Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Gotara Bexdadî nîşana herifîna DAIŞ dide

Alaa Husên li Bexda û Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamî" Ebû Bekir Bexdadî avakirina tişta bi navê xîlafeta wî radigihîne di vê dîmenê de ji vîdyoyeke Hezîrana 2014an. Lîderê DAIŞ veşartî ye û kêm caran rûyê xwe nîşan dide.

Lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamî" Ebû Bekir Bexdadî avakirina tişta bi navê xîlafeta wî radigihîne di vê dîmenê de ji vîdyoyeke Hezîrana 2014an. Lîderê DAIŞ veşartî ye û kêm caran rûyê xwe nîşan dide.

Nameya dengî ya dawî ya lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî weke gotareke şikestin û herifînê hat, analîzer dibêjin, ligel hişyarkirinên lomebar ku bêhêviya di nav çekdarên grûpê de nîşan dide.

Di tomareke 3yê Mijdarê de, ku bi berfirehî li ser medyaya civakî hat belavkirin,Bexdadî bang li endamên DAIŞ li bajarê Mûsil dike ku nerevin û venekşin.

Dezgeha girêdayî DAIŞ a ku name belav kir îdia kir ku kesê diaxive Bexdadî ye. Lîderê DAIŞ xweveşartî ye û kêm caran rûyê xwe nîşan dide.

"Venekşin," Bexdadî di tomarê de dibêje. "Mayîna li erdê bi şeref bi hezarên caran asantir e ji vekişandina bi stûxwarî."

Ji 17ê Cotmehê ve, hêzên Iraqî beşdar in di operasyonekê de ji bo derxistina DAIŞ ji Mûsilê, asêgeha wê ya dawî li Iraqê û cihê ku Bexdadî "xîlafeta" xwe ya xweragihandî berî du salan ragihand.

Çavdêr û berpirsên ewlekarî gotara 32-deqeyî weke hewleke bêhêvî ji bo bilindkirina morala çekdaran wesif kirin, anîn ziman ku bandora wê berovajî bû, bi rêya eşkerekirina xalên qelsbûnê û şaştiyên girûpê di demekê de ku bi berdewamî erdê jidest didin.

Gotara Bexdadî ya şikestinê bû, ji ber ku herifîna dewleta DAIŞ nîşan dide, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Ew hertim gotinên weke "sebrê bikşînin", "cihê xwe bigrin" û "nerevin" dubare dikir ku nîşan dide ku "Bexdadî hewl dide ku hestê şikestinê yê xuya di nav çekdarên xwe de baştir bike", Resûl got.

Bêhêviya lîderê DAIŞ ji şopînerên wî xuya bû heta di tona dengê wî de jî û herwiha di peyv û biwêjên ku bijart wan bikar bîne, wî got jî.

Ji şopînerên xwe bêhêvî ye

"Gotar haleteke bêhêvî, tevlîhevî û jihevketinê di nav girûpê de nîşan dide, û herwiha haleta jihevqetîn û kêmbûna pêwendiya bi alîgirên wê re eşkere dike," analîzerê serbazî Fadil Ebû Ruxeyf ji Diyaruna re got.

Bexdadî gotina "sebrê bikşînin" 18 caran bikar anî, wî got, rewşa alarmê di nav çekdarên xwe de nîşan da.

Bikaranîna wî ji biwêja "cihê xwe bigrin" şeş caran, ligel hişyarkirinên lomebar weke "qels nebin" û "venegerin paş", weke ku ew çaverê dike ku alîgirên wî dev ji cihên xwe berdin û birevin, Ebû Ruxeyf got.

Gotara wî herwiha cudabûn û yaxîbûna di nav grûpê de eşkere kir, wî got, weke çawa di banga Bexdadî bo piştevanên wî de di heşt cihên cuda de hatî ku biya lîderên xwe bikin û hişyariya "alozî û lihevnekirinê" da.

Bexdadî bi awayekî rasterast berê xwe da xelkê Nînewa, ricaya piştgiriya ji wan kir, ku ev yek nîşan dide ku hêviya bi gelek şopînerên xwe jidest daye, Ebû Ruxeyf got.

