Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê wêran dike

Komgeheke mezin a çekan a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî de hat wêrankirin li biyabana Enbarê, Fermandarîya Badiya û Cezîrê Çarşemê (16ê Cotmehê) ragihand.

"Êrîşeke asmanî ji hêla balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî ve nîvroya Sêşemê li Wadî Qedif, li ser sînorê Îraqî-Sûrî, hat pêkanîn û veşartgeheke jêrzemînî ya mezin hat wêrankirin, ku odeyeke axî dihundirand ku milîtanên DAIŞê ji xwe re weke bingeh bi kar tanîn," fermander lîwa Qasim Muhemedî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku veşartgehê gelek çekên sivik û weset, cebilxane, tankereke sûtemenîyê, avêjereke mûşekan dihundirandin.

Wî got ku erîşa asmanî, ya ku bi hevkarî ligel hêzên Îraqî hat pêkanîn, beşeke ji "xebatên hevbeş bo wêrankirina jêrxaneya DAIŞê" û rêgirtin li ber êrîşên li dijî sivîlan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500