Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berferehbûna hevalbendiya Rûsî-Îranî aloziyên tayîfgerî li cîhana Îslamî gur dike

Desteya Nivîserên Salaam Times

Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Îranî Hesen Rûhanî li Tehranê tev dardestên xwe civiyan di Mijdara 2017an de bo nîqaşkirina hevahengiya di navbera her du welatan de derbarê Sûrîya, Yemen û Efxanistanê. [Kremlin]

Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Îranî Hesen Rûhanî li Tehranê tev dardestên xwe civiyan di Mijdara 2017an de bo nîqaşkirina hevahengiya di navbera her du welatan de derbarê Sûrîya, Yemen û Efxanistanê. [Kremlin]

Têkiliyên Mosko yên bi Tehranê re yên ku di zêdebûnê de ne şopên tayîfgerî kûrtir dikin li seranserê cîhana Îslamî û armanca Kremlinê ya bidestxistina bondoriyê eşkere dike di kirasê hevawaziya bi Îranê re di çalakiyên wê yên têkbirina aramiyê de.

Bi salan rejîma Serokê Rûsî Vladimir Putin hewl dide ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn, Efxanistan, Asya Navîn û deverên din vegerîn piştî rûxana Yekîtîya Soviyêt û îzoleya navdewletî ji Rûsyaya Hevgirtî re.

Pêşketinên dawîn diyar dikin ku Kremlin biryar daye ku xwe pir nêzî Îranê bike. Ji Efxanistanê heta bi Sûriyayê, û ji Yemenê heta bi Îraqî, piştevaniya Rûsyayê bo ajenda parçeker û berferehxwazî ya Îranê re berbiçav e.

Lê ev têkiliya pişkivî bû sedema serencamên wêranker bo rûniştiyên wan herîman.

Delegeyeke serbazî ya Îranî bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê Emîr Hetamî li gel esferên artêşa Rûsî bi serokatiya Serokê Serleşkerîyê, Ceneral Valery Gerasimov civiyan li Mûskoyê roja 15ê Nîsanê. [Wezareta Berevaniyê ya Îranî]

Delegeyeke serbazî ya Îranî bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê Emîr Hetamî li gel esferên artêşa Rûsî bi serokatiya Serokê Serleşkerîyê, Ceneral Valery Gerasimov civiyan li Mûskoyê roja 15ê Nîsanê. [Wezareta Berevaniyê ya Îranî]

Endamine Firqeya Fatimiyûn a Efxanî ya ser bi Pasdaran ve li ser girekî nimayişa leşkerî dikin li Sûriyê di vê wêneyê de, li welatê ku ew lê şer dikin, bi alîkariya artêşa Rûsî, bo piştgiriîkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed û parastina berjewendiyên tayîfgerî yên Îranê. [Fayil]

Endamine Firqeya Fatimiyûn a Efxanî ya ser bi Pasdaran ve li ser girekî nimayişa leşkerî dikin li Sûriyê di vê wêneyê de, li welatê ku ew lê şer dikin, bi alîkariya artêşa Rûsî, bo piştgiriîkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed û parastina berjewendiyên tayîfgerî yên Îranê. [Fayil]

Hêzên Rûsî û balafirên şer li bingeha Himêmîm in ku ji wir ew piteşvaniya milîsên ser bi Îranê ve dikin di şerê wan de yê piştgirîkirina Serokê Sûrî Beşar Esed. [Wezareta Berevaniyê ya Rûsî]

Hêzên Rûsî û balafirên şer li bingeha Himêmîm in ku ji wir ew piteşvaniya milîsên ser bi Îranê ve dikin di şerê wan de yê piştgirîkirina Serokê Sûrî Beşar Esed. [Wezareta Berevaniyê ya Rûsî]

Rûsya mafê xwe yên vîto li Encumena Ewlekarî ya NY bo parastina Îranê û hevalbendên wê, di nav de rejîma Sûriyê û Hûsî li Yemenê bi dehên caran b ikar anîye di çend salên borî de. Yê di wêneyê de diyar dibe Balyozê Rûsî bo NY, Vassily Nebenzia, ye. Di vê wêneyê de Balyozê Rûsî li NY Vassily Nebenzia ye. [Şandeya Mayinde ya Rûsya Hevgirtî bo NY]

