Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Rêvebera dibistanekê serkêşiya nûkirina dibistana xwe li Celewla dike

Xalid Ta'î

Xwebexş dibistana Huda li Celewla paqij dikin weke beşekê ji kampanyaya nûkirina avahiyê. [Wêne ji rûpela Facebook a rêveberiya nahiya Celewla]

Xwebexş dibistana Huda li Celewla paqij dikin weke beşekê ji kampanyaya nûkirina avahiyê. [Wêne ji rûpela Facebook a rêveberiya nahiya Celewla]

Du mehan berî destpêkirina sala nû ya xwendinê, rêvebera dibistana Huda li Celewla serkêşiya hewlekê ji bo nûkirina dibistana xwe kir, ku bûbû kavil piştî dagirkirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di havîna 2014an de.

Niha bêtirî 300 xwendekaran vegeriyane maseyên xwe li dibistanê li parêzgeha Diyala, rêvebera dibistanê Leyla Silêman Hemîd ji Diyaruna re got.

"Ji dema ku em vegeriyan Celewla piştî rizgarkirina wê di destpêka sala borî de, me dît ku ziyanên mezin gihane dibistana me," wê got. "Diviyabû ez xwendekaran bibim dibistana Xalid Bin Welîd a seratayî ya li nêzîk daku xwendina xwe temam bikin."

Lê ew dibistan berê ji ber qerbalixiyê zehmetî dikişandin û du dewam tê de birêve diçûn, sibeh û êvarî, Hemîd got, anî ziman jî ku ligel hejmara zêde ya xwendekaran, wan dewameke êvarî zêde kir daku herkesî bivehewînin.

"Ev gelekî ji xwendekaran re westîner bû û bandora wê li ser asta wan a xwendinê hebû. Herwiha ji stafa fêrkarî re jî gelekî zehmet bû," li gorî Hemîd.

Ji bo dûrketin ji dubarebûna senaryoya par, Hemîd destpêxşerî kir ji bo destpêkirina kampanyayeke xwebexş ji bo nûkirina dibistanê bi alîkariya malbatan, wê got.

"Gelek malbatan bersiva bangê dan û me ligel avakeran dest bi kar kir ji bo çakirina dibistanê li ser hesabê min ê şexsî û bi alîkariya dayînên biçûk ku me ji welatiyan wergirtin," wê got, anî ziman jî ku xerciya nûkirina dibistanê 10 milyon dînarên Iraqî ($8,600) bûn.

"Dibistan niha dîsa vegeriyaye xizmetê," Hemîd got, anî ziman jî ku dê dibistan di pêşerojê de bikaribe xwendekarên bêtir bivehewîne.

"Me herwiha bi rêya destpêşxeriyê hewl da ku barê li ser milê dewletê siviktir bikin û alîkariyê di pêşxistina destpêşxeriyên xwebexş ên cemawerî de bikin li ser bingeha beşdarbûna cemawerî di avakirina welat de," wê got.

Hêza karê xwebexş

"Ev destpêşxerî tekezî li ser hestê girêdan bi welat ve û daxwaza ji dil a welatiyan ji bo rakirina hemû paşmahiyên terorê dike hevşêweyê mêrxasiya serbazên me yên qehreman di meydanên şer de," rêveberiya nahiya Celewla Yaqûb Yûsif ji Diyaruna re got.

Dibistan "hema bêje bi temamî hatibû wêrankirin", wî got, anî ziman ku beşê rêveberiyê û çar ref bi temamî hatibûn wêrankirin lê belê avahiyên din rastî ziyanên bi rêjeyên cuda hatibûn.

"Lê bi hewlên [Rêveber] Leyla û xelkê dilpak, dibistan hat nûkirin û aniha ji berê baştir jî bûye," wî got.

Rêveberiya nahiyê piştgiriya van hewlan kir bi rêya pêşkêşkirina hemû rêdanên îdarî ji bo temamkirina kar, Yûsif got.

"Ev ne cara yekem e ku xelkê Celewla beşdariyê di çakirina dezgehên giştî de yên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine wêrankirin dike," wî got.

Xelkê berî niha beşdarî di "çakirina yek ji pirên girîng de li bajar kirine, û beriya wê jî, bi xwebexşî beşdarî di paqijkirina bajar de û rakirina paşmahiyên şer ji kolanan kiribûn", wî got.

Endamê encumena parêzgeha Diyala Xidir Muslim pesnê destpêşxeriyê da.

"Em piştevaniya destpêşxeriyê xwebexş yên wisa dikin û wan girîng dihejmêrin, bi taybet di vê qonaxê de ku welat di zehmetiyeke aborî de derbas dibe û dewlet dikare hemû projeyên avakirinê fînanse bike," wî ji Diyaruna re got.

"Îro, em bi hewceyî beşdarbûna hemû xelkê ne û piştgiriya rêxistinên xwecihî û navdewletî ne û welatên bexşêner in ji bo zêdekirina revgera avakirinê û çakirina hemû dezgehên xizmetguzariyan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500