Nûçeyên Iraqê

Dê Xûzeyên Sipî yên Sûrî 4.5 milyon dolar ji Amerîkayê werbigirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump 4.5 milyon dolar weke alîkarî bo Xûzeyên Sipî yên Sûrî terxan kir, ku ew sivîlên birîndar ji enîyên şer xelas dike, Koşka Sipî Sêşemê (22yê Cotmehê) ragihand.

Trump ferman kir ku fînans bo koma Berevanîya Sivîl a Sûrî were terxankirin "bo berdewamkirina piştgirîya Amerîkî bo karê binirx û girîng ê rêxistinê li welat", peyvdar Stephanie Grisham di daxuyanîyekê de got.

Xûzeyên Sipî venasîneke cîhanî wergirt ji ber derbasbûna nava topbaranên dijwar bo derxistina qurbanîyan ji jêr kavilan û veguhestina wan bo nexweşxaneyan, ên ku bi xwe çand caran bûne armanca topbaranê û bordumankirinê.

Rejîma Sûrîyayê, ku Rûsya piştevanîya wê dike, gelek caran çalakgerên Xûzeyên sipî armanc kirin, û dibêje ku ew ne serbixwe ne û piştgirîya dijberîya li dijî hikûmetê dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500