Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Encumena Sivîl a Tebqayê dest bi vekirina dibistanan dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hinek zarok li bajarê Tebqayê, yê ku li bakurê Sûriyê dikeve, bo cara yekemîn di jiyana xwe de diçin dibistanê. [Wêne ji Navenda Çapemeniya Reqayê hatiye wergirtin]

Hinek zarok li bajarê Tebqayê, yê ku li bakurê Sûriyê dikeve, bo cara yekemîn di jiyana xwe de diçin dibistanê. [Wêne ji Navenda Çapemeniya Reqayê hatiye wergirtin]

Encumena Sivîl a Tebqayê kar li ser vegera zarokên ku ev dora çar salan in ji perwerdahiyê dûr in ji ber dagirkeriya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Tebqayê re.

Hîna kar neqediyaye, divê dibistan bên amadekirin, stafê hînkirinê bê dabînkirin, û rê werin ewlekirin û divê canê hînbûnê li ba xwendekaran bê peydakirin piştî qutbûneke dirêj.

Dora 15 dibistanan li bajarê Tebqayê yê parêzgeha Reqayê bi giranî ziyan dîtine.

Hikûmeta Amerîkî nûkirina pênc dibistanan avêt ser milê xwe, lê dibistanên mayî li benda wê yekê ne ku hinek alî gavekê biavêjin û di nûkirina wan de rolê bibîbin, cîgirê hevserokatiya Encumena Sivîl a Tebqayê Awaz Xelîl got.

Xwendekar li bajarê Sûriyê Tebqa waneyan werdigrin li dibistaneke ku bi awayekî xwebexiş dubare hatiye vekirin. [Wêne ji Navenda Çapemeniya Reqayê hatiye wergirtin]

Xwendekar li bajarê Sûriyê Tebqa waneyan werdigrin li dibistaneke ku bi awayekî xwebexiş dubare hatiye vekirin. [Wêne ji Navenda Çapemeniya Reqayê hatiye wergirtin]

Encumenê vê dawiyê çend refên xwendinê ji xwendekarên ku neçûne dibistanê dema ku DAIŞ bajêr kontrol dikir amade kirin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev ref piştî çendîn civînan ligel dêbavan pêk hatin, ku tê de ecumenê tekezî li ser girîngiya perwerdahiyê û hewcedarî bi şandina zarokan bo dibistanê kir.

"Me weke encumen biryar daye ku zarokên xwe di her mercekî de perwerde bikin," Xelîl got. "Eger em tu kursiyan nebînin, em dê li ser zemînê rûnin û wan hîn û fêr bikin."

"Zarokên 13 salî li Tebqayê hene ku ew qet neçûne dibistanê, eger em wan perwerde nekin, ew dê bargiraniyek bin li ser me û li ser civaka navdewletî," wî got.

"Em dê perwerdahiyê misoger bikin çi saman jî li ber dest bin," wî got, da zanîn jî ku dora13,000 xwendekaran li bajêr hene, di nav de kesên bêwar.

Hejmareke mezin ji maosteyan xwe ji hînkirinê re bexş kir.

Sala xwendinê di nîva Îlonê de destpê dike

Komîteya encumenê biryar da ku sala xwendinê ya 2017/2018 di nîvê Îlonê de destpê bike, endamê komîteyê Xanim Ferec got.

Dibistanên pêşîn dê yên Tebqa, û yên bajarokên Curniyê û Mensûra bin, wî ji Diyaruna re got.

"Ji 33 dibistanên li deverê, bi tenê pênc bo wergirtina xwendekaran dibin li bajarê Tebqayê û çar li gundewarên wê, û çarên din bi temamî hatine wêrankirin û hineke din hewcedarê çakirineke berfireh in," wî got.

Ferec got ku hinek dibistan li deverê mişt bêwar in û estem e ku di vê demê de ji xelkê bên valakirin.

Wî got ku du dibistan bi awayekî xwebexş hatin vekirin: dibistaneke fêrkariyê ya keç û xortan li taxa Buheyrayê, ku hejmara xwendekarên wê 580 e, û dibistaneke seretayî li devera Wehab li taxa Rafîdeyin li Tebqayê, ku bêhtir ji 500 xwendekaran vedihewîne.

"Encumena Sivîl a Tebqayê dibêje ku ew rûbirûyî nexwendewariyê û jiberçavkirinê dibe, yên ku di salên dawîn de ji ber dagirkirina DAIŞ ji herêmê re belav bûne, û bûn sedema peydabûna nifşekî ku hîna ji çûna dibistanê bêpar e," Ferec got.

Wî got ku mamosteyên xwedan ezmûn dê serbest bin li ku derê waneyan bidin, û hejmareke mezin ji xwebexşan dilxwestina xwe ya hînkirinê îsal derbirîn.

Wî got jî ku mamoste tevlî korsên rahênanê bûne bo xweamadekirin ji sala xwendinê re.

Belavbûyîna nexwendewariyê li jêr desthilata DAIŞ

"Dema dagirkirina wê ji herêmê re, [DAIŞ] nexwendewarî û jiberçavkirin belav kir, perwdahî qedexe kir, hinek dibistan dagir kirin û hineke din wêran kirin û têk dan," şêniyê Tebqayê û fermanberê berê yê hikûmetê, Salim Xelef, got.

Rêxistinê baş dizanî ku mezinkirina nifşekî neperwerdekirî dê ji wê re hêsan bike ku kontrola hişê xortan bike, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Encumena Sivîl a Tebqayê bi cidî mijûlê çareserkirina rewşê bû, bi tekezkirin li ser dewamkirina perwerdahiyê ji zarokên ku jê hatine bêparkirin.

Xelef got ku hersê zarokên wî -- yek ji wan 11 salî ye -- heta niha ji çûna dibistanê bêpar in.

Yê 11 salî diviyabû sala ku DAIŞ êrîşê herêmê kir çûbaye dibistanê "û herduyên din jî nikarîn biçin dibistanê ji ber heman sedemê".

Wî got ku hevjîna wî karî ku wan hîn bike ku fêr bibin çawa bixwînin.

"Lê belê, bela herî dijwar bû para dêbavên neperwerdekirî yên ku nikarîn zarokên xwe hîn bikin yan jî mercan rê nedane wan ku vê yekê bikin," wî got.

Xelef got ku vê yekê hişt ku zarokên Tebqayê ne bixwînin ne binivîsin, û da zanîn ku "vegera wan bo dibistanê dê pêkane wan ji belaya nexwendewariyê biparêze".

"Ez pir kêfxweş im ku gelek dêbavan biryar daye ku zarokên xwe bişînin dibistanê piştî ku wan texmîn dikir ku zarokên wan ji tirênê mane," wî got.

Wî got ku di hinek haletan de, ev yek ji ber destêwerdana komîteya perwerdahiyê ya Encumena Sivîl a Tebqayê û hinek mamosteyan e, yên ku bi hev re kar dikin bo bilindkirina zanînê di nav dêbavan û zarokan de derbarê girîngiya perwerdahiyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500