Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Iraqî goristaneke DAIŞ li Felûca eşkere dikin

Ala Husên li Bexdayê

Piştî rizgarkirina Felûca, hêzên Iraqî goristaneke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dîtin ku bi sedên çekdarên girûpê tê de bûn. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Piştî rizgarkirina Felûca, hêzên Iraqî goristaneke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dîtin ku bi sedên çekdarên girûpê tê de bûn. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî goristanek li Felûca dîtin ku paşmayên termên bi sedên çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tê de bûn ku di dema şerê bidawîanîna kontrola girûpê li bajar hatin kuştin, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Hêzên ewlekariyê herwiha avahiyek dîtin ku cihê "dadgeha şere'î" ya DAIŞ bû, ku girûpê ew ji bo zordarîkirina li xelkê Felûca bikar tanî heta rizgarkirina Felûca di Hezîrana îsal de.

Di heyama kontrola DAIŞ de ji Felûca re, bajar weke bingehkê ji lîderên girûpê re û mexnetîzekê ji çekdarên Ereb û biyanî re, ku hukmê tund ê DAIŞ li bajar ferz kiribûn û êrîş li dijî deverên derdorê pêk tanîn, ketibû xizmetê de.

"Hêzên Iraqî goristanek li bajarê Felûca dîtin ku ji bêtirî 500 goran pêk dihat, nêzîkî 300 ji wan gorên nû yên çekdarên DAIŞ ên ku ew di şerê dawî yê rizgarkirina Felûca de hatibûn kuştin," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî emîd Yehya Resûl got.

Nîşanên goran diyar dikin ku di nav miriyan de nasnameyên Lîbî, Tûnisî, Sûrî, Cezayirî û Endenosî hene, ligel nasnameyên din, wî ji Diyaruna re got.

"Miriyên DAIŞ ku di wê goristanê de hatine veşartin piraniya wan di bombebarankirina asmanî ya ji aliyê hêzên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî ve berî derbasbûna bajar hatine kuştin anjî piştre li ser destê hêzên Iraqî yên hevbeş di şerên rizgarkirinê de hatine kuştin," fermandarê polîsê Felûca eqîd Cemal Cumeylî got.

Polîs dê laşên çekdarên biyanî yên ku li wir hatine veşartin destnîşan bikin dema ku ew dosyeya ewlehî ji artêşa Iraqî werbigrin, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku niha, herêm weke zoneke serbazî dimîne.

Derxistina laşan

Goristana DAIŞ di navenda bajar de ye, li nêzîkî Enstîtuya Lêkolînên Îslamî û Yaneya Felûca ya kevin, qayimeqamê Felûca Îsa Sayir ji Diyaruna re got.

Laş dê li Felûca nemînin, wî got, û "dê bo derveyî bajar bên derxistin her dema ku rewş li wir ewle bû".

Rêveberiya xwecihî li benda peydakirina bi temamamî ya ewlehiyê ye daku biryara dadgehê ya derxistina laşan û veşartina wan li cihekî din bicî bîne, wî got.

Ev dê bi hevahengiyê navbera rêveberiyên polîs û şaredariyan û rêveberiya tendirustî pêk were, Sayir got, û bi şêwira ligel Weqfa Sunî li Enbarê.

Ev goristana dawî ye ku li bajar hatiye dîtin, wî got, bang li artêşa Iraqê jî kir ku rêveberiya xwecihî ji her goristanên din yên ku bibînin agahdar bikin.

Zindana DAIŞ

Hêzên Iraqî herwiha "dadgeha şere'î" a DAIŞ li Felûca dîtin, emîd Rukin Celîl Ebdulrida, fermandarê Firqeya Piyade ya 1ê ya artêşa Iraqê got.

Dadgeh li yek ji malên ku DAIŞ dagir kiribû bû, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku wê zindanek bi qefesên hesinîn û hucreyên takekesî li xwe digirt.

"Ev dadgeh û zindan ji bo zordarîkirina li xelkê Felûca yên ku li dijî îdolojiya DAIŞ dihatin bikaranîn, di nav de kesên bitemen û zarok jî," Ebdulrida got.

Hêzên Iraqî berdewam in di lêgerîna li hemû paşmahiyên teqîner ên şer ku li bajar mane ji bo amadekirina bajêr bo vegera şêniyên aware, wî got jî.

Dezgehên ewlekarî niha çar taxên niştecîbûnê ewle kirine -- Şurta, Dubbat 1 û 2 û Eskerî -- ku ew dê di demeke nêz de ji bo wergirtina şêniyên xwe amade bin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500