Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tirs zêde dibin ji ber ku DAIŞ zarokên bêtir weke çekdar rahênan dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîre

Zarokên, ku weke "eşbal" hatine binavkirin, li Akademiya Farûq li Reqa tên rahênan. [Sikrînşot ji vîdyoyeke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê"]

Zarokên, ku weke "eşbal" hatine binavkirin, li Akademiya Farûq li Reqa tên rahênan. [Sikrînşot ji vîdyoyeke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê"]

Di demekê de ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berdewam e li ser jidestdana erd û desthilatê, hewl dide ku nifşekî nû ji çekdaran rake ku dê ji yên niha kujertir be, pispor hişyariyê didin.

Di Raporta Rewş û Meyla Terorîzmê ya YE ya salane de, ku di Tîrmehê de derket, ajansa polîsên Ewropî Europol hişyarî da ku zarokên çekdarên biyanî yên ku di bin desthilata DAIŞ de li Iraq û Sûriyê dijîn "metirsiyeke mezin in".

Ew zû dikevin bin bandora rahênana girûpê de, û tên rahênan daku bibin "nifşê bê" ji terorîstan, raportê got.

"Di propegendeya xwe de, DAIŞ gelek caran nîşan dide ku ew van zarokan rahênan dike daku bibin nifşê bê ji çekdarên biyanî yên terorîst, yên ku dibe metirsiyeke ewlehî ya mezin li ser dewletan çêbikin," raportê got.

Jinên Sûrî li cem otombîleke hesba ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li Reqa rawestiyayî ne. Endamên hesba li kolanan nobedariyê dikin ji bo çavdêriîkirina reftarê xelkê. [Wêne ji aliyê çalakvanê medyayî yê Sûrî "Ebû Şam el-Reqa" ve]

Jinên Sûrî li cem otombîleke hesba ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li Reqa rawestiyayî ne. Endamên hesba li kolanan nobedariyê dikin ji bo çavdêriîkirina reftarê xelkê. [Wêne ji aliyê çalakvanê medyayî yê Sûrî "Ebû Şam el-Reqa" ve]

"Hinek kesên vegeryayî dê metirsiya terorê li ser YE berdewam bikin bi rêya çalakiyên asankirin, fînansekirin, çekdarkirin û tundrewkirinê," wê got. "Dibe ku herwiha weke nimûneyekê ji cîhadiyên tundutûj ên pêşdîtinkirî di pêşerojê de xizmetê bikin."

Europol texmîn dike ku bêtirî 5,000 Ewropî çûne kampên rahênana terorîstan li derveyî welatên xwe, di nav de ew ên ji aliyê DAIŞ ve li Iraq û Sûriyê tên birêvebirin.

Di lêkolînekê de di Adara 2016'an de, ya bi navê "Zarokên Dewleta Îslamî", navenda lêkolînên dijî tundrewbûnê ku li London e û navê wê Dezgeha Quilliam e texmîn kir ku 31,000 jinên ducan di erdên bin kontrola DAIŞ de hene.

"Pêşeroja zarokên ku li [erdên DAIŞ] ji dayik dibin û mezin dibin, pirsgirêkeke girêdayî mijarê ye û guvaşker e, û hişyariya bilez ji civaka navdewletî tê xwestin," raporê got.

Perwerdeya zû

Zarokên ku li erdên DAIŞ ji dayik dibin dê metirsiyeke mezin di pêşerojê de çêbikin, ji ber ku dê tevlî rêzên DAIŞ bibin û di temenekî biçûk de li ser îdolojiya wê werin perwerdekirin, şîrovekarê serbazî û efserê artêşê yê xanenişînkirî yên Misrî Lîwa Ebdulkerîm Ehmed got.

Metirsî ne tenê bi deverên bin destê DAIŞ sînordarkirî ye, lê li deverên derveyî Sûriyê û Iraqê berfirehtir dibe, wî ji Diyaruna re got.

Ev zarok "dê ne tenê bibin çekdarên ku berevaniyê li deverên girûpê dikin lê herwiha dibe ku, ew li gorî zihniyeta tawankar a girûpê bin, û bibin mîna bombeyên mewqût li seranserê cîhanê", wî got.

