Nûçeyên Iraqê

2 leşkerên Îraqî di êrîşeke DAIŞê de li Selahedînê dimirin

Du leşkerên Îraqî hatin kuştin di êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li ser xaline pişkinînê li parêzgeha Selahedînê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqê Sêşemê (22yê Cotmehê) ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku endamine DAIŞê Duşemê êrîş kiribûn du xalên pişkinînê li devera zevîyên neftê yên Alasê, li başûrê Tikrîtê.

Daxuyanîyê got ku bombeyeke bidestçêkirî bi navgîneke hêzên ewlekarîyê de li heman deverê roja Duşemê teqîyan, û du leşker kuştin.

Wezaretê got ku hêza ku hewl da ku leşkeran xelas bike rastî gulebaranê hat, û sê leşker birîndar bûn.

Daxuyanîyê da zanîn ku hejmara hêzên Îraqî yên li deverê hat zêdekirin, û got ku operasyonek hat destpêkirin "bo lêgerînê li terorîstên ku êrîş pêk anîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500