje ku xwedizekirinên berdewam di nav Efxanistanê de pêk tîne.

"Roja Înê [6ê Kanûna Duyem], çekdarên girêdayî DAIŞ herî kêm 13 komirvanên Şîeyên Hezara li Navçeya Tala Wa Berfek kuştin," Qayimeqamê Navçeyê Fayiz Mihemed Amirî ji Selam Times re got.

"Êrîşa dawî li ser hindikahiyên etnîkî li gundê Anarak bû," wî got.

Qurbanî hemû ji Parêzgeha Daykundî ya navendî bûn, li gorî Amirî. Çekdaran êrîşî basa ku karker tê de rêwî bûn kirin, û ew ji basê derxistin û ew gulebaran kirin, wî got.

Karker di rêya vegera bo malê de bûn dema ku çekdaran kemîn ji wan re çêkir, fermandarê polîsê parêzgehê lîwa Emînullah Amarxil got.

Polîs li deverê hatin bicihkirin daku dest bi lêkolînan bikin daku ew piştrast bin ku karmendên din parastî ne, wî got.

"Em lêkolînan derbarê bûyerê dikin û em dê tolê hildin," Parêzgarê Bexlan Ebdulsetar Barez ji Selam Times re got.

Hikûmeta Efxanî jî lêkolînan derbarê vê dosyeyê de dike û ligel hêzên ewlekarî kar dike ji bo aramkirina rewşê, cîgirê berdevkê Wezareta Hundir Necîb Danîş li Kabul di 6ê Kanûna Duyem de got.

Îsyanvan dixwazin xelkê Efxanistanê dabeş bikin, lê Efxan yekgirtî ne, wî got.

"Xelkê me dizanin dijminên wan kî ne," wî got.

Durûtiya DAIŞ

Kuştina Hazaran li Bexlan durûtiyeke olî û etnîkî ye, Cîgirê Duyem ê Serokê Bicîkar ê hikûmeta Efxanistan Mihemed Muheqiq li Kabul got.

"Qurbanî Hazara û Şîe bûn," wî di konferanseke rojnamevanî de li Kabul got.

Qurbanî di komirgehê de dixebitîn daku debara malbatên xwe bikin û ne kesayetiyên serbazî yan siyasî bûn, wî got.

Êrîş ji çekdaran re "rûreşî" ye û nîşan dide ku "tu cihê wan di nav xelkê de tune ye", Muheqiq got.

Bi dehên xelkê Bamiyan ên aciz roja Şemiyê (7ê Kanûna Duyem) li Kabul kom bûn daku bang li hikûmetê bikin ku rêgirtinê li êrîşên li ser hindikahiyên olî û etnîkî tundtir bike.

"Ev kuştin komkujkirina Hazaran li Efxanistanê berdewam dikin," Mîlad Husên Fîrûzî, çalakvanekî ji Bamiyan ku di xwepêşandanê de beşdar bû got, û nîşan bi reşkujiyên derheqê Hazaran de da.

"Ev kiryara DAIŞ nemirovî yê û kuştina xelkê me ne serhildêriyeke," wî ji Selam Times re got. "Tu cih ne ji kiryarên wisa re û ne jî ji xelkê ku wan kiryaran dike re tune ye ne di Îslamê û ne di kultûra me de."

Efxan lihevnekirina tayifgerî red dikin

DAIŞ take girûpa çekdar e ku dixwaze Efxanan bi rêya êrîşên tayifgerî cuda bike, Fereydûn Xiwazûn, berdevkekî Serokê Bicîkar ê hikûmeta Efxanî Ebdula Ebdula, got.

"Ev karekî nemirovî ye ku ji aliyê DAIŞ ve hatiye pêkanîn, ew dixwaze dest bi şerekî navbera Suniyan û Şîeyan li welat bike," wî ji Selam Times re got. "Em yekgirtî ne û yek milet in -- ne Sune hene û nejî Şîe hene, em berî hertiştî Efxan in."

DAIŞ "hewl dide ku provokasyonê ji bo şerê tayifgerî li Efxanistanê bike û miletê me parçe bike", Mulvî Mihemed Ayaz Niyazî, lêkolînerekî olî yê ku li Kabul dimîne, got.

Kuştina xelkê bêsûc di Îslamê de heram e, wî got, anî ziman jî ku komirvan "xelkê bêsûc bûn û karkerên normal bûn li Bexlan".

Kuştina sivîlan ji ber cudahiyên wan ên nicadî û etnîkî tawaneke şer e, rêxistina xortan a Nan Zwana Madani Tolana (NZMT) got.

Kuştina xelkê bêsûc ne tê efûkirin û nejî tê jibîrkirin, endamê NZMT Rûhula Heyderî got.

"Tu cihê DAIŞ di civakê de tune ye," wî ji Selam Times re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500