Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Barberiya DAIŞ di hin pirtûkan de ku li Mûsilê hatin dîtin eşkere bû

Ala Husên li Bexdayê

Zarokekî ku ji şerê derdora Mûsilê ligel malbata xwe reviyaye pena li kampa awareyan a Hesen Şam dît di 14ê Mijdarê de. [Achilleas Zavallis/AFP]

Zarokekî ku ji şerê derdora Mûsilê ligel malbata xwe reviyaye pena li kampa awareyan a Hesen Şam dît di 14ê Mijdarê de. [Achilleas Zavallis/AFP]

Di dema ku ew ji bo rizgarkirina gund û bajarokên Nînewa pêş dikevin, hêzên Iraqî tiştên cihê dilgiraniyê li dibistanên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ên ku weke bingehên serbazî dihatin bikaranîn dîtin.

Di nav paşmahiyên van avahiyan, endamên ajansên ewlekarî pirtûkên xwendinê dîtin ku girûpê bikar tanîn daku berê zarokan bidin tundrewbûnê bi rêya bikaranîna wane û wêneyên tundutûj , berpirsên Iraqî ji Diyaruna re got.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş vê dawiyê wêneyên pirtûkên xwendinê yên DAIŞ ku hêzên Iraqî di dema operasyona rizgarkirina parêzgeha Nînewa de, ku 17ê Cotmehê destpê kiribû, dîtibûn belav kirin.

Wan mijarên derbarê matematîk, şerîeta siyasî, Erebî û rahênana cesteyî li xwe digirtin ku têkst û awayê fêrkariyê yên tê de ji bo çandina tovê terorîzmê di dilên zarokan de hatibûn danîn, fermandariyê got.

Hêzên Iraqî bi sedên madeyên perwerdeya tundrew ji dibistanên ku demekê di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de bûn rakirine. [Wêne ji aliyê berdevkê Wezareta Berevaniyê Yehya Resûl ve]

Hêzên Iraqî bi sedên madeyên perwerdeya tundrew ji dibistanên ku demekê di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de bûn rakirine. [Wêne ji aliyê berdevkê Wezareta Berevaniyê Yehya Resûl ve]

Fîşekek û fîşekek yeksana du fîşek; û dema "şehîdek" xwe di nav 10 "kafiran" de biteqîne û heftan ji wan bikuje, wê demê wê tenê sê bimînin, nimûneyeke li ser awayê "waneyên" di pirtûkên xwendinê yên DAIŞ de.

Pirseke matematîkê dibêje, "Mihemed sê tifing roja Înê kirîn û roja Yekşemê çar kirîn. Hemû tifingên ku Mihemed kirîn çend in?"

Yeke din dibêje, "Yehya tifingek bi sed û bîst hezar riyalan kirî û Malik fîşek bi bîst û şeş hezar û hefsed riyalan kirîn, û bavê Emar jê re kemereke fîşekan bi heşt hezar û hefsed û pêncî riyalan kirî. bi hejmaran binivîse her yekî ji wan çi kiriye."

Polîs bi sedên têkst û bernameyên xwendinê yên bi vî awayî dîtin ku barbarî û rêbaza tundrew ya girûpê nîşan dide, Mulazimê 1ê Merwan Mistefa ji ofîsa ragihandina Polîsê Federal ji Diyaruna re got.

"DAIŞ dibistan kirine fabrîkeyên bombekirî û bingehên operasyonên serbazî," wî got.

Ji ber ku ev dever hatine rizgarkirin, wî got jî, polîs gerên meydanî ji rojnamevanan re li devera Hemam Elîl organîze kir daku bikaribin ji nêz ve wêraniya ku girûpê bi serê sektorê perwerdeyê anî bibînin.

Fêrkirina zarokan çawa kuştinê bikin

Ligel dagirtina mejiyên zarokan bi hesabên nebaş, DAIŞ wan neçar dike ku temaşeyî îdamkirinên wê yên bikom li meydanên giştî bikin, Şêx Nezhan Lehîbî, ku lîderiya hêzên heşda eşayirî li başûrê Mûsilê dike, got.

"Hinek endamên DAIŞ zarokan rahênan dikin çawa çekan bi fîşekên rasteqîn teqe bikin û serjêkirinan pêk bînin, û wan weke çekdarên kolanan rahênan dikin ji ber ku hewl didin ku zarokan bikin terorîstên pêşerojê û kujerên profesyonel ," wî ji Diyaruna re got.

Rewşa niha xirabtir e, wî got, ji ber ku girûpê gelek kur neçar kirine ku di şerê Mûsilê de beşdar bin, û hinekên din ligel malbatên xwe bo cihên nenaskirî hatine birin daku weke mertalên mirovî werin bikaranîn.

"Em hîna çarenivîsa tevahiya malbatên ligel zarok, bitemen û jinan nizanin, ku girûpê ew birine cihên nediyar," Lehîbî got. "Me bawer dikir ku li Tel Afar an li Reqa zindankirî bin, lê agahiyên me yên istixbaratî eşkere kirin ku ew ne li wir in."

Çareseriyên hikûmî

Wezareta Perwerdeyê ji gelek tawanên DAIŞ agahdar e ku ew li dijî zarokatî û perwerdeyê li parêzgehê hatine pêkanîn, li gorî komîteya perwedeyê ya parlementoyê, û ew kar li ser danîna hemû çareseriyan gengaz dike.

Di herdu salên borî de, gelek malbatan li Mûsilê êdî nema zarokên xwe şandin dibistanê, Parlementera Iraqî Sacîde Efendî, ku di komîteyê de kar dike, got.

Wezaret niha ligel komîteyê kar dike ji bo çareserkirina krîzê "li gorî rêbazeke dualî", wê got.

Ya yekem kampaniyayeke hişyarkirinê ye ji bo bidawîanîna belavbûna îdolojiya tundrew ya ku zarokên li parêzgehê dike armanc, û ji bo destpêkirina pêşkêşkirina çareseriya saykolojîk ji wan re, wê got.

Ya duyem vegera zarokan bo dibistanê ye ji bo qerebûkirina herdu salên borî yên xwendinê, wê got jî.

Ev yek dê bi rêya ezmûnên nirxandinê be ku dê asta ku divê zarokan tê de bên danîn destnîşan bike, wê got, a jî bi rêya dayîna gelek dersan û xwendina êvarî li gorî pile û asta wan a xwendinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev rûpel bi rastî xweş e

BERSIV BIDE