Nûçeyên Iraqê

Serokwezîrê Îraqî soza çaksazîyan dide bo hêminkirina xwenîşanderan

Hikûmeta serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî Yekşemê (6ê Cotmehê) dest bi zincîrek ji çaksazîyan kir piştî rûniştineke "awarte" bo bersivkirina xwenîşandanên ku bûne encama kuştina 100 kesan, AFP ragihand.

Îraqî ji Sêşemê ve li Bexda û parêzgehên başûrî dest bi xwenîşandanan kirine û daxwaza çaksazîyên hikûmî yên berfireh dikin, û Ebdul Mehdî berî salekê soz dabû ku vê yekê pêk bîne eger ew hate ser desthilatê.

Yekşemê, hikûmeta wî projebiryarek derxist ku ji bêhtir ji deh xalên çaksazîyê pêk tê, di nav de belavkirina zevîyan, zêdekirina endamên artêşê û zêdekirina mûçeyên guhlêdanê bo malbatên hejar.

Li hember bêkarîya ciwanan, ku gihiştîye bêhtir ji 25% li gorî Banka Cîhanî, hikûmetê got ku ew dê bazargehên mezin ava bike û qezencên wan li ser kesên bêkar belav bike.

Komîsyona Mafên Mirov a Îraqî Şemîyê got ku 99 kes mirine û 4,000 birîndar bûne ji destpêka xwenîşandanan ve.

Hikûmetê bi fermî ew kesên hatine kuştin weke "şehîd," bi nav kirin, û biryar da ku hinek qerebûyan bide malbatên wan.

Serokê parleman Muhemed Helbûsî jî soza zincîrek ji çaksazîyan da di civînekê de bi parlemantaran re roja Yekşemê, lê wî civîna xwe ya asayî ya qewl bû were lidarxistin pêk neanî ji ber ku nîsabê yasayî temam nebû.

Hêzên Heşda Şaebî Duşemê gotin ku ew amade ne ku fermanên hikûmetê bi cih bînin bo rêgirtin li ber "kodeta yan serhildanekê".

Serokê Heşda Şaebî Falih Feyad got ku ew hêvî dikin "ku gendelîyê biherife, ne ku rejîm biherife".

Hevdem, artêşa Îraqî Duşemê mukur hat ku "hêzeke zêde" li taxeke Bexdayê ku xwenîşandan lê hebû hat bikaranîn û bû sedema pevçûnan, ku xebatkarên tendirustîyê û hêzên ewlekarîyê gotin ku 13 kes hatin kuştin.

"Hêzeke zêde li derveyî serwerîya hikûmetê hat bikaranîn û me dest bi hesabxwestinê kiriye ji fermandarên ku kiryarên çewt kirin," artêşê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500