Rûsya mafê xwe yên vîto li Encumena Ewlekarî ya NY bo parastina Îranê û hevalbendên wê, di nav de rejîma Sûriyê û Hûsî li Yemenê bi dehên caran b ikar anîye di çend salên borî de. Yê di wêneyê de diyar dibe Balyozê Rûsî bo NY, Vassily Nebenzia, ye. Di vê wêneyê de Balyozê Rûsî li NY Vassily Nebenzia ye. [Şandeya Mayinde ya Rûsya Hevgirtî bo NY]

Bi bikaranîna hêza serbazî ya Rûsyayê û kursiyê wê yê mayinde di Encumena Ewlekariyê ya NY re, Rûsya û Îranê hevbendiyek pêk anî ku jiyana bi dehên hezaran çinî, bi milyonan bêwar hiştin û aloziyên tayifgerî gurtir kirin li herêmên ku ji berê ve ew lawaz û teqyayî ne.

Piştevaniya ''heyva Şî'î''

Ev hevpariya Rûsya û Îranê bi giranî dest pê kir piştî armanca hevbeş ya piştgirîkirina rejîma serokê Sûrî Beşar Esed, yê li tenîşta bavê wî Hafiz, xwedan têkiliyên dûr û dirêj li gel Tehranê û Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî.

Îran Sûriya weke endamekî girîngdi çesipandina bandoriya xwe de ya bi dirêjahiya tiştî weke "heyva Şî'î" tê binavkirin dibîne -- xelekeke ji welatên ku Şîe tê de gelekahî ne yan hindikahîya Sîe li wan desthilatdar e ji Îranê heta bi Lubnanê.

Nemaze, Sûriyê mîna pireke bejahî ye ku dihêle kawarên çekhilgir û karîgeriya Îranî bigihe Libnanê , li wir jî Tehran piştevaniya koma siyayî-serbazî bi navê Hizbulahê dike li dijî dijminê Tehranê yê kevin Îsraîl.

Rûsya, ji aliyê xwe ve, Sûriyê weke klayntekî nirxdar yê keresteyê xwe yên serbazî dihejmêre û herwiha dibîne ku ew pasevaniya gihiştina wê dike bi yekana bendera wê ya deryayî li ser deryaya Sipî, ku dikeve bajarê Tertûsê Sûriyê.

Bi qewimîna şerê navxweyî li Sûriyê, Mosko derfetek dît bo nîşandana karînên xwe yên serbazî û karîgeriya xwe li herêmeke ku Amerîka lê xwedan hebûneke mezin e.

Berjewendîya hevbeş di mayîna rejîma Esed de hêla ku Rûsya û Îranê çekan, çekdaran û pereyan bişînin bo piştgirîkirina artêşa Sûriyê piştî dora heşt salan ji şer.

Ev piştgirî, li Sûriyê bi tenê, hişt ku nêzî 500,000 Sûrî bên kuştin û bi milyonan bêwar bibin. Piraniya wan kuştiyan û bêwaran ji gelekahiya Sûnî ne -- yên ku dijberên ajenda tayîfgerî ya Esed û Îranê ne.

Ji wê demê de, hevbendiya di navbera Rûsya û Îranê berferehtir bû û xizmeta naratîvên û kirdarên tayifgerî yên Îranê de dike.

Ji ber her diçe Rûsya tê îlozekirin li ser qada navdewletî ji ber destêwerdanê wê di hilbijartinên welatên din de, dagirkirina dewletîn cîran û piştgirîkirin rejîmên atokrat, ew li hevalbendên ku di heman rewşê de ne li ser qada navdewletî digere -- Îran jî bo vê yekê guncan e.

Ji mêj ve Îran û Rûsya sîwana "berengarbûyîna terorîzmê" bikar tînin bo veşartina kirdarên xwe yên tayîfgerî û meremên xwe yên berferehxwazî.

