Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi nêzîkbûna hêzên Iraqî çekdarên DAIŞ ji Mûsilê direvin

Ala Hûsên li Bexdayê

Endamên artêşa Iraqî û polîs li Fermandariya Operasyonên Nînewa kom bûne. [Wêne ji aliyê polîsê Nînewa ve]

Endamên artêşa Iraqî û polîs li Fermandariya Operasyonên Nînewa kom bûne. [Wêne ji aliyê polîsê Nînewa ve]

Berpirsên Iraqî dibêjin dema ku hêzên Iraqî ji Mûsilê nêztir dibin, serkêş û çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest bi valakirina xaniyên xwe dikin û malbatên xwe bi qaçaxî ji bajêr derdixin.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqî Xalid el-Obêdî got ku serkêşên DAIŞ û malbatên wan tiştên xwe firoştine û bajarê Mûsilê ber bi Sûriyê ve hiştine piştî ku hêzên Iraqî nêztir bûne, li gorî raporteke AFP roja Yekşemê (31'ê Tîrmehê).

Hinekên din jî herwiha dixwazin bi dizî derbasî hêrêma Kurdî bibin, el-Obêdî di hevpeyvîneke Iraqiya TV de ku şeva Şemiyê hatiye weşandin got.

Hêzên hevbeş ên Iraqî destkeftiyên girîng di kampaniya rizgarkirina Mûsilê de bidest xistine, diyartirîn deskeftî jî rizgarkirina binkeya asmanî ya el-Geyara ye, cihekî serbazî yê stratejîk e ji aliyê grûpê ve hatibû kontrolkirin, ku dikeve başûrê bajêr.

Cîgirê serokê encumena parêzgeha Nînewa Nûredîn Qablan got ku deskeftiyên artêşa Iraqî li Felûca û deverên li başûrê Mûsil bandoreke xirab li morala çekdarên DAIŞ kiriye û hiştiye ku ew kontrola xwe li ser bajêr jidest bidin.

Wî ji Diyaruna re got ku şênî bi wêrekiyeke bêtir rûbirûyî DAIŞ dibin û bi awayekî vekirî nerazîbûna xwe ji kiryarên wan ên sekutker tênin ziman.

Got jî ku vê yekê atmosfêrek afirandiye ku egera serhildaneke milî li Mûsilê, Til Afer, û tevahiya deverên di bin kontrola DAIŞ de zêde dike.

Got ku asta hevahengî û zêdekirina agahiyên îstixbaratî di navbera xelkê û artêşê de bi awayekî berbiçav di heftiyên dawîn de bilindtir bûye, ku karînên hêzên ewlekariyê yên armancgirtina cihên dijmin hêzdartir dike.

Qablan got ku "destpê kirine dihizirin çawa xwe û malbatên xwe biparêzin, û xweş dizanin ku ew demjimêrên dawî jiyan dikin," Bal kişand ser raporên dibêjin ku endamên DAIŞ malên xwe li Mûsilê vala dikin.

Fermandariya operasyonên hevbeş got ku DAIŞ navendên xwe yên al-Hesba ("polîsên olî") li bajar digrin û xeta înternetê dibrin ji tirsa ku şênî bi hêzên Iraqê re têkevin pêwendiyê.

Rewşa têkçûyînê

Li gorî Fermandariya Operasyonên Nînewa, karînên DAIŞ ên şerkirin û mûnawerê di çeperên şer de di rojên dawî de gelekî kêm bûne bi berhevî ligel roja yekemîn a operasyonê ku 25'ê Adarê destpê kir.

"Berxwedana wan bi wayekî dramatîk lawaz bûye," Emîd Firas Beşar Sebrî, berpirsê ragihandina Fermandariya Operasyonên Nînewa got.

Got jî rizgarkirina el-Ewseca mînakeke baş bû, ku bi tenê demjimêr û nîvekê dom kir heta ku hêzên Iraqî gund kontrol kirin, bi berhevkirin bi berî çar mehan re ku bêtirî heşt demjimêran dom dikir heta ku artêşê dikarî debarî gundên li başûrê Mûsilê bibe.

Got ku "şerên dawî diyar kirin ku karîna DAIŞ a şerkirinê gelekî qels bûye, di dema ku karîna artêşa Iraqî mezintir bûye û morala şervanan ji şerekî ta bi şerekî din bilindtir dibe."

Şêx Xalid el-Cibûrî, fermandarê êlên el-Cibûr ku li Nînewa şerê DAIŞ dikin, got ku têkçûyîna DAIŞ bi sedema nerazîbûna gelerî ya dijwar ji aliyê rûniştiyên bajêr ve ye.

Wî ji Diyaruna re got ku serkêşên DAIŞ dizanin dema ku hêzên Iraqî nêzîkî Mûsilê bibin xelk dê çekan li dijî wan hilbigre, anî ziman jî ku tu bingeke piştgiriya cemawerî ji grûpê re tune ye.

Tirsa xwe ji egera pêkanîna grûpê ji tolhildanan re li dijî şêniyan û bi dîlgirtina wan di şerê binketî yê Mûsilê de vegot û daxwaz ji artêşa Iraqî kir ku van hemû gefan bi cidî liberçav bigrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Derewên astnizm.

BERSIV BIDE