Lîderê DAIŞ bijart ku gotara xwe bi duaya "lava û ricakirinê" bidawî bîne, ew duaya ku tenê di rewşên xirab de tê gotin, "weke rewşa ku îro Bexdadî û şopînerên wî têde ne", wî got jî.

Gotar bêbandor bû

Parlementerê Iraqî Iskender Witwit, ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parlementoyê de ye, kenê xwe bi wê gotarê kir, ku têde Bexdadî bang li şopînerên xwe dike ku "bi duayan li hember balafirên hevpeymaniyê bisekinin".

"Girûpê hemû alavên xwe jidest dane û îro nikare li hember pêşketina hêzên Iraqî bisekine ku ber bi navenda Mûsilê ve pêş dikevin," wî ji Diyaruna re got.

Ti bandora gotara Bexdadî li ser birêveçûna şer nebû ne jî morala daketî ya çekdarên wî bilind kir, Emîd Resûl got.

Lê berovajî, tenê piştî çend rojan ji gotarê, çekdarên DAIŞ li Hemam Elîl li başûrê Mûsilê rastî şikestinê hatin, ku yek ji asêgehên sereke yên girûpê bû, wî got jî.

Hêzên federal, Firqeya 15ê ya artêşa Iraqî û hêzên Lîwaya 34ê ya Mertalkirî jî hejmarek gund li gundewarên Mûsilê vegerandin û niha tenê çend kîlometran ji navenda bajar dûr in, wî got.

"Bexdadiyê ku bêtirî salekê bêdeng ma îro dîsa şîretan dide alîgirên xwe ji ber ku dizane ku Mûsil ... niha di bin metirsiya ku ji destî wî derkeve de ye," wî got.

Ew baş dizane ku "piştî herifîna wî li Mûsil dê herifînên mezin li deverên dagîrkirî yên din werin û lîstik di demeke nêzîk de dê bidawî were", wî got jî.

Dijîderketineke li Bexdadî

Di gotara xwe de, Bexdadî çekdarên xwe şîret dike û ji wan re dibêje ku bi temamî biya fermanên emîran bikin û pirsan derbarê biryarên wan nekin, Mazin Zekî, rêveberê beşa medyaya nû di Navenda Ibn Welîd a Lêkolîn û Vekolînên Meydanî de got.

Ev yek nîşan dide ku "dijîderketineke mezin di nav rêzên grûpê de derketiye û bi taybetî ji dema destpêkirina kampanyaya rizgarkirina Mûsilê ve", wî ji Diyaruna re got.

"Bexdadî herwiha tekezî li ser xaleke girîng a din di gotara xwe de kir, ew jî ku karîgeriya jidestdana hejmarek ji emîr û fermandaran li ser girûpê nebû û dê nebe," Zekî got.

Ev biryar ji ber wê yekê hat ku "tirs û tevlîhevî" di nav rêz û hejmareke mezin ji çekdaran de derketiye piştî ku hejmarek ji fermandarên DAIŞ di êrîşên asmanî yên vê dawiyê de hatin kuştin, wî got.

Di çarçoveya gotara xwe de, Bexdadî girîngî da tûjkirina endamên ku bi "inxîmasî" wesif kirin, an jî êrîşkarên xwekuj ku xwe dixin di nav rêzên dijmin de, efserê serbazî yê Misrî yê xanenişîn Lîwa Yehya Mihemed Elî, ku pisporê girûpên tundrew e, got.

Wî bang li wan kir ku "bi hemû hêza xwe li beşdarên di êrîşa li ser Mûsilê de bidin", Elî ji Diyaruna re got, anî ziman ku "grûp piraniya caran inxîmasiyan tenê di du haletan de bikar tîne, di êrîşên paqijkirina rê ji endamên din re, an jî di berevaniya bêhêvî de li dijî êrîşên mezin li ser wê û cihên wê".