Her du dewlet bihtirê caran opozîsyona Sûriyê -- welatiyên ku şer dikin bo azadbûnê ji diktatorê ku gelê xwe gazbaran kir -- bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û komên din ên tundrû dişebihînin.

Zelal e ku Îran û Rûsya pişta xwe bi naratîvên we yên ne rast derbarê berengarbûyîna û bi hevalbendê xwe girê didin ji berê bêhtir.

Rûsya Vîto li NY bikar tîne bo mertalkirina ajenda Îranî

Li gel hevkariya serbazî û hewalgirî, Rûsya gelek caran mafên xwe yên vîto bikar anîye bo rêgirtin li her biryareke Encumena Ewlekariyê ya NY derbarê Îranê û dewletên hevalbendê Îranê.

Di serê lîsteya bi dehên vîtoyên ku Rûsya bi kar anîne bo parastina rejîma Sûriyê -- di nav de dema ku roja 10ê Nîsanêrêgirtina wê li biryareke bo şermezarkirina bikaranîna rejîmê ji çekên kîmawî re li dijî sivîlan -- Kremlin Îran parast ji sizayên têkildarî rola wê di şerê Yemenê de.

Roja 26ê Sibatê Rûsya biryareke Encumena Ewlekarî ya NY têk bir, wê dê fişar li Îranê kiribaye li dor bikaranîna ne yasayî ya mûşekên Îranî ji aliyên çekdarên Şî'î yên Hûsî ve li Yemenê.

Çareserkrin, ku encumena 15-endamî ew bi hêsanî derbas kiribû, daxwaz dikir ku embargoya çekan a ku NY li ser Hûsiyan sepandibû were dirêjkirin-- û komîteyeke ji pisporan dît ku Îran ew proje biryar bin pê kir.

Di cih de, Encumena Ewlekariyê neçar bû ku proje biryareke Rûsî bo nûkirina embargoya çekan qebûl bike ku neanîbû ziman ku çekên Îranî li Yemenê tên bikaranîn.

Li Afxanistanê ''du yarî''

Rûsya li gel Îranê hevkariyê dike li Efxanistanê, û ew komên Sûnî yên tundrû bikar tînin bo pêkanîna meremên xwe.

Gelek delîl hene ku her du welat çekan, pere, û rahênanê ji şervanên Talîban re dabîn dikin, Telîban jî dixwaze ku hikûmeta ku Rojava piştevaniya wê dike li Kabûlê ji holê hilîne.

Rûsya û medyaya Rûsî aloziyên etenîk û tayîfgerî gur dikin di çarçoveya neseqamgîrîkirina hikûmeta Afxanî û belavkirina dengûbasên sexte li welat.

Piştî redkirina bi salan, Balyozê Îranî li Efxanistanê, Mihemadreza Behramî di Kanûna Yekem a sala 2016an de mukir hat pêwendiyên Îranê li gel Telîban hene.

Ev qebûlkirin lîstik Îranî ya xapînok a li ser du alîya destnîşan dike: ew pere, çek û leşkeran dişîne Sûrîya û Îraqê dema ew mikur tê ku ew şerê "terorîzma Wehabî" dike, lê di heman demê de ew alîkarîyê bi Taliban re dike -- tevgereke ji alîyê teorî ve ew li dijî ye -- li Efxanistanê.

Bi hatina sala 2007an, berpirsyarên Efxan nîşan bi karwanine ku çekan ji Talaban re hildigire, dike ku ji Îranê dihat û derbasî Efxanistanê bû, li gorî raportine nûçeyî.

Herî dawî, çekdarên Talban gelekî dihatin dîtin ku çekên çêkirina Rûsî û Îranî bi kar tînin.

Tevî ku Rûsya angaşt dike ku ew piştgirîya isyana Taiban li Efxanistanê dike bû şerê DAIŞê bike, berpirsyarên Efxan dibêjin ku Kremlin hewldanên ewlekarîya Efxan û dijberîya terorîzmê lawaz dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500