Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şirovekar: Bexdadî di nava dirûtî û xeyalan de ye

Xalid Taî

Fermandarê Pasvanîya Sînor a Îraqî ferîq Hamid Ebdulah Brahîm operasyonên koleçanê dişopîne da çi tevgerên DAIŞê yên li nêzî sînorê rojavayî kifş bike, di wêneyekê de ku di 7ê Tebaxê de li ser înternetê hat belavkirin. [Wêne ji Farmandarîya Pasvanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin] 

Fermandarê Pasvanîya Sînor a Îraqî ferîq Hamid Ebdulah Brahîm operasyonên koleçanê dişopîne da çi tevgerên DAIŞê yên li nêzî sînorê rojavayî kifş bike, di wêneyekê de ku di 7ê Tebaxê de li ser înternetê hat belavkirin. [Wêne ji Farmandarîya Pasvanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin] 

Şirovekar dibêjin ku gotara rewanbêj a serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekr Bexdadî ya vê dawîyê gelekî berevajî rastîya li ser erdê ye -- ku rêxistineke di halekê xirab de ye û bi moralekî nizim şer dike.

Tomareke deng a gotarê li ser înternetê hat belavkirin di 16ê Îlonê de, û bi nivîskî li rûpela pêşîn ya kovara Nebeyê ya rêxistinê hat weşandin.

Pisporên ewlekarî yên herêmî dibêjin ku gotar mişt derew û pêçûn e.

"Zindan, zindan, leşkerên xîlafetê!" Bexdadî di tomarê de dibêje. "Tiştê ji dest we tê bikin da ku hûn bira û xwişkên xwe rizgar bikin û û dîwarên ku ew li pişt wan hatine zindankirin hilweşînin."

Jin di hundirê kampekê de tên dîtin, cihê ku xelkê girêdayî DAIŞê tê de hatine girtin li bajarê Dêrîkê li bakurê Sûrîyayê di 29ê Îlona 2018an de. [Delîl Sulêman/AFP]

Jin di hundirê kampekê de tên dîtin, cihê ku xelkê girêdayî DAIŞê tê de hatine girtin li bajarê Dêrîkê li bakurê Sûrîyayê di 29ê Îlona 2018an de. [Delîl Sulêman/AFP]

Bi hezaran çekdarên DAIŞê di zindanan de ne li Îraq û Sûrîyayê, lê bi dehhezaran endamên malbatên wan di kampan de ne.

Li Sûrîyayê, cihê ku DAIŞê parçeyê erdê yê dawî yê li jêr kontrola xwe di Adarê de ji dest da, bi sedan çekdarên rêxistinê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve hatine girtin.

Desthilatdarîya Îraqî hejmara kesên di zindanên wê de îlan nake, lê çavdêr dibêjin ku dora 20,000 kes girtî ne ji ber têkilîyên wan ên gumanbar bi DAIŞê re.

Dirûtî, wehim û têkçûn

Bexdadî "asteke mezin ji dûrîtîyê dîyar kir dema wî xapandina piştgirîyên xwe berdewam kir, ku ji wan re da xuyakirin ku hîn rêxistin hêzdar e, lê rastî berevajî wê yekê ye", pisporê warê ewlehî, yê Îraqî, Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

Wî got ku serkirdeyê DAIŞê zimanê xwe yê handar bi kar anî weke hewldanekê da ku bide xuyakirin ku DAIŞ Hêzdar e, tevî şîyanên wê yên lojistî, darayî û mirovî hildiweşin.

Şerîfî got ku wî angaşt kir ku şopînerên nû soz didin ku dilsoz bin bi DAIŞê re, "lê ev yek berevajî agahîyên aniha ye, agahîyên ku berevajî vê yekê nîşan didin".

"Bi rêya dirûtî û xapandinê, Bexdadî dixwaze berdewam ve di xapandina şopîner û alîgirên xwe de û dixwaze ku wan ji rê bibe û bihêle bawer bikin ku rêxistin hîn hêzdar e," wî got.

Şerîfî teqez kir ku gotar "nîşanên têkçûn û bêhêvîtîyê reflekt dike û bi awayekî eşkere dîyar bû ku Bexdadî gotinên handar ên ku nefeseke hestyarî û olî di wan de hebû bi kar anîn".

Herwiha ev yek destnîşan dike ku "ew nema dikare rêxistinê vejîne û ew ji derdora xwe veqetandî ye", wî got û not kir ku hemû tiştên ji destê DAIŞê tên aniha "derew, xapandin û tirsandin in" .

Gotin û Ayetên Quranê yên ku Bexdadî di gotara xwe de bi kar anîn destnîşan dikin ku hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê ji şer direvin, li gorî pisporê terorê Wail Ebdul Mutelib.

Wî ji Diyaruna re got ku ev yek gelekî balkêş bû ji ber ku Bexdadî berî vê yekê her car çekdarên xwe şiyanse dikrin ku ew hêzeke neşikênbar e û da angaşt bike ku ew jixweber hatine bo şer bikin, lê bi rastî rewş bi temamî berevajî vê yekê ye.

Ji bo banga Bexdadî ji çekdaran re ku êrîşî zindanam bikin, Ebdul Mutelib ew yek weke "bangeke hestyarî" da ku hestekî "erkdarîyê" di nav bermahîyên rêxistinê de han bide wesif kir.

Tengejî di hundirê DAIŞê de "mezin in"

Projeya DAIŞê ya îdyolojî "êdî têkçûyî ye û nema gel wê qebûl dike û guh dide wê ji ber ew projeyeke li ser bingeha dirûtî û angaştinên derew e", şirovekarê serbazî yê Îraqî Sefa el- Asim ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku rastîya DAIŞê bi berfirehî hat naskirin, heta di nav wan kesên ku di destpêkê de îdîolojîya Bexdadî û gotara wî qebûl kirin.

Wî got ku gotarên Bexdadî -- tomara deng divegere Îlonê vîdyo ya berî vê divegere Nîsanê -- dê rê li ber paşdeçûna rêxistinê negire.

"Ev tomarên deng û heta derketinên serkirdeyê rêxitinê di vîdyoyeke nû de dê nikaribe bihêle ku moralên endamên rêxistinê kêm nebin an parçebûna di nav endamên wê de çareser bibin," el-Asim got.

"Şer dijwar e di hundirê rêxistinê de û gengeşeyên mezin di nav serkirdeyan de hene," wî got. "Bexdadî bê hemdî xwe di tomara xwe ya deng de dîyar kir."

Ligel ku erdên ku carekê li jêr destên wê bûn ji dest wê çûn, hemû samanên DAIŞê ji dest wê çûn û kêm bûn, ku tenê êrîşên belawela li deverên biyabanî yên dûrdest pêk tîne.

"Hêzên Îraqî rast nîşan kir ku ew dikarin terorîstan parçebûyî, revîyayî, û nikaribin careke din xwe bidin hev û refên xwe careke din ava bikin bihêlin," el-Asim got.

Çavdêrîkirina propegandaya DAIŞê

Gotarên Bexdadî û hemû propegandaya DAIŞê ya din ji nêzîk ve tên çavdêrîkirin, peyvdarê Fermandarîya Operasyona Hevbeş a Îraqî emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

"Em çavdêrîya van peyaman dikin û wan ji alîyê hewalgirî û ewlekarî ve şirove dikin û em hemû derew û dijayetîya di wan de reçav dikin, ên ku hilweşîn û lawazîya rêxistinê reflekt dikin," wî got.

"Rewşa terorîstan a rast gelekî cuda ye ji sûretê ku serkirdeyê DAIŞê yê tawankar Bexdadî dîyar kir, ji ber ew parçebûyî ne û kêm çek, piştgirîya darayî û lojistî digihine wan," Resûl got.

Wî teqez kir ku bangên Bexdadî di gotara wî ya dawî de bo şopînerên wî ku êrîşî zindanan bikin û endamên rêxistinê azad bikin tenê "bangên bêhêvî û têkçûnê ne".

Wî daxuyand ku ê fermandarên hêzên ewlekarî yên Îraqî "tu gefa terorîstan, çi coreyê wê be û çi hecmê wê be, paşguh nakin", û not kir ku weke tedbîreke parêzî çavdêrî li ser zindanan hat qayimkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500