"Di haleta Mûsilê de, xuya ye ku grûp bi temamî dizane ku dê encam çi be û hewl dide ku wê pêşwext bi rêya êrîşkarên xwekuj vala derxe daku herî kêm ketina bajar paş bixe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

9 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Berî her tiştî, DAIŞ ji îdyolojiya Wehabî çêbû, û Sunniyên gelaç xwebexş kirin daku piştgiriya wê bikin. Lê belê, Şîe berevaniyê li şerefa birayên xwe yên Sunî dikin bêyî ku daxwaza beramberekî ji wan bikin. Ne weke endamên DAIŞ ên Sunî ku jin digirtin û destdirêjî li wan dikirin. Herkes li gorî esl û ola xwe reftarê dike. Em alîgirên Malbata Bêxember in, û em ji şehîdbûnê hez dikin.

BERSIV BIDE

Rehma Xwedê li Suniyan be! Ew alavên manê ne. li xwe binêrin bê çi bi we hatiye, piştî ku serkirdeyê Sunî yê mêrxas û azad Sedam Husên xayintî lê bû!

BERSIV BIDE

Şîa û Suna bira ne û divê hemû welat bi yekrêzî li dijî terorê rawestin û herwiha li dijî dijminên ku nakokî di nav wan de çandin. Mixabin, hemû êl, ol û tayîfe bûn qerbaniyên DAIŞ ji ber nebûna yekrêziyê. Herin pêş bi hêviya ku yekîtiya wan ji nav neçe, bi vîna Xwedê. Bi bilez, hemû bi hev re, bi werîsê Xwedê, û bi nepejrandina parçebûyînê.

BERSIV BIDE

DAIŞ dê bê wêrankirin, ji ber ku wê ji bilî tu nirx anjî sûd ji mirovahiyê re neanî: kuştin, destdirêjiya sêksî; binpêkirina hestên olî yên Misilmanan; nêzîkirina mirina ciwanên Misilman ku ew metrisiya sereke li ser dagirkerên Israîlî bûn; xerabkirina navê Islamê; û peydakirina ewlehiyê ji Israîl re.

BERSIV BIDE

Bi navê Xwedan, Xwedayê Dilovan, Xwedayê Dilovîn Bi tenêXwedê tiştê nepenî dizane, û serkeftin ji bal Xwedyê ye. Serkeftinek heye ku tê de kesê serkeftî dizane ku ew biserket tevî ku tirsonek e, weke kesê ku di ezmûnan de fêlan dike. Şikestinek heye ku dihêle kesê serkeftî bifikre ku karê xwekujî pêk bîne piştî şikandina zilamên mêrxas û bibawerî ji ber ku dizane, di nefsa xwe de, ku ew tirsonek û riyaker e, ku ew ne hêjayî serkeftinê bû, û ku ew tenê alaveke bêyî prensîp û doz bû. Nehêlin ev tirsonek û xayin rehetiyê bibînin!

BERSIV BIDE

Bi Xwedê, eger tu ne binketî bayî, te wiha li ser hevwelatiyên xwe ne dipeyivî. Û eger xêr di serê we de heba we li jinên xwe nedida.

BERSIV BIDE

Rehma Xwedê li te be, Sedam! Em di van rojan de hewcedarê te ne. Bi Xwedê, xelkên dabeşkirî û durûyî ne hêjayî te ne. Ew kesên qels in ku peristina Îranê dikin. Heta bi şikilên xwe û bilêvkirina Erebiyê, wan bêtir dişibin berpirsên xwe, yên Faris. Xwedê, Rewafidên lawaz li ser erdê Mûsilê li ser destê rêkxistinê ji nav bibe! Hûn dema şehîdbûna Sedam li ku bûn, hûn, ey zarokên nîkah el-muta (zewaca demî)?

BERSIV BIDE

Dem baş. Çima weke bihnên dubendî û dijminkariyê ji we tê, hevdem ku hûn hemû misilman û şagirtên Pêxember ? We hemî tiştê têkildarê Israîlê jibîr kiriye, bi tenê gurkirina şerê di navbera Şîa û Sunan de ye. Ev têgehan weke ku Ereb û Ecem li dijî Qûrana Pîroz û sûneta pêxember bin. Bi hêviya ku Musilman şiyar bibin.

BERSIV BIDE

Em hemû Iraqî ne, berevajî tiştê ku ev ehmeq dibêjin!

BERSIV BIDE