Nûçeyên Iraqê

Serokê NY pesnê civîna "dîrokî" li dor destûra Sûrîyayê dide

Emîndarê Giştî yê NY Antonyo Guterres Pêncşemê (31ê Cotmehê) civîna yekem a komîteyeke ku ji hikûmeta Sûrîyayê û nûnerên opozîsyonê pêk tê weke civîneke "dîrokî" bi nav kir, komîteya ku erkdar e bi dariştina destûrekê bo welatê ku şer ew veçirandiye.

Çarşemê, her du alî rû bi rû li Cinêvê civîyan bo destpêkirina karê komîteya dariştina destûrê.

"Civîna yekem a Komîteya Destûrê ya ku duho hat lidarxistin dîrokî ye, û bingeheke bo pêşketinê," Guterres di konferansekî li dor navbênkarîyê de, ku li Stanbolê ji hêla hikûmeta Turkîyayê ve hatibû organîzekirin, got.

"Ez hêvî dikim ku ev dê gava yekem be ber bi çareserîyeke siyasî ve ku dê dawî li vê qonaxa trajîdî di jîyana gelê Sûrîyayê de bîne, û herwiha dê derfetê bide hemû Sûrîyan ku vegerin warên xwe yên resen, bi selametî û bi rûment, û dê rewşa wan weke penaber bi dawî bibe," wî got.

Komîteya bi serpereştîya NY ji 150 delegeyan pêk tê -- ku nûneran ji hikûmeta serokê Sûrîyayê Beşar Esed, Opozîsyonê û civaka sivîl bi awayekî yeksan dihundirîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500