DAIŞ kampên perwerdekirina "Şêrên Xilafetê" li deverên li jêr kontrola xwe ava kiriye û ew "pir parastî ne û guhdanpêkirî ne", Ehmed got.

"Eger rêxistinê van zarokên temen biçûk bikarbîne, bêguman ew dê tevlî tîmên teqînên xwekujî bibin anjî dê di deverên xeternak de weke endamên tîmên Îstixbaratî bên bikaranîn," wî got.

Hêsantir e ji rêxistinê re ew zarokan di êrîşên xwekujî de li zonên şer pêk bîne, wî got jî, ji ber ku hedefkirina wan zehmet dibe di demekê de ku rojane gelek malbat û zarok ji deverên di dest DAIŞ de direvin.

Şemitinadina jinan bo 'xilafetê'

Ji destpêkê ve, DAIŞ xwestiye ku zarokan û jinan tejnîd bike, ew jî bi rêya maşîna xwe ya medyayî ku bê navber propaganda ji "xaka xilafetê" re dike, Samî Xêt, lêkolîner di Navenda Şerq ya Lêkolînên Herêmî û Stiratejîk got.

Di encama vê propagendayê de bi hezarê jinan hatin tejnîdkirin, wî ji Diyaruna re got, ew bi sozên hevjînîkirinê û jiyana li "dewleta" DAIŞ hatin xapandin.

Ew malbatên tejnîdkirî bi giştî bi erkên ne leşkerî hatibûn erkdarkirin, wî got, lê lîwayn jinan bi erkên Hisbaa ("polêsê şer'î") bi bajarên sereke weke Reqa, Menbic û Babê hatibûn sipartin.

DAIŞ bi sedan keç jî revandin, bi taybet keçên Êzîdî yên li Iraqê, û ew li ser çekdarên xwe belav kirin anjî ew weke koleyan firotin, Xêt got, "bi vê awayê ew di kiryarên xwe de gihiştin lutkeya tawankariyê û hovîtiyê".

"Xuyayî bû ku ji destpêkê ve pilana girûpê ya amadekrina nifşekî nû ji şervanan hebû ku ew dê girêdayî wê bin û dê ji şervanên wê yên berê tejnîdkirî kujertir bin," wî got.

Zarokên robot ên bê vîn

Zarokên ku li deverên di dest DAIŞ de hatine jiyanê perwerdekirî û bêhest in, derûnasa zarokan Înas el-Cemal, ku li Zanînga Misrî Eyin Şemis mamoste ye, got.

"Tiştekî normal e ku mejiyê wan mişt bîrokeyên tewankarî yên girûpê be, û dê bi mezinbûna wan re weke rastiyên mutleq di mejiyên wan de bicih bibin," wê ji Diyaruna re got.

"Ew dê di temenên gelek biçûk de tevlî kampên perwedeyê bibin û dê li wir li ser rêbaz û metodên girûpê bên rahênankirin û fêrkirin," wê got, da zanîn jî ku çiqas ew bi temen mezin bibin wî qasî rehetbûna wan zehmetir dibe.

"Ew dê mîna robotan bin, bê xwestek bin û ew nikarin biramin, dê rola wan ya tekane cîbecîkirina fermanên ku ew pê hatine sipartin be," wê got.

Xeterdariyên di girêdayî jin û keçan in "ji ber ku ew hatine bê îradekirin û bûna maşînên çêkirina zarokan û bi berdewamî rastî tecawiza sêksî tên", el-Cemel got.

Ev yek dê bibe sedema problêmên derûnî yên xeternak ên ku bihewceyê tîrapiyeke derûnî ya dirêj in beriya ku ew bikaribin dubare bi awayekî normal jiyan bikin, wê got.

El-Cemel tekezî li ser "pêwistiya bi hewlên çir ên navdewletî kir daku li hmber vê xeteriya gelek dijwar a ku gefê li tevahiya cîhanê dike bisekinin ".

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji bilî Xwedê tu xwedê nîne, Mihemed pêxemberê Xwedê ye, û Elî weliyê Xwedê ye!

BERSIV BIDE

Ti hêz û xurtî bê Xwedê tune ye!

BERSIV